Gotûbêj:Antîgonî (pirtûk)

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Balyozxane ve di mijara Antîgonî an Antîgonê ? de

Çima ne Antîgonê?--GeorgeAnimal. 18:19, 22 kewçêr 2012 (UTC)

Di yewnanî de wisa tê xwendin (Αντιγόνη yewnanîya nû ye, mi di http://translate.google.com/#el/en/Αντιγόνη de jî da xwendin tiştek wisa dibêje). bi îngilizî jî mîna entiginî tê xwendin. dîsa jî bi kurdî niza kîjan baş e. --Bikarhêner:Yekinty
Silav Yekinty
gelek spas bo agahdarkirinê, ez ji latînî û elmanî [eː] nas dikim.Varyanta te jî rast e.Mirov dikare hemû varyantayan li vir binivîsîne.Tu çi dibêjî?.silavên germ--GeorgeAnimal. 20:44, 22 kewçêr 2012 (UTC)
dem baş. Ne zimanzanim, lê wekî ku ez zanim, wexta peyvek yan jî navek ji zimankî derbasî yekî din dibe pirr carî mîna berê namîne. Herkes li gorî şîveyê xwe wê asîmîle dike. Dema ez Antigonî dixwînim tenê a yê pêşê û î yê dawiyê dişidînim ku bi min pirr bi kurdî nemîna ye. di şûna i de î bê nivîsandin baş xuya dike, (angonî) . lê tu bêjî a dawiyê ê be ya î, bawer kî bêqerarim. --Yekinty. 22:05, 22 kewçêr 2012 (UTC)
Dema we xwesh be. Bi ya min bila Antîgone be... Heger ez ne çewt bim, Antîgonî/Entîgonî weke bilêvkirina îngilîzî ye. Xebatxwesh --MikaelF (gotûbêj) 06:38, 23 kewçêr 2012 (UTC)

Antîgonî an Antîgonê ? biguhêre

Silav @MikaelF, Ghybu, Guherto, Balyozxane, Gomada, û Bikarhêner: @Jiju, Mohajeer, Penaber49, KelêÛxelfetî, Biyolojiyabikurdi, û Ferrus: @GPinkerton, Pispor, Bibliophile, Rewiye tine, û Ahmetbeg: Ez ne zimannas im. Lê bi helwesta min Antîgonê ji ji Antîgonî çê tire . Mesela em Persefonê , Hekabê , Selênê hwd . dinivîsin. Tîpa e di dawiyê de dibe ê û ne î . Erê ew berhema klasîk ji aliyê Tahirxan Giravî hatiye bi Kurdî wergerandin. Lêbelê, gelek nivîskar guh nadin rastnivîsek hevgirtî. Wek mînak Tahirxan Giravî navê Sofoklês wek Sofoklîs nivîsiye. Wergerê kurd Kawa Nemir di wergera xwe ya " Hamlet Mîrzayê Denmarkê " de Danîmarka wek Denmark dinivîse. Avestaboy (gotûbêj) 18:07, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Silav @Avestaboy Gotar li ser pirtûkekê ye. Yan navê orîjînal an jî navê wergerê divê were bikaranîn. Ger wergereke din tinebe, ne hewceyî guhartinê ye. Divê wekî Antîgonî bimîne. --Balyozxane (gotûbêj). 18:14, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Silav @MikaelF armanc? Mijar li vir ne karekterê. Wergera pirtûkekê ye. --Balyozxane (gotûbêj). 18:15, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Ew ema berhemeke klasîk e û ne yek e nûjen . Mesela pirtûka Les Misérables bi Kurdî bi sernavê Mirovên hejar hatiye wergerandin. Ew ne problem e . Ema Tahirxan Giravî bi wergera xwe ya berhema klasîkî ve rastnivîsa Kurdî paşguh kiriye . Û ev pirsgirêk e. Lê em dikarin binivîsin ku pirtûk bi vê sernavê hatiye wergerandin. Avestaboy (gotûbêj) 18:25, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Heta ku wergereke nû çêbe, em mecbûr in li siya vê xeletiyê herin, mixabin. Înşela demeke zû de çêbe --Balyozxane (gotûbêj). 18:31, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane:Ez hêvî dikim ku rastnivîsîna rast dê di çapek paşîn de were bikar anîn. Lê carinan pirtûkên bi sernavên cuda têne wergerandin.Mesela, min gotarek li ser pirtûka Le Comte de Monte-Cristo nivîsî. Wergera yekem bi sernavê " Mîrê Monte Krîsto " bû, paşê weşanxaneyeke din bi sernavê Kontê Monte Kristo roman wergerand, paşê min sernavê nû li kêleka sernavê yekem nivîsand. Avestaboy (gotûbêj) 18:48, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy Erê dema ji yekî zêdetir werger hebe, mirov dikare yekî hilbijêre. Destxweş. Lê birêz @MikaelFî rûpel xira kir. --Balyozxane (gotûbêj). 18:54, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Antîgonî (pirtûk)".