Gomada[1] an jî Gaumāta[2] (bi farsiya kevn: 𐎥𐎢𐎶𐎠𐎫, lat. Gaumāta bi tîpên li nivîskên Bêstûnê) serhildêrekî medî bû ku bixwe ji êla magiyan bû. Di sala 522yên berî zayînê de piştî serhildana (destpêka serhildanê : 11ê adarê) xwe demekê dibe desthilatdarê Împeratoriya Hexamenişî. Di 29ê îlonê de, serhildana wî bi alîkariya generalên (Vîdafarna, Gobriyas, Vîdarna) Daryûs I hatiye şikandin. Piştî ku Daryûs Gomada dîl girtiye, ew daye kuştin û ji bo ku ti kes mîna wî serî hilnede, li Bêstûnê li ser zinarekî wêneyê Gomada yê ku li bin lingên Dara mîna êsîrekî ye hatiye xêzkirin. Gelek magiyên ku parêzvanên dînê Zerdeşt bûn ji aliyê Dara ve hatine kuştin û şikandina serhildana Gomada weke cejnê hatiye îlankirin. Navê vê cejnê Begadayîş[3] (ev nav ji heyva ku Gomada tê de têkçûyî tê) an jî li gorî Hêrodotos Mogudayis (tê wateya kuştina magiyan) bû. Her sal di vê rojê de magî nikarîbûn derkevin derve ji ber ku heke derketibana wê hatibana kuştin.

Gomada
Bêstûn: Wêneyê herî mezin ê Dara ye, li bin lingê wî Gomada li erdê ye
JidayikbûnSedsala 6an b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pasargadae Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin522 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pasargadae Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêStab wound li ser wîkîdaneyê biguhêre(Mêrkujî)
Pîşe
  • Desthilatdar li ser wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
Hevjîn
  • Atossa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Teswîrkirina serhildêrên ku bûbûn bendeyên Daryûs

Wergera nivîska li Bêstûnê biguhêre

Li jêr wergera nivîsên li Bêstûnê yên derbarê Gomada de hene.[4]

  • (Benda 10an) Şah Daryûs dibêje: Tişta di dorê de piştî ku ez bûme şah pêk hat. Kurekî Kûruş, yê bi navê Kabûjiya (en) (bi yewnaniya kevn: Καμβύσης, lat. Kambū́sēs; bi latînî: Cambyses), yê ji xanedaniya me berî min li vir key bû. Birayekî Kabûjiya yê bi navê Bardiya hebû ku dê û bavên wî heman dêbavên Kabûjiya bûn. Piştre, Kabûjiya Bardiya kuşt. Hinga Kabûjiya, Bardiya kuşt ev ji aliyê mirovan ve nedihate zanîn. Piştî vê re Kabûjiya çû Mudrayayê. Dema Kabûjiya di nava Misirê de rêwîtiya xwe berdewam dikir, mirov bûne dijmin û derew belav bûn li welat, li Persiya û Medya û satrapiyên din jî.
  • (Benda 11an) Şah Daryûs dibêje: Piştre zilamek hebû bi navê Gomada, ku magî bû, li Payşiyavada (Paišiyâuvâdâ)[5], li çiyayekî bi navê Arakadrîş serhildan pêk anî. Di roja çardehê meha Viyaxana (11ê adarê) de serî hil da. Wî ji mirovan re derew kirin û got: "Ez Bardiya me, kurê Kurûş û birayê Kabûjiya im." Piştî vê re hemû mirovan serî hil da û ji Kabûjiya serkevtin bi dest xistin, li her du satrapiyên Medya û Persiya, herwiha li satrapiyên din jî. Wî keyanî zemt kir; di roja nehem a meha Garmapada (1ê tebaxa 522ê b.z.) de wî keyanî zemt kir. Piştre Kabûjiya ji sedemên xwezayî jiyana xwe ji dest da.
 
