Gotûbêja Wîkîpediyayê:Rêveber

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê 2A02:8109:A100:7DD4:3064:A943:B750:80D2 ve di mijara Workshop/Kargeh bi mijara „Kurdî di Serdema Dijîtal de” de

Arşîv

Pirsyarek biguhêre

Reşahiya jêbirin
Li jêr lîsteyek ji jêbirinên dawî heye.
Reşahiyan Bikarhêner: Sernav:
Ji salê (û zûtir): Ji mihê (û zûtir):

Hevalno, ev peyam li rûpela Admînîstrator derdikeve. Li vira wateya Reşayî çi ye? Ez baş fehm nakim. Gelo em çawan dikarin zimanê van peyaman sererast bikin? Wekî din Dîwana Wîkîpediya me heye, li cihê xwe digere, bo mînak li ser menûya aliyê çepê? Em dikarin çi bikin? Silav --MikaelF 11:55, 19 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Silav, li te bimbarek be burokratî. Li min jî admîntî. Nekenin lê vêgav nizanim ka ji bikarhêneriyê madatir çi zêdeyên admîntiyê heye. Hêdî hêdî, em ê bielimin. Kekê MîkaelF zimanê navîgatora me hinekê sist e. Bêjeyek din heye bo wê lê bikarneynim. Bo mînak ji min re dema e-peyam tên ji Wîkîpediya kurdî, li wir peyam û şablonên hene bi kurdiyeke baş nînin. Xwedê ji wan razî be kedeka mezin dane hevalên me lê kurdî jî ne ji wan zimanan e ku mirov bikaribe ji awayê wê yê standard biguherîne. Kurdiya nûjen, standard a Celadet gramatîka wê jî rave kiriye (devoka Botanê), kurmanciya me ya fermî ye. Te hin pirsyar kirine, bi texmîni hevalê wergerandiye ya ji tirkî vegerandiye û ramana tirkî bingeh girtiye yan jî zimaneke din. Tirkî karalama, taslak. Dibe ku bo wê gotibin reşahî. Helbet nabe. Zû de ye min digot, gelek caran gotiye. Niha dîwana me heye lê heya ez riya wê dibînim, bihar xilas dibe, payîz tê. Hêdî hêdî. Ez jî dikarim alîkari bikim. Çend bêje almaniya min heye. Ji tirkî bi hêsanî dikarim. Tenê ji min re bêjin "viya wergerîne" ez ê bikim.. --Bablekan 19:39, 19 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Parvekirina karan (bo admînan) biguhêre

Salan mehan carê bêhnvedaneke min bidest ket. Nehatibû plankirin, ji nişka ve mejûyê tetîla min hat guhertin. Heya 5ê gelawêjê tetîla min heye. Li malê me, lê hew dît çûm. Ji we tevahiyan lêborînê dixwazim ku dê di tetîlê de nekarim bixebitim. Dîsa jî ez ê hewl bidim xwe. Bo admîniyê wezîfeyan bidin min. Em dikarin di nava xwe de parve bikin. Nûçeyên pela serî, astengkirina vandalan hwd dikarim bikim. Mixabin şablonan wan nizanim. Çend pêşniyarên min ji berê de hene, ez ê dîsa bêjim ji we re, bo danasîna Wîkîpediya kurdî, qezenckirina karberên nû, zêdekirina hejmara gotaran ûêd. Piştî tetîlê dê bêjim. Gelek kêfxweş bûm bo burokratiya MîkalF. Bimînin di xweşiyê de.. --Bablekan 19:50, 19 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Ala Rengin biguhêre

Dear Admins of Kurdish Wikipedia,

I would like to ask why when I am searching for "Ala Rengin" which is the national flag of Kurdish nation since Mithraism, Zoroastrianism, and now Ezidi I am getting the flag of southern Kurdistan government's flag?!? This British flag of southern Kurdistan (yes, for your kind information it was designed by British in 1927) is not and cannot be the national flag of Kurdistan. So now I am requesting you to please fix the Kurdish Wikipedia so when someone is searching for "Ala Rengin" exactly get the "Kesk u Sor u Zer" flag with "Tawous Malak" in the middle of it. This flag is an important part of Kurdish nation history and no one (trust me) NO ONE can ever change our history again.

Ala Rengin - Ala Netewei

Serkeftin,

Bokani

Kurtejîyana Teko Békes biguhêre

Teko Békes Kurdekî ji Kurdistana Bakur e. Békes; Di sala 1957'de li heréma Oxî'yé Gundé Zangan(Qelecux)navça Karakoçeran ya ku alyé fermî de girédayî bajaré Xarpité, hatîye Gerdûné. Teko Békes Dildaré Wéje û Dîroka Kurd û Kurdistané ye û li ser Çand, Huner û Zimané Kurdî mijûl dibe. Demekî (2007-2008)di Azadiya Welat te quncik nivîsîkir. Gelek Helbest, Gotar û Çîrok nivîsîne û li ser hinek Malperén Kurdî hatine weşandin. Çend Berhemén Békes hene weke, Delîla(Helbest) Keké Hrant(Dîlok)Tasika Mele, Berbejna Mele, Nivişta Mele, Ez û Gundé Zangan, Ceng ji bo te ey Kurdistan, Îro Newroz e, Hevalno û hwd.

