Gotûbêj:Fizîk

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê 46.161.196.167 ve di mijara Gerdûn de

Heke ez ne çewt bim, eva ha kopiya malperên www.academia.edu, evrimseteorisionline.com û hwd e. Divê gotarên Wîkîpediyê ji bo Wîkîpediyê bên nivîsandin, bi awayekî ensîklopedîk. Bi silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 15:35, 9 kanûna pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

FUSION'A DENDIKÎ ÇI YE?

Germahiya 100 Milyon Dereceya Santîgrad, Jibo Pêkhatina Fusion’a Dendikî

Fusion’a Dendikî yan bihevzeliqandina dendikan di germahiya pir mezin da, tam berevajî qelişandin û jihevbelakirina dendikan e. Di prosesa Fusion’a Dendikî da, dendikên sivik yên wek Hydrogen, Deuterium û Tritium, dizeliqin hev û jê dendikên mezintir pêktên ku enerjiyeke mezin jî pê ra, berhem tê. Jibo ku Fusion’a Dendikî pêkwere, divê enerjiya livokî yan kînîtîka dendikên nava redaksiyonê, têra xwe mezin be ku karibe lihember meydana Elektrostatîkiya derdora xwe, biserkeve. Loma jî germahiyên grêdayî van redaksiyonên dendikî yên Fusion’î, pir pir mezin in. Yekemîn teqîna germa*dendikî ku wek test, hate pêkanîn, di sala 1952’an da bû ku bû sedema azadbûna qaseke pir mezin ji enerjiya kontrolnebuyî. Ev test, nîşan da, eger germahiya gaza ku ji zerreyên bibar yên Plasmayên bi baristeya mezin pêkhatî, hilkişe ser 50 milyon dereceya Kelvînê, hingî di gaza yonbuyî da redaksiyona Fusion’a Dendikî pêktê. Piştî teqîna serkeftî ya Bomba Hydrogen’ê, lêkolîn jibo berhemanîna enerjiya kontrolbuyiya dendikiya Fusion’ê, destpêbû. Fusion’a Dendikî, redaksiyoneke tam berevajî Qelişandina Dendikan e. Dewsa qelişandin û jihevbelavkirina etomên mezin bi yên biçûk, etomên biçûk bi hevodin ra tên zeliqandin ku etomên mezin çêbibin. Enerjiyek pir pir mezin ji redaksiyona han azad dibe çimku ligor teoriya Nisbiyeta Enîşteynê, beşek ji maddeya vê redaksiyonê vediguhere enerjiyê. Derveyî navendên ku Fusion pêktê, em di xwezayê da bandorên redaksiyona han hîs dikin û dibînin. Fusion’a Dendikî, tam ew buyera ye ku di merkeza Rojê(Tav) da diqewime. Roj yan Tav, reaktoreke zev mezin ya Fusion’a Dendikî ye. Tav, Hydrogen’ê vediguherîne unsurên girantir û bi vê redaksiyonê, ronahî û germahiya pêwîst jibo jiyana me, berhem tîne.

Dijwariyên Pêkanîna Prosesa Fusion’a Dendikî liser Erdê:

Sedema serekeya dijwarbûna pêkanîna Fusion’a Dendikî ew e ku dendikên etoman, tu carî hez nakin bizeliqine hev. Dendikê etoma Hydrogenê, xwediyê Proton’eke loma jî bara elektrîkiya wê Pozîtîv e. Gava ku em dixwazin dendikeke din ya Hydrogenê pê va bizeliqînin, jiber bara pozîtîva herduyan, li himber bihevzeliqînê, berxwedidin. Tenê riyek heye jibo pêkanîna vê yekê û ew jî ew e ku em bi zor vê prosesê pêkbînin û germahiya etoman ewqas hilkişînin jorê ku etom veguherin forma Plasmayê. Eger germahiya Plasmayê bigihîje asteke pir bilind, dê hingî hin ji dendikan bi hêzeke pir mezin lihevbikevin û dê bizeliqine hev. Jibo pêkanîna vê haletê, pêwîstiya me bi germahî û pestoyeke pir pir mezin heye. Dijwariya herî mezin jî ew e ku divê em liser erdê, şertên ku li beşa merkeziya Rojê(Tav) hene, pêkbînin. Baristeya Tavê(cirm) 330 hezar carî ji ya erdê mezintir e û germahiya navenda wê jî digihîje 17 milyon dereceya Santîgradan. Pirsgrêka yekem ew e ku liser ruyê erdê, bi qasî Tavê, şewatok û arduya Hydrogenê, tune ne. Divê em germahiyê bigihînine 100 milyon dereceya Santîgradan. Pirsgrêka duda jî ew e ku madde di forma Plasmayê da, bertekên ecêb ji xwe nîşan didin. Plasma forma çaremîna maddeyê ye. Plasma ne Avîn e, Ne Camid e û Ne Gaz e. Dema ku em Plasmayê dixine nav şertên wiha ku têda germahî û pesto, gelek mezin in, ew pir pir nebergir(unstable) dibin û hez dikin û zû ji hev belav bibin. Jibo kontrolkirina şertên nebergir jî em nikarin ji alavên normal mifayê werbigirin. Bi gotineke din, dibe stêrkek liser erdê were çêkirin. Ev yek pir pir dijwar û zehmet e çimku pêwîstiya wê bi mezintirîn û komplekstirîn teknolojiyên tarîxa mirovahiyê heye. Bi şêwazên cihê wek sînordarkirina Megnetîkî, Leyzerîk û Katalîzora Muon’î, Fusion’a Dendikî, dikare pêkwere. Di sînordarkirina Megnetîkî da, qad û meydanên pirbihêz jibo xweyîkirina Plasmayê tê bikaranîn. Di sînordarkirina Leyzirî jî, ji leyzerên pirbihêz jibo sînordarkirina saçmeyên biçûk ku tê da şewatok yan arduya dendikî ya ku hatiye givaştin, tê istifadekirin.

