Ginî[1], yek ji xwebinavkirinên Kurdên Zazakîaxêv e. Li herêma Qoçgirî û Sêwasê Kurdên bi Zazakî (Dimilî, Kirmanckî, Kirdkî) diaxivin ji zimanê xwe re dibêjin Ginî. Kurdên Zazakîaxêv xwe bi hin navên cuda binavdikin. Li herêma Dêrsîmê ji xwe re dibêjin Kirmanc û ji zimanê xwe re jî Kirmanckî. Li herêma Çewlîgê Kird û ji zimanê xwe re Kirdkî yan Kirdî, li herêma Sêwêrekê ji zimanê xwe re dibêjin Dimilî. Zaza yan Zazakî binavkirineke derveyî ye. Ango kesên ku ne Zazakî diaxivin bi vî navî binavdikin.

Not biguhêre

  1. ^ Gînî herwiha navê eşîra kesên ginîaxiv e. Ev eşîr şaxeke eşîra Qerebalan a ji rojavayê Dêrsimê bûye û berê sedsalan koçberê Sêwasê bûye: ji vira jî çend malbatên wan bi eşîra koçgirî ve koçê Sarizê û Edene bûne.