Daryûs û li bin piyê wî Gomada li erdê dirêjkirî ye
  • (Benda 12an) Şah Daryûs dibêje: Keyaniya ku Gomada yê magî, ji destê Kabûjiya stendî hertim ya xanedaniya me bû. Piştî vê re, Gomada yê magî, desthilatdariya Kabûjiya ji Persiya û Medya, û satrapiyên din têk bir û li gorî dilê xwe tevgeriya. Ew bû şah.
  • (Benda 13an) Şah Daryûs dibêje: Ti kes nîn bû, ne persiyek ne mediyek ne jî yekî ji xanedaniya me ku keyaniyê ji destê Gomada yê magî bistîne. Mirov ji wî pir ditirsîn, ji bo ku wî gelek mirovên ku Bardiyayê rastî nas dikirin kuştibû. Ji ber vê sedemê wî ew kuştibûn, lewma di got "belkî mirov nizanibin ku ez ne kurê Kûruş, Bardiya me". Heta ez ne hatim, ti kes nîn bû ku li dijî Gomada yê magî wêrek be û derkeve hemberê wî. Min ji Ahûramazda re dia kir; Ahûramazda alîkariya min kir. Di roja dehem a meha Begadayîş (29ê îlonê) de min, bi hindik zilaman re, Gomada yê magî û serkirde yên bi wî re kuştin. Li keleha Sîkayauvatîş a Nîsiya ya li herêma Medya ew kuşt; min desthilatdariya wî têk bir. Bi rûmetiya Ahûramazda ez bûme şah; Ahûramazda keyanî da min.
  • (Benda 14an) Şah Daryûs dibêje: Min keyaniya ku ji destê me hatibû stendin, dîsa bidest xist û ji nû ve li ser bingeha wê damezrand. Min perestegehên ku Gomada yê magî xera kiribûn û mêrgeh, û cihên ku mirov lê dijîn û malên ku Gomada yê magî desteser kiribûn, ji bo mirovan nû kirin. Min mirov li cihên wan niştecih kirin, mirovên Persiya û Medya û yên satrapiyên din. Min ew restore kirin mîna rewşa berî desteserkirinê. Min ev bi rûmeta Ahûramazda kir, ez xebitîm heta min xanedaniya me weke rojên berê damezrand; ez xebitîm, bi rûmeta Ahûramazda, lewma Gomada yê magî nekarîbû desthilatdariya mala me têk bibe.
  • (Benda 15an) Şah Daryûs dibêje: Piştî ku ez bûme şah min ev tişt kir.

Nêrîna dîroknasên hemdem biguhêre

Li gorî hinek dîroknasên hemdem, Gomada kurê Kûruş ê rasteqîn Bardiya ye û ji ber ku Şah Daryûs xwestiye hikûmdariya xwe qewîn bike, agahiyên cuda di derbarê Gomada de belav kirine.[6][7] Şah Daryûs heman tişt ji bo serhildêrên din jî kiriye. Mînak, di biwara serhildêrê babîlî Nîdîntu-Bêl de li nivîskên Bêstûnê wisa hatiye nivîsîn; ″Û zilamekî Babîlî yê bi navê Nîdîntu-Bêl, kurê Kîn-Zêr, li Babîlê serhildanek da destpêkirin: wî ji mirovan re derew kir û digot, Ez Nebukadnezar im, kurê Nabunaîta..″[8]

Herwiha bibîne biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "MED KARTALI FERWERTİŞ - med kartalı ferwertiş". web.archive.org. 26 hezîran 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 hezîran 2011. Roja gihiştinê 23 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "The Behistun Inscription: translation, part 1". web.archive.org. 24 adar 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 adar 2015. Roja gihiştinê 23 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "The Behistun Inscription: translation, part 1". web.archive.org. 24 adar 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 adar 2015. Roja gihiştinê 23 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "The Behistun Inscription: translation, part 1". web.archive.org. 24 adar 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 adar 2015. Roja gihiştinê 23 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Paišiyauvada". web.archive.org. 17 çiriya paşîn 2011. Ji orîjînalê di 17 çiriya paşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 gulan 2022.
  6. ^ Axworthy, Michael Iran: Empire of the Mind
  7. ^ Olmstead, A.T. History of the Persian Empire
  8. ^ "The Behistun Inscription". web.archive.org. 13 çiriya pêşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 çiriya pêşîn 2012. Roja gihiştinê 23 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve biguhêre