Prosesa ku di Tavê da pêktê:

Di Tavê da, prosesa Fusion’a Dendikî ya ku pirî caran pêktê, heman zincîra Proton-Proton e, lê di stêrkên keltir û pir germtir ji Tavê da, prosesa han, piranî bi şêwaza sîkl û çerxeya Karbonê pêktê. Sedema guherîna prosesê jî ew e ku di germahî û lezên pir mezintir da, proton hêsantir dikare derkeve lewma jî redaksiyon di merheleya yekem ya çerxeya Karbonê da, bi awayeke bileztir pêktê. Germahiya pêwîst jibo destpêka prosesa Fusiona Dendikî ya navenda Tavê yanê derdora 15 milyon dereceya Kelvînê ye.

Zincîra Proton-Proton:

Tav reaktoreke terikî ya dendikî ye ku tê da dendikên Hydrogenê heyî, dizeliqine hev ku jê dendikên Helium’an pêkbên. Ev şewatok yan arduya germa-dendikî ya Hydrogenê, proseseke 3 merheleyî ye ku jê ra zincîra Proton-Proton tê gotin.

Merheleyên cihê yên zincîra Proton-Proton’ê:

Merheleya Yekem: Merheleya yekem ji hevzeliqîna 2 protonan pêktê ku dibe sedema çêbûna Deuterium’ek û derveavêtina Pad Elektronek û Neutrinosek, di demekê da. Pad Elektron di heman demê da, bi yek ji hezaran hezar Elektronên heyî li Plasmayê, dikeve, bi wê lihevketinê, Elektron tune dibe û ev yek jî dibe sedema jêpekîna 2 tîrêjên Gama’yan. 1H + 1H → 2H + e + γ 1.19mev Merheleya Dudan: Merheleya din jî hevkelîn û bihevzeliqîna Hydrogen û Deuterium û berhemanîna Helium-3(3He) ye. 1H + 2H →3H + e + γ 1.19mev Merheleya Sisyan: Bihevzeliqîna du dendikên ku encama wê, berhemhatina Heliuma normal(4He) û derveavêtina 2 protonên bi enerjiya mezin di eynê wextê da ye. Çimku di merheleya dawî da, pêwîstî bi 2 deste 3He heye. Jibo ku merheleya dawî bikare carekê pêkwere, pêwîste ku merheleyên berê qe ne du caran pêkhatibin. Bi vî awayî, zincîra Proton-Proton, 4 protonan mesref dike ku dendikeke 4He pêkbîne. Neutrinosa pêkhatî di merheleya yekem da: Di merheleya yekem ya zincîra Proton-Protonê da Neuterinos, azad dibe. Divê bê gotin ku navenda Tavê, ne tenê jêdera germahiyê ye, belke çavkaniya gelek Neuterinos’an e jî. Jiber ku danûsandin û bandordayîna 2alî ya Neuterinosan bi maddeyê ra pir pir lawaz û zeyîf e, lewma maddeya heyî li Tavê(û li erdê jî) jibo Neuterinosan, eşkere ye û ev zerre bê pirsgrêk ji merkeza Tavê ber bi derve diherike û tê derve.

Çerxeya Karbonê:

Şewitandina germa-dendikiya Hydrogen di nava Tavê da dibe ku bi riya proseseke 6 merheleyî ku jê ra çerxeya Karbon, tê gotin, pêkwere.

(1H + 12C → 13N + γ (1.95MeV

(13N → 13C + -e + r(2.22 MeV

(1H + 13C → 14N + γ (7.54 MeV

(1H + 14N → 15O + (7.35 MeV

(15O → 15N + -e + γ (2.71 MeV

(11H + 15N → 14C + 6He (4.96 MeV

Di merheleya dawî, dîsan Karbonek berhemtê ku di merheleya yekem da xera buye. Bi vî awayî, Karbon cardin vê merhelê derbas dike, Karbon, tenê wek katalîzor, tevdigere û mesref nabe. Enerjiya azadbuyî jibo her Protona mesrefbuyî kêmzêde bi qasî ya zincîra Protonê ye.

