Gola cemedê

Gola ku ji hêla qeşayîyeke helandî çêdibe

Sê cure golên cemedê hene:

Chola

1) Di dema çarem ya jeolojiyê de dinya pir sar bûye û gelek dever cemed girtiye. Li hin deran cemedê erd verotiye û kortên mezin çêkirine. Piştî ku dema cemedê derbas dibe û dinya germ dibe ev kortên ku cemedê çêkiribûn bi avê tije dibin û dibin gol. Hin ji van golan pir kûr in.

2) Cemed li hin deran şujik û keviran li ber çemekî dicivîne ser hev û pêşiya ava çem dike wek bendekê. Ev benda dibe sedem ku li ber ava çem gol çêbibe. Ji van golan re gola bendî jî tê gotin.

3) Li ser hin çiyayên bilind berfên herdemî (yên ku bi tevayî nahelin) hene. Ev berf di nabêna berf û cemedê de ye. Ava ku ji van berfan diherike li jêr di kortekê de kom dibe û dibe gol. Ji van golan re golên sîrkî tê gotin. Hin ji van golan pir biçûk in.

 Ev gotara erdnîgariyê, li ser bingeha Ferhenga Erdnigariyê hat nivîsandin.