Gogsî herêmek û "bucakek" li navbera Qereyazî û Xinûsê ye. Navê xwe ji Çemê Goksiyê (bi romîkî: göksu) an jî Çemê Sêvan) girtiye û ji 10-15 gundan têhev. Navenda vê herêmê gundê Koça(n) (tirkî: Göksu) ye. Goksî di dema osmaniyan de nahiyeke li ser navçeya Xinûsê bû ye. Gelheyê we bipirranî kurdên busilman bû ne. Belê gelek kesên fileh (ermenî) ji li gundên Goksiyê jiyane. Heya îro jî xirben dêrên ermeniyan li hin deran hene. Kurdên ku li vê herêmê akincîh ne, ji êla Zirkan a ku ji Lîceyê û Pîranê bi destê osmaniyan hatine koçberkirinê serhedê. Di destpeka sedsala 20emin de ji gelekî mihacirên kurd ji Qersê û Çewlikê hatine li gundên herêmê bicihbûne.