Jêder: https://en.wikipedia.org/wiki/Nuclear_fusion

Wergêr: Edo Makuyî, Muhendisê Şîmiyê, Ji zanîngeha dewletê, salên 1996-2000

http://www.felsefevan.org/pekhatina-fusiona-dendiki.html

CERN, Mezintirîn Navenda Lêkolîna Fîzîka Dendikiya Cîhanê

CERN, mezintirîn labaratuwara dinyayê di warê Fîzîka zerreyên bingehîn û Fîzîka dendikî da ye. Ev navenda mezin û bêmînak di derdora bajarê Geneva û di sînora navbera Fransa û Suwîsrayê da hatiye avakirin. CERN, di 29ê Septembera sala 1954an da, ji aliyê Rêxistina Ewrûpiya Lêkolînên Dendikî va hatiye damezrandin û zêdetirî 61 salan e ku têda mezintirîn û bibandortirîn keşfiyatên dinyayê tên kirin. Gelek zaniyar û lêkolînerên cîhanê jiber xebatên xwe yên di wê navendê da, xelatên navendên herî binavûdeng yên dinyayê wek xelata Nobelê yên di warê zanistê da, bidestxistine û ev yeka han, nîşana girîngiya CERNê ye. CERN, bi dirêjahiya 27 kîlometreyan, bi forma bazinê, di kûrahiya 100 metreyan di binê erda 2 welatên Firansa û Suwîsrayê da, hatiye avakirin. WWW yan heman World Wide Web ku dibe Tora Cîhaniya Web’ê, yekem car ji aliyê Tim Berners- Lee di sala 1989 û Robert Cailliau di sala 1990 an da, li CERN, li ser navê ENQUIRE’ê, jibo danîna pêwendî di navbera zaniyar û lêkolînerên wir, hate avakirin. Internet, li CERNê keşf bû, di sala 1991an da yekem malper destbi xebatê kir û bikaranîna wê di 30ê Aprila sala 1993an da jibo her kesî azad bû.

Peymana damezrandina CERNê di 29ê Septembera sala 1954an da ji aliyê 11 dewletên Ewrûpaya Rojava va hate îmzakirin. Helbet ev yek bi avakirina Encumenke demkî, jibo çêkirina labaratuwaran di sala 1952an da, destpêbû. Aniha zêdetirî 20 dewletên ewrûpî, endamê vê rêxistinê ne. 2600 karmend, 7931 zaniyar û endaziyarên wê hene ku numayendeyên 580 zanîngeh û navendên lêkolînê yên 80 welatên cîhanê ne. Xebat û armanca serekeya CERNê, çêkirina alavên bilezkerên zerreyan(Tiny Particle Accelerator) û dezgehên din jibo lêkolînên fîzîkî di enerjiyên mezin da ye. Her 4 Xuyakerên mezin yên CERNê(Large Detectors: LHCb, ALICE, ATLAS and CMS), encama hevkariyên navnetewî ne. Navenda serekeya vê rêxistinê, li Meyrina ser bi bajarê Genevayê ye ku ji navendeke computeran pêkhatiye. Tenê di sala 2008an da, milyardek Dolar ji aliyê dewletên endam va, alîkarî ji CERN’ê ra hatiye veqetandin. Dewletên endam, her sal, 5 milyon Euro’yan didin rêxistina CERN’ê. Almaniya û Îngîltere, tenê jibo projeya LHC’iyê, heya niha zêdetirî 300 milyon Euro’yan xerc kirine. Armanca avakirina LHC yanê Lihevlêxînera Mezina Hadron’ê(Large Hadron Collider), peydakirina zerreyên pir pir biçûk yên etomên nû û peydakirina bersiva zaniyaran ya liser çawaniya avabûn û çêbûna dinyayê ye. Lihevlêxînera Hadroniya Mezin yan LHC, bilezkereke zereyan û lihevlêxînera, jibo nasîna baristeya maddeyên(mass) bi qasî ‎ cm, Ezmûna(ceribandina) modela standarda zerreyan, keşfkirina pêkhateyên peyda-nebuyî yên modela standard, Ceribandina Teoriya Makrowekhev û Teoriya Yekgirtina Mezin (Grand Unified Theories and Supersymmetry) e. Armanceke din ya girîn ji vê projeyê, keşfkirina zerreya bingehîna Higgs Boson’ê ye ku fîzîkzanan, zerreyên bingehîna wê, berê va pêşbînî kiribûn. Zerreya Boson Higgs, dibe sedema pêkhatina baristeya zerreyên bingehîn. Di vê labaratuwarê da, Proton di nava tûneleke 27 kîlometreyî da, bi lezeke pir mezin, lihev diqelibin, bi qasî 14 tirilyon Elektron Voltan, enerjiyê werdigrin û jiber vê lihevketina pir bihêz û mezin, îza Boson Higgs, tê xuyanê(qeyd dibe). Bilezdera han di 10’ê Septembera sala 2008’an da hate vekirin lê 9 rojan şûnda, jiber pirsgrêkên teknîkî û hilkişîna germahiya megnetên sûperderbasbar(super conductor) ku divê di germahiyên jêr da bixebitin, hate sekinandin. Lê cardin piştî 14 mehan di 21’ê Novembera sala 2009’an da, jinûva hate xebitandinê. Xuyakerên din(ALICE, ATLAS and CMS), jibo lihevqelibandin û lihevxistina Yonan û berhemanîna Plasmaya Quark-Gluon jî, tên bikaranîn û heya niha ew karîne di germahiya zêdetir ji 10 tirilyon dereceyan da, pilasmaya Quark-Gluon’ê, çêbikin.

Gihîştin bi leza, mezintir ji ya Ronahiyê

Di 22’ê Septembera sala 2011’an da, encumena OPERA’yê ya li navenda CERN’a nêzîkê bajarê Geneva Sûwîsrayê, di labaratuwara netewiya Gran Sasso ya Îtaliyayê, dane zanîn ku ew karîne muon neutrinos’an bi enerjiya ji 17 heya 28 Gev(Gîga Elektron Volt) di mesafeya 730 kîlometreyan da, bi leza mezintir ji ya Ronahiyê(by a factor of 2.48×10−5 (approximately 1 in 40,000)), bilezînin û wê bi alava xuyaker, detekt û qeyd bikin.