Hêjano: Dema we xweş be

Pirseke min heye, ew jî ev e: Geloher 31 hejmarên Rojnameya Kurdistan ê peyda dibin? Eger derfet hebe hûn dikarin ji kerem xwe re lînka wan ji min re bêjin? Yan hûn bi xwe ji min re bişînin? Birêz Mehmûd Zamdar hejmarên vê rojnameyê sala 1998an fotokopî kirine, mixabin ku baş nayên xwendin . hin hejmar jê kêm in. Ew hejmarên kêm peyda dibin? Silav û rêzên min bo we hene. Newafê Bişar /Qamişlo Kurdox88@hotmail.com

Daxwazeke min ji Wikipediayê heye, eger bi e-mailê têkelî bê danîn baş dibe biguhêre

Daxwazeke min ji Wikipediayê heye, eger bi e-mailê têkelî bê danîn baş dibe.Ev peyama bêîmze ya 213.113.235.141 (gotûbêjbeşdarî) e.

Kerem bikin, daxwaziya xwe li vir binivîsin. Wîkîpediya ji her kesî re vekirî ye.—Gomadapeyam 18:55, 31 gelawêj 2015 (UTC)

Wîkîpediya yê Kurdî biguhêre

@Gomada:Silav û rêz, di nav Wîkîpediya yê Kurdî de dixwazîm ku çalakîyê xwe û beşdariyê xwe peyde bikim. Hewce yê Wîkîpediya Kurdî project e ku em hevre çêkin û hevre wê ansîklopediyê ava bikin. Wîkîpediya yê Kurdî zehf kêm maye, ji kerema xwe hûn dikarîn min rêveber yan jî burokrat bikin. Ez çawa dikarîm bibim burokrat, kesê guncav nîne alikarîya min bike ? Ku ez alikarî bidim wê ansîklopediyê.--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 16:39, 17 adar 2020 (UTC)Bersiv bide

@Ezdînşêr Bêkendî: Tu bi xêr hatî Wîkiya kurdî! Te gotiye ku tu dixwazî tecrûbeyên xwe yên li ser Wîkiya tirkî bînî ya kurdî jî. Kerem bike arî bikarhênerên Wîkiya me bike, riya te vekiriye. Heke alîkarî ji te re lazim be, rêveberên me @Ghybu: û @MikaelF: jî dê bi dilxweşî arî te bikin. Li ser pirsa te ya rêvebertiyê; em ê kêfxweş bibin ku tu pêşî di Wîkiya kurdî de bi awayekî çalak bixebitî û dûvre serî li rêverbertiyê bidî. Bimîne di xweşiyê de!—Gomadapeyam 17:54, 17 adar 2020 (UTC)Bersiv bide
Zor spas brêz @Gomada:, Nexwe di nav Wîkîpediya Kurdî de tiştekî wusa yan jî tiştekî wusa tune ye.--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 18:03, 17 adar 2020 (UTC)Bersiv bide

Jêbirin biguhêre

Rojbaş birêzan

Min bi şaşî hesabekî li nava wikipedia vekir lê belê ez dixwazim vî hesabê xwe jê bibim û ji vir derbiçim. Min gellek hewl da lê wer xwiya ye min nekarî bibînim rêya jê birînê. Ji kerema xwere bi min re alîkarbin ez dixwazim nav û qeyda xwe bi nivîsan jê bibim.

Spas

Workshop/Kargeh bi mijara „Kurdî di Serdema Dijîtal de” biguhêre

Hevalên hêja,

destên we sax bin. Hûn karekî pîroz dikin û wikipediya kurdî amade dikin. Em jî wekî Tora Kurdî hewl didin sazî û komeleyên kurdan/kurdî bi taybetî yên li diyasporayê bînin ba hev, da ku em bi hevre li ser parastin û pêşxistina çand û zimanê kurdî bixebitin. Di çarçova kar û xebatên me de em dixwazin di meha gulana 2023-an kergehekê bi mijara “Kurdî di Serdema Dijîtal de” pêk bînin. Bi vê mebeste me dixwest ji we bipirsin gelo hûn dikarin di çarçova mijarê de li ser amadekirina wikipediya kurdî kargehekê ji bo beşdaran bi rêve bibin? Budceyek me ya biçûk jî heye û em ê karibin destheqê we bidin. Em ê gelkî kêfxweş bibin heke em di demeke kurt de di derbare mijarê de têkiliyê deynin.  

Silav û rêz

Li ser navê Tora Kurdî Yaşar

Mail: kurdischesnetzwerk@yekmal.de

https://www.facebook.com/KurdischesNetzwerk.ToraKurdi 2A02:8109:A100:7DD4:3064:A943:B750:80D2 10:10, 9 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela projeya "Rêveber".