Gotûbêj:Lîsteya sedûpênciyan

Bi navê "Şerê Rizgarî ya Tirkan" tiştekê nîne. Îdeologî û dîroka fermî ya dewleta Tirk e ev. Pirranî ji derewan pêk tê. Osmanî di sala 1918'î de bi fermî û di sala 1922'î de jî bi fîîlî ji têk çû û ji holê rabû. Brîtaniyan û yên din gorî dilê xwe rê dan avakirina Komara Tirk a nû û bi xwe ve dan girêdan. Di dîroka hemî gel û welatan de salên 18-22/23 bi navê "Şerê Tirk û Grekan" tê binavkirin. Ango Yewnan ji Anatoliyayê bi darê zorê dihatin derêxistin. Bi destxistina bajarê Îzmîrê jî ji aliyê stratejîk ve Tirk biserketin. Salên 1922 heya 1940 jî salên dagirkirina Kurdistanê û birêxistinkirina sazûmaniya nû li Kurdistanê ye. Kêkê gotarnivîs dikaribû binavkirinên notral jî binivîsî ba.

Ev çawa şer e heyrano!? biguhêre

  • Yek fîşengek di salên 18 heya 22'îd e li dijî Brîtaniyan, Îtalyaniyan û yên din nehatine teqandin. Ango li dijî xwedêgiravî "emperyalîzmê" ti kevirek jî nehatiye avêtin.
  • Îtalyaniyan hemî herêma Derya Reş dagirkiribûn, bê şer çawa derketin?
  • Li Rûsyayê şoreş qewimîbû û Ûris bi dilê xwe vekisiyan. Ma kê ma êdî?
  • Ji xeynî "Qereyilan" ê bi eslê xwe Kurd û çendîn îslamîstan kê li dijî Fransiyan têkoşiyan, ka qeyd û belgeyên dîrokî?

Bi kurtî bêî zanebûn li vir binavkirinên fermî yên Komara Leşkerî û Rasîst a Tirkan hatine bilêvkirin. Xwezî wisa nebaya..

Ji birayê gotarnivîs ê ezîz tika dikim daku ji dêvla wê binavkirinê wekî hemî dinyayê gotiye binavkirina "ŞERÊ TIRK Û GREKAN" bikarbîne û riya polemîkan jî li vir vegire. Serkeftin ji wê/wî re. --Bablekan 15:13, 17 rezber 2007 (UTC)

Vegere rûpela "Lîsteya sedûpênciyan".