Jêder: https://en.wikipedia.org/wiki/CERN

https://en.wikipedia.org/wiki/Faster-than-light_neutrino_anomaly

https://en.wikipedia.org/wiki/Large_Hadron_Collider

Werger ji Ingilîziyê: Edo Makuyî, Muhendisê Şîmî, sala 2000 ji zanîngeha dewletê

http://www.hertist.com/732/cern-ci-ye

http://www.felsefevan.org/mezintirin-navenda-lekolina-fizika-dendikiya-cihane.html

http://www.niviskar.com/ku/lekolin/cern-mezintirin-navenda-lekolina-fizika-dendikiya-cihane-edo-makuyi

Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein

E=mc^2(Binavûdengtirîn Hevkêşeya Cîhanê)

Albert Einstein, xwediyê 2 teoriyên pir grîng û binavûdeng bi navên Nisbiyeta Taybet û Nisbiyeta Gîştî ye ku ya yekem di 25 saliya wê û ya duda jî di 36 saliya wê da, hatiye weşandin. Nisbiyeta Taybet, ji 3 fenomenan, ew jî di lezên pir pir mezin da, pêktê: Biçûkbûn û serhevdahatina Lorentzê ku heman daketina dirêjahiya cism di riya ku diherike da ye. Vebûn û berfirehbûna demê ku heman hêdîbûna demê ye.

Mezinbûna giraniya Baristeyê.

Tenê di Nisbiyeta Taybet e ku di suretên pir pir mezin da(di şertên ku suret di dema herikînê da naguhere û wekxwe dimîne- sureta neguher) meriv dikare baweriya xwe bi encamên wê bîne. Bi vê yekê tevgera Cîhana derdora me, di suretên pir pir mezin, bi riya qanûnên ku di jiyana me da nayên dîtin, dikarin bên şirovekirin. Wek mînak, dema ku cismek bi sureta nêzîkê leza Ronahiyê biherike, hingî dema ku ew derbas dike, pir pir hêdî û kin dibe. Hemû alî yan dûriyên wê jî, biçûktir dibin. Bariste yan cirma cismê ku bi leza ronahiyê diherike jî, îdî neguher nine, belke zêde dibe. Eger cismek bi leza ronahiyê biherike, hingî derbasbûn û herikîna demê jê ra disekine, dirêjahiya wê dibe sifir û bariste yan çiriya wê dibe bêsînor û vediguhere cirmeke pir pir giran. Yek ji encamên pir balkêş yên teoriya nisbiyeta taybeta Einsteinê, pêwendiya navbera dem û fezayê(navber) ye ku dibêje hemû tiştên dinyayê girêdayî hevodin nin û bandoran jî li hev dikin. Bi baweriya Newtonê, dem neguher û sabit e û di her dera dinyayê da jî tevgera wê yeksan e. Lê Einstein, îsbat dike ku ev yek ne rast e. Mînaka pir pir balkêş ku jibo şirovekirina vê meselê tê bikaranîn, wiha ye: eger ji 2 birayên ku cêwî ne, yek jê li ser erdê bimîne û yê din, bi keştiyeke fezayî ya bi leza nêzîkî ronahiyê ber bi esmîn yan galaksiyan, hereket bike. Dema ku 100 sal ji emrê birayê ser erdê, derbas bibe, birayê ku li keştiya fezayî ye, hê salek ji emrê wî derbas nebuye, yanê tenê salek kaltir buye!

Teoriya Nisbiyeta Gîştî:

Nisbiyeta Gîştî, jibo herikînên ku di dema herikîna wan da, sureta wan diguherin yan jî leza wan tê guhertin, tê bikaranîn. Leza Kêşa erdê, g ku heman 9,81m/s e jî, yek ji cureyên lezê ye. Nisbiyeta gîştî girêdayî lezê ye nek herikînê. Teoriya ku behsa cirmên xwedî leza kêş û navendî dike ye. Bi gîştî, li her dera dinyayê ku cirmek di cihên vala da hebe, sedîsed li derdora wê, lezek kaşok jî heye ku mezinahiya wê girêdayî baristeya wê cismê ye. Bi gotineke din, li derdora her cismekê, lezek heye. Nisbiyeta gîştî jî liser wan lezana disekine û dide zanîn ku bi dûrbûna her cismekî ji rûxar yan setha gerstêrkekê, derbasbûna demê jê ra hêdîtir dibe. Wek mînak, eger em kamerayek daynin ser saeta xwe û jê fîlm, bikşînin û yeke din jî daynine ser saeta kesê/a ku hildikişe jorê, ji erdê vediqete, ber bi esmîn diçe û em her du fîlmên han, di perdeyeka televizyonê da nîşan bidin û bidine ber hev, emê pir eşkere bibînin ku saeta ser erdê pir bileztir ji ya derveyî atmospherê dixebite. Encamên nisbiyeta gîştî pir balkêş in û îmkana pêkhatina wan jî dikare li labarutawaran, were ceribandin. Wek mînak, ronahiya ku digihîje derdora stêrgeke giran, hinek ber bi aliyê wê kaş dibe, ji riya xwe derdikeve û jêbadan diqewime. Reşçal (Reşçal: eger mezinahiya stêrgek çend qasî Rojê be û hemû ardû yan şewatokên xwe şewitandibe, jiber hêza cazibeya xwe ya pirbihêz, bariste yan çiriya xwe di nav xwe da digivişîne, dide ser hev û çaleke reş ku dişibe qîfan(Forma Şeytanokî), jê çêdibe ku hêza cazibeya wê pir pir mezin e û tu ronahî jî, nikare jê bifilite) jî ligor vê taybetmendiyê, tevdigerin. Cirm yan çiriya wan, ewqas giran û hecma wan ewqas biçûk e ku dema ronahî, ber ra derbas dibe, dikeve nav û îdî tu car, nikare jê derkeve. Riya me hemuyan, jibo carek jî bûbe, ketiye dukanên ku saetan difroşin û me gelek saetên biçûk û mezin dîtine ku li ser 10:10 deqeyan, tenzîm bûne lê me tu carî nepirsiye, çima! Albert Einstein, di teoriya nisbiyeta taybet da, li ser hereketa lezdar nesekinî û pey şirovekirina kêşa erdê neket. Ew behsa mijarên teoriya nisbiyeta gîştiya xwe ku yekem car hatibûn weşandin, kir. Teoriya nisbiyeta gîştî bû sedema guhertina çawaniya şirove û dîtinên berê yên liser kêşa erdê û di vê teoriya nû da, hêza kêşa erdê wek taybetmendiyeke fezayê hat dîtin nek mîna hêza di navbera cirman da, yanê tam berevajî tişta ku Newton gotibû! Di teoriya wî da, feza di kêleka maddeyê da hinek ditewe. Bi gotineke din, cirmên heyî, rê yan jî kêmtirîn bergiriya nava kevaneyan, hildibijêrin. Fikra Albert Einstein, pir ecêb bû lê dikarî bersiva qewimînên ku qanûna siqla Newtonê nedikarî wan şirove bike, bide. Gerstêrka Uranus, di sala 1781’an da keşif bûbû û bazineya(medar yan vedor) wê ya li dora Rojê hinekî ecêb yan jî xilloxwar bû! Zêdetir ji 50 salan, liser vê meselê behs hatibûn kirin. Ligor qanûna Newtonê, diviya ku cazibe û hêzek, bandorê lê bikira. Bi gotineke din, diviya ku gerstêrkeke mezin di aliyê din yê Uranusê da hebiya ku ev yeka han normal bihata dîtinê. Di sala 1846’an da stêrnasê Almanî, kameraya xwe danî ser nuqteya ku Le verrier, gotibû loma jî gerstêrgeke nû li wêderê dît ku paşê navê Neptonê lêkir. Nêzîktirîn nuqteya vedor yan medara gerstêrka Mercury yan heman Tîr bi Rojê, li her dor û zivirîna xwe ya salane, dihate guhertin û ev guhertin tu carî, 2 caran di nuqteyeke taybet da nediqewimîn. Stêrknasan wisa dizanîn ku ev tevlihevî û nerêkî jiber guhertina hêza kêşa gerstêrkên nêzîkî Etarudê ne! Mezinahiya ladan yan jêbadana medara Tîrê, 43 saniye qews bû. Ev hereket di sala 1845’an da ji aliyê Le Verrier’ê hate têderxistin, lê di dawiya dawî da bi riya teoriya nisbiyeta gîştiya Albert Einsteinê, hate şirovekirin. Teoriya nisbiyeta gîştî nîşan da ku ligor hendeseya neoqlîdosî(Non*Eukleides) û tam berevajî teoriya Newtonê, Hezîz yan Perihelion’a her cismekî zivirok, xwedî hereketekî taybet e. Dema ku formûlên Albert Einstein, liser gerstêrka Mercury hate bikaranîn, derket holê ku guherînên hezîza wê tam ligor formûlan e. Gerstêrkên ku mesafeya wan ji Rojê, zêdetir ji mesafeya Tîr heya Rojê ne, cihguhertina hezîza wan hêdîhêdî zêdetir dibe. Balkêştir ji fenomenên jorê, 2 mijarên nû bûn ku tenê teoriya Albert Einstein, dikarî wan pêşbînî bike. Ya yekem ew bû ku bi dîtina Albert Einstein, qada megnetîka pirbihêz, dibe sedema kêmbûna lerizîn û hejheja(irti’aş) etoman. Ev yek jî daketina leza guherîna cihê xêzên spectruman ber bi aliyê rengê sor erê dike! Dema stêrkek pir pir germ û kelok dibe, ligor formûlên berê, ronahiya wê divê ku şîn be, lê di pratîkê da sor e, gelo emê li ku karibin tîna mezin û hêzên kêş yên pirbihêz, peyda bikin, bersiv, Kinikên Sipî ne. Zaniyaran destbi lêkolînên berfireh liser teyfên kinikên sipî, kirin û cihguhertina ku hatibû pêşbînîkirin, bi çavê xwe dîtin! Navê wê guhertina cihan, cihguhertina Albert Einstein, danîn. Albert Einstein digot ku meydana kêş dibe sedema ladan û jêbadana şuayên ronahiyê, lê gelo ev yek dikare bê ceribandin. Eger stêrkek di pişt Rojê da, tam di imtidada rûxara wê da be, di dema Kusûfa Rojê da bê dîtin û em dewsa wan ligor dema ku em Rojê tune hesav bikin, bidin berhev, hingî dê ladana ronahiya wan misoger be. Tam wek dema ku hûn tiliyên destê xwe li ber çavê xwe û di mesafeya 8 santîmetriya wê da daydidin û carek bi çavê çepê û carek din jî bi yê rastê, lê mêze dikin, ji we tirê dewsa tiliyên we tê guhertin, lê di rastiyê da ne wisa ye û ew di dewsa xwe da ne! Zaniyaran di dema Kusûfê, li girava Principe’eya Rojavayê Afrîqayê da, dîtin ku ronahiya stêrkan dewsa ku rasterast û dîrekt hereket bikin, nêzîkî Rojê, jiber hêza kêşa Rojê, ditewin û wek kevanekan dibin. Ev yek dide xuyakirin ku em şûn û cihên stêrkan, hinek joratir ji cihên wan yên rastîn dibînin. Hemû serketinên teoriya nisbiyeta gîştiya Einstein, derbarê stêrkan bû, lê piraniya zaniyaran di hesreta vê yekê da bûn ku karibin wan di labaratuwaran da biceribînin. Teoriya Albert Einstein, maddeyan wek pakêteke givaştî ji enerjiyê, didît loma jî her du vediguherîne hev, yanê madde dikarî biguherta forma enerjiyê û enerjî jî dikarî veguherta maddeyê. E=mc2. Ji nişkê va, zaniyaran bersiva piraniya pirsan peyda kirin. Radiyoektîv, bi riya vê hevkêşeyê pir bi hêsanî hate şirovekirin. Zaniyaran têderxistin ku her zerreya maddî, ji dijmaddeyeke bi qasî xwe, pêktê û zanîn ku madde û enerjî, tu caraî ji hevodin nayên veqetandin. Heya ku Albert Einstein nameyek ji serokomarê Amerîkayê(letter to President Franklin D. Roosevelt) ra nivîsî û tê da wiha got: Meriv dikare maddeyê veguherîne enerjiyê û jê Bombeke Etomî berhem bîne loma jî serokomarê Amerîkayê, fermana damezrandina rêxistineke mezin da, ku bombeya etomî çêbikin. Jibo qelişandinê, dendika etoma Uranium’ê hate hilbijartin. Uranium elementeke ku di qaşila erdê da pir e. 2 giram di her tonek keviran da! Yanê 400 carî zêdetir ji zêrê, lêbelê Uranium gelek pergende û belavela ye. Di sala 1945’an da, têra çêkirina bombeya etomî, Uranium hate berhevkirin û karê çêkirina bombeyê, di labaratuwareke bajarê Los Angeles’ê bi serpereştiya fîzîkzanê Amerîkî Robert Oppenheimer, destpêbû. Ceribandina amûreke wiha di pîvaneke biçûk da mumkin nibû. Bombe, divê yan di raserî mezinahiya kirîtîk da be, yan jî qe nebe, loma jî yekemîn bombe, jibo ceribandinê hate teqandin. Ew di saet 5,5’ê sibeya roja 16’eyê July’a sala 1945’an da pêkhat(25 Tîrmeha sala 1324’an) û hêza teqîna ku beramberê 20 hezar ton T.N.T’yan bû, jê azad bû. 2 bombeyên din jî hatin çêkirin. Bombeyek Uranium’ê bi navê Kurikê ku dirêjahiya wê 3,6 metre, kêşa wê 5,4 ton û ya din jî Mêrê Qelew bû ku tê da Plutonium jî hebû. Ya yekem liser Hiroshima û ya din jî liser Nagasaki’yê hate avêtin. Sibeya roja 16’eyê Aguest’a sala 1945’an di saet 10:10 deqeyan da, bajarê Hiroshima bi teqîna etomî bi erdê ra bû yek û hilweşiya. Bi bombarana Hiroshimayê, dinya teze hay ji xwe bû, çimku 160000 kes mirin, ew jî di rojekê da û ev karesata mirovî, bû sedema hişyarbûna wûjdana razayî ya fîzîkzanan! Oppenheimer ku berpirsê projeya bombeyê bû, tevî kesên din ji ezaba wûjdana zêde, bertekên tund nîşan dan loma jî hatin girtin û zîndankirinê. Albert Einstein, ragihand ku eger qirar be ku cardin were dinyayê, ew hez dike ku bibe lûlekêş nek zaniyar!

