Glamorgan (bi walesî: Morgannwg an Sir Forgannwg; an bi inglîzî: Glamorganshire) wîlayetek Walesê ye. Berê wîlayetek îdarî bû. Paytexta wê paytexta Walesê e: Cardiff.

Glamorgan
Morgannwg
Historic county of Wales û historic county of the United Kingdom Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Glamorgan li ser nexşeya Keyaniya Yekbûyî nîşan dide
Glamorgan
Glamorgan
Koordînat: 51°40′0″Bk 3°40′0″Ra / 51.66667°Bk 3.66667°Ra / 51.66667; -3.66667
Welat Wales
DewletKeyaniya Yekbûyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Merkeza îdarî
Nifûs
1.321.256 (2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Glamorgan beşek ji keyaniya Glywysing (en) bû. Di dema Morgan Henê de, di dema sedsala 10-an de, Glamorgan wekî bi walesî: Gwlad Morgan hate nas kirin. Welat di serdema Normanî de bû "Lordship of Glamorgan (en)". Glamorgan di 1536 de bû wîlayet (bi inglîzî: county an shire).[1]

Glamorgan gelek kanên komirê bûn. Li geliyên Glamorgan gelek gundên madenê hene, lê komkirina komirê êdî bidawî bûye. Pîşesaziyên pola û hesin di Glamorgan de di sedsalên 18 û 19 de, nemaze li Merthyr Tydfil (en) û Margam (en), pêşve çûn. Piraniya pîşesaziya nûjen nêzîkê otobana M4 (M4 motorway (en)) û nêzîkê Cardiff e. Cardiff bi orjînal bendergeh bû û bû paytexta Walesê û hem jî Glamorganê.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Cannon, John; Crowcroft, Robert (2015). "Glamorgan". A Dictionary of British History (Çapa 3-an). Oxford: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-175802-7. OCLC 915595358.

Girêdanên derve biguhêre