Gever (bi tirkî: Yüksekova) yek ji navçeyên Colemêrgê ye û navçeya herî mezin a Colemêrgê ye. Gever yek ji navçeyên xwedî nifûsa qerebalixe ku di statuya navçeyê de ye. Gever her çiqas di statuya navçeyê de be jî di salên dawî de bi wergirtina koçberên ji gundên derdorê ji Colemêrgê mezintir bûye.

Gever
Yüksekova
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Hekarî (parêzgeh)
Serbajar Gever

Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 51 gund

Gelhe (2008) 107.882[1] kes
Rûerd 2.291 km2
Berbelavî 47,1 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 60.296 kes
Koordînat 37°34′17″Bk 44°16′56″Rh / 37.57139°Bk 44.28222°Rh / 37.57139; 44.28222
Bilindayî 1.875 m
Koda postayê 30300
Koda telefonê (+90) 438
Gever li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Gever
Gever
Gever (Bakurê Kurdistanê)
Gever li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gever
Gever
Gever (Tirkiye)
Gever li ser nexşeya Hekarî nîşan dide
Gever
Gever
Gever (Hekarî)

Gever navçeyek Bakurê Kurdistanê ye ku li ser sinorên Bakurê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê cih girtiye.

Dîrok biguhêre

Tê texmînkirin ku navçe bajarekî pir kevnar e ku dîroka navçeyê ji i 7000 sal berî zayînê vedigere. Berî zayînê di sala 1000an de Ûrartûyan li herêmê jiyan kirine.

Navê navçeyê di tomarkirinên sala 1855an de wek "Gevar" hatiye nivîsandin û di tomarkirinên sala 1898an de jî wek "Dîze" hatiye nivîsandin. Navçe di Şerê Cîhanê yê Yekem de bajar ji aliyê Rûsyayê ve tê dagirkirin û di 5ê gulana sala 1918an de jî ji dagirkeriya Rûsyayê tê rizgarkirin.

Gever di sedsala 19an de navçeyeke Lîvasiya Hekariyê ku bi ser Parêzgeha Wanê ve bû. Di sala 1936an de Gever wekî navçe hatiye ragihandin. Navê berê yê navenda navçeyê di wan salan de Dîze bû.

Gever di salên 1990î de ku gundên herêmê ji aliyê hikûmetên tirk ve têne valakirin navçe rastî pêleke zêde ya koçberiyê hatiye. Tevî ku di çileya sala 2016an de hatibû rojevê ku navenda parêzgeha Colemêrgê di çarçoveya tevdbîrên îdarî de veguhezînin Geverê lê heta niha nehatiye bicihanîn.[2]

Erdnîgarî biguhêre

 
Di demsala biharê de dîmenek ji Deşta Geverê.

Gever yek ji navçeyên Bakurê Kurdistanê ye ku li ser sinorên Bakurê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin. Li bakur navçeya Elbak a Wanê, li rojhilat sinorê Rojhilata Kurdistanê li aliyê başûr Başûrê Kurdistanê û li rojava jî Colemêrgê cih girtiye. Navçe li ser deşteke bilind ê ku di nav çiyayan de ye hatiye ava kirin. Bilindahiya Deşta Geverê nêzîkî 2000 mêtre ye. Firehiya Deşta Geverê 15 kîlomêtre ye û dirêjahiya deştê 40 kîlomêtre ye.

Avhewa biguhêre

 
Dîmenek di demsala zivistanê de ji deşta Geverê û çiyayên derdora deştê.

Ji ber ku Deşta Geverê di nav qadeke girtî de ye bi daketina hewaya sar