Hin Encamên Teoriya Nisbiyetê:

Einstein bi teoriya nisbiyeta taybeta xwe nîşan da ku, her 3 qanûnên Newtonê, tenê di şertên taybet da, ew jî teqrîben rast in nek bi temamî, çimku dema leza ecsam zêde dibe û digihîje leza ronahiyê, hingî bi tu awayî, qanûnên Newtonê, nikarin jê ra bên bikaranîn û encamên wê pir ji rastiyê dûr in. Teoriya nisbiyeta gîştiya wî jî, nîşan da ku teoriya Newton ya liser qanûna cazibeya gîştî jî, pir rast nîne û di meydanên cazibeya pirbihêz da, formûla Newtonê dikeve ber behs û gengeşiyên ciddî. Lêkolîna ser hereketa gerstêrka Mercury li dor Rojê, ji mêj va ye ku bala stêrnas û fîzîkzanan kişandibû ser xwe. Pirsgrêk dema destpêkir ku stêrnasan têderxistin ku sefheya ku Etarud tê da li dor Rojê dizivire, bixwe jî hereketa wê heye. Ev hereket pir bi zelalî tê dîtin. Pîvandinên grêdayî hereketa Mercury’yê, nîşan didin ku ev hereket di her sedsalekê da, 43 saniye ye(Li vir mebest ji saniyeyê yekeya pîvandina kevanekê ye ku dibe 1/3600 dereceyan). Her çend ku 43 saniye di 100 salan da, pir pir kême bitaybet jibo salekê, lê qanûna cazibeya gîştiya Newtonê, nikare wê şirove bike. Newton digot ku ronahî di riyek dîrekt da hereket dike lê Einstein, nîşan da ku eger cismek xwediyê meydaneke cazibe ya pir mezin be û ronahî ji kêleka wê derbas bibe, hingî ladan û jêbadan ji mesîra Rojê diqewime. Mijarên din ku meriv dikare ji qanûna nisbiyeta gîştî, derxe, ew e ku ronahiya stêrkên ku meydanên megnetîka wan pirbihêz in, di dirêjahiya pêlên wan da, di nav riya ku ber bi erdê va tên, guhertin çêdibe. Ev bandor ku jê ra Red Shift, dibêjin dibe sedema mezinbûna dirêjahiya pêlên ronahiya van stêrkan. Ev mesele ku dîsa bi qanûnên Newtonê naye analîzkirin, bi riya hevkêşeyên teoriya nisbiyeta gîştî, pir hêsan tê modelkirin.

Gelo Erd di çaleke Feza*Zeman da cih girtiye?

Dem û feza, ligor teoriya nisbiyeta Einstein, bi hevodin ra hatine hûnandin û bûne sedema çêbûna pêkhateya tar û pûdî ya çaralî(4D) ya bi navê Feza-Zemanê. Bariste yan çiriya pir mezin ya erdê, buye sedem ku ev pêkhate, bi forma çalekê were xuyan. Wek kesekî/ê giran ku di nîveka doşikek bi bayê dagirtî, rûniştibe(Her çend ku em tewîn, çemîn yan kevanekên Feza* Zemanê yên wiha, bi piranî li derdorên baristeyên pir giran û zev givaştîtir yên wek Reşçalan, Stêrkên Notronî û Kinikên Sipî, dibînin lê eger em hûr û kûr û bi diqqetek zêdetir li diyaspora derdora ecramên ku baristeyên wan kêmtir in yên wek erdê, binêrin û liser wan bisekinin, emê karibin çemîn yan tewînên Feza*Zeman yên ku baristeya erdê buye sedema wan, pir baş bibînin ). Ligor teoriya nisbiyeta gîştiya Einsteinê, hereketa ecsam di pêkhateya tar û pûdî ya Feza* Zemanê, pêktê. Yanê cism di dema ku hereket dike, ew di bin bandora forma Feza*Zemana ku tê da ye, dimîne. Ligor vê teoriyê, kêş yan giraniş dibe sedema guhertina forma pêkhateya Feza*Zeman û di encama wê da, hereketa cism jî jiber meydana kêşa erdê, tê guhertin. Bi gotineke din, ligor Einstein, kêşa erdê, hereketa ecsam di mesîra tewyayî ya pêkhateya Feza*Zeman ya li dora cisma giran e. Yanê dema ku erd di vedorek da li dora Rojê dizivire ligor nisbiyetê, jiber kevaneka Feza*Zeman ya li dora Rojê, ev yek pêktê. Eger erd neguherbar û sabit biba, hingî tu pêwîstiyek jibo lêkolîna han tune bû, lê jiber ku erd li dora xwe dizivire, loma ev çemîn jî divê bi erdê ra, bizivire. Erd bi badan û alandina hêdî ya pêkhateya Feza*Zemanê ya li dora xwe, wê dike wek pêkhateyeke zivirokî ya çendalî? Ev yek jî buye sedema şandina Satelite’a GP-B ber bi fezayê ku divê liser kêşa erdê, lêkolîn û pîvandinên pêwîst bike.

Jêder: Malpera Hefttîr ya Farsî û Wikipedia

Wergêr: Edo Makuyî, Endazyarê Kîmiyayê, Ji zanîngeha Dewletê, salên 1997-2000

http://forum.haftir.ir/thread-1954.html

http://www.felsefevan.org/teoriyen-nisbiyeta-taybet-u-gisti-yen-albert-einstein.html

https://en.wikipedia.org/wiki/Albert_Einstein

http://www.zoomit.ir/articles/etc/21166-einistein-and-relativity

Heft Keşfkirinên Sosret yên Zanista Fîzîkê

Di salên derbasbuyî da, bi keşfbûna domdar ya çend mijarên girîng di warê Fîzîkê da, 7 beşên sosret ji zanista Fîzîkê, eşkere bûn. Li gor kovara zanistiya Live Sience, heft mijarên sosretên zanista Fîzîkê yên nû, ji pevgrêdana tîrêjên ronahiyê bigire heta keşfkirina Dijmaddeyê, hatine keşfkirinê. 7 beşên navbirî, karîne gelek warên nedîtbar û nehestbarên cîhanê, ji me ra eşkere bikin.

Dorpêçkirina Cêwiyan:

Yek ji ecêbtirîn pêşbîniyên teoriya Kuwantomê ewe ku em dikarin zerreyan têxin davê û bi vê yekê eger zerre li fezayê ji hev dûr bibin jî, bi qewimîna fenomena, yek ji wan zerreyên navbirî, dê ewên din jî reaksiyonê nîşan bidin. Par zaniyaran, ragihandin ku ew di pîvandina mezinahiya pevgirêdana zerreyan di sîstemeke nû ji zerreyan, biserketine û ev sîstem ji cotek zerreyên hejhejok pêktê. Yekem care ku zaniyaran karîne modela herikîna zerreyên dorpêçbuyî bidestxînin. Fenomena ku dikare bibe mînakek ji cîhana mezintir ji zerreyan. Pevgirêdan yan gillêkirina Ronahiyê: Me heya niha wisa dizanî ku Ronahî, dîrekt diherike lê vaye zaniyaran têderxistine ku em dikarin Ronahiyê gilê(girêk) bikin. Lêkolîneran di raportek da ragihandine ku ew bi alîkariya Holograma ku bi riya computerê kontrol dibe, karîne Tîrêjên Leyzerê bi hev ra girêbidin. Holograma ku herikîna Ronahiyê kontrol dike, wisa hatiye çêkirin ku karibe ronahiyê di forma taybet da, ber bi aliyek taybet kaş bike. Di vê têderxistina nû da, ji beşeke zanista Matematîkê ya bi navê girêk, jibo vekolîna ser girêkên pêkhatî ji Ronahiyê, mifa hatiye wergirtin.

