Gotûbêj:Polonya

Şiroveya dawî: berî 14 salan ji aliye MikaelF ve

Hevalino, li gorî min em li şûna Polonya 'Lehîstan' binivîsin, rasttir e û Polonyayê 'redirect'î vî navî bikin. Sedema wê jî ew e ku Kurd gelê vî welatî weke 'Lehan' nas dikin û ji welatê wan re jî berê 'Lehistan' digotin. Mirov dikare vî navî bikarbîne û bibîr bixe ku navê wê yê modern Polonya ye û hwd.

--Silêmanê Torî 12:27, 12 reşemî 2009 (UTC)

Polonya bilêvkirina ji Tirkî ye. Zimanê Tirkî di dinyayê de derbas nabe, tenê li Tirkiyeyê ye. Tirkên Asyayê pirranî bilêvkirinên Latinî/Rûsî/Îngîlîzî bingeh digirin. Em mecbûr in bi ya xwe/cîhanê bikin. Di lîsteya me de wekî Poland cihdigire. Bi ya min jî divê Polonya were jêbirin. Lehîstan ji ser Osmaniyan derbasî Tirkan bûbû lê paşê kirin Polonya. Di wêjeya me ya devkî de (bi qasî ez dizanim) Lehistan cih nagire. Leh+istan=Welatê Lehan.. Gelo Leh tenê berekê Poloniyan e yan bo hemiyan e? Gelo Leh ne berekê Silavan be? Ez ê jî bipirsim, lê bikolim ka Leh kê ne.. Bi her awayî Polonya nabe.. --Bablekan 16:33, 12 reşemî 2009 (UTC)
Ji bilî Lehistanê Polonistan jî heye, kurdîzanên Sovyeta berê wisa dinivîsin. Bakayev jî dibêje Lohêstan. êvarbash! --MikaelF 19:13, 13 reşemî 2009 (UTC)
Çima çi bû kû hûn lîsteya navê dewletan a hatibû amadekirin diguherînin? Gelo ti carî dawî li daxwazên ferdî tên? Gelo Tirk zimanê xwe (devoka Stenbolê) rexne dikin? Gelo ti Tirkekî "celîysûn hema cîtmeyûsin" dinivîsînin? Min di bin sernivîsa Awistiralya de nêrîna xwe got,dubare nekim. Bi ya min lîsteya me baştir bû û heger konsensûsên me hîç nebin, hewceyî bi nîqaşan jî namîne. Heger em rojê carekê xebatên xwe xirab bikin û siya derûniya xwe bixin ser, hewceyî bi beşa nîqaşkirinê jî namîne. Dîsa jî hûn dizanin. Lê we yek xirab kir, bizanibin ez ê doza hemiyên din jî ji we bikim, ew jî dibe mafê min. Rast e çima em dibêjin Swêd, Îsveç baştir e. Dîsa Îsvîçre, Îspanya, Iraq (te gotibû Îraq), Kibris, Sûûdî Arabistan... Baştir e hûn hemiyan wekî Tirkan bikin. An dê hûn ê bi xwe re bikevin nakokiyan. An jî madem em nikarin an dilnakin hin konsensûsan pêk bînin, ji saziyeka Tirkan bipirsin (TRT 6 hwd), wan çi got em bi ya wan bikin. Armanc û daxwaza min standardiyek e. Ez naxwazim rojek binivîsînim Avûstûrya rojekê din Avistirya. Bi rastî em çima nîqaşan dikin? Dawiya dawiyê çer hebe em tên ser gotina Tirkan. Werin serî de hemî bilêvkirinan bikin Tirkî, bila xelk bizanibe em çi karî dikin. Êvarbaş.. --Bablekan 21:43, 13 reşemî 2009 (UTC)

Piştî xwendina vê nîqaşê, ev gotar bi vî awayî hate guhartin: Poland (wekî Polenda, Lehistan û Polonistan jî tê nasîn). silav --MikaelF 17:29, 2 gulan 2009 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Polonya".