Berhemanîna zerreyek nû ya Dijmaddeyan:

Bi bihevxistin û lihevketina 2 zerreyan di leza nêzîkê leza ronahiyê di alava bihevlêxera(accelerator) dendikî da, zaniyaran karîne maddeyek nû ku heta niha nehatibû dîtin, keşf bikin: Anti Hypertriton. Ev zerre ji gelek aliyan va pir pir ecêb e, çimku ew maddeyek normal nîne û dijmadde ye, loma jî dema ku bi maddeyek normal ra pêwendî dêdide, wê jiholê radike. Ji wê maddeya biyanî ra Anti Hypertriton tê gotin, çimku ji beşên pir sosret ku Kuwarkên biyanî tên bilêvkirin, pêktê. Çêkirina Nuqteyên Megnetîk yên noqbuyî û daliqyayî jibo gihîştin bi enerjiya dendikiya gerdûnî: Enerjiya Dendikiya ku ji pevgirêdana dendikê etomên nava stêran, berhemtê, yek ji armancên herî mezin yên mirovan e, ku ew bi salane li pey pêkanîna wê da ne. Eger zaniyaran karibin wê bidestxînin, dê destê wan bigihîje jêdereke pir pir bihêz û mezin, ji enerjiya ku bandorên neyêniya wê liser jîngehê jî pir pir kêm e. Di sala 2010an da bi ragihandina çêbûna Megnetên Daliqyayî yan Noqbuyî ku dikarin enerjiya han berhem bînin, me gaveke girîng ber bi berhemanîna wê jêdera mezin avît û em pir pir lê nêzîk bûn. Ronahî dikare maddeyê, qet bike: Em dizanin ku çemandin û jêbadana ronahiyê bi riya maddeyê, karek normal û hêsan e lêbelê çemandina madde bi riya ronahiyê yek ji ecêbtirîn fenomenên heyî ye ku Fîzîkzanan karîne bigihîjine wê. Di Marça sala derbasbuyî, di testek da, zaniyaran karîne gurzek ji Robanên Nano Zerreyan bi lihevketina wan ya bi Tîrêjên Ronahiyê ra, forma wan veguherînine Forma Xelekxelekî yan Siroyî(Helix—Vortex).

Cêwiyên(3) Sosret:

Zaniyaran bi bikaranîna Etomên Lîtyomê, karîne yek ji sembolên serdema kevn ya Matematîkê ya bi navê Xelekên Biromînê, jinûve bixulqînin. Hejmara xelekan sisê ne û her sêk jî di nav hev da alyane, lê bi hildana yek jê, her sê xelek ji hevodin cihê dibin. Fîzîkzanan, ji mêj va dizanîn ku zerreyan dikarin xelekên wiha lihevalyayî pêkbînin, lê heya niha tu kes nekarîbû wê sembolê çêbike. Xelekên han di Decembera sala 2009an da, 40 sal piştî ku fîzîkzanan wê taybetmendiya zerreyan, pêşbînî û texmîn kiribûn, hate eşkerekirin.

Soup Quark-Gloun:

Beşeke din ya pir sosret ji zanista Fîzîkê jî bi riya lihevlêxera(accelerator) Brookhaven, di destpêka sala bihorî da hate keşfkirin. Ev alav di testek da karî pêkhateyek ji quark*gluon yan soup quark*gloun pêkbîne ku têda proton û notron, dikarin bişkên û veguherine beşên xwe yên bingehîn wek quark û glounan. Ev test bi riya lihevxistina pir pir bihêz ya etomên zêr di germahiya 4 tirilyon dereceya Sîlîsyûsê da hatiye pêkanîn, germahiya ku 250 hezar carî ji ya navenda Tavê jî germtir e û ew germahî û rewşa ku jê pêktê dişibe rewşa dema ku dinya hê nû hatiye çêkirin. Ew germahî, mezintirîn germahî ye ku heta nika li ser ruyê erdê hatiye pêkanîn.

Jêder: Live Science

Werger: Edo Makuyî(Endazyarê Kîmiyayê, sala 2000 ji zanîngeha dewletê)

Çavkanî biguhêre

Edo Makuyî, Zanist jî bi Kurdî Xweşe, 2014: https://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AEk%C3%AEpediya:D%C3%AEwan/tevl%C3%AEhev#Xebat.C3.AAn_Ziman.28Edo_Makuy.C3.AE.29 PDF'a pirtûka Zanist jî bi Kurdî Xweşe: http://www.niviskar.com/ku/lekolin/big-bang-xwexwe-avabuna-gerdun-u-teoriyen-stephen-hawking-werger-edo-makuyi Xebatên Ziman: http://www.niviskar.com/ku/jiyan-u-biranin/xebaten-zimanedo-makuyi

Gerdûn biguhêre

Gerdûn 46.161.196.167 18:27, 25 îlon 2022 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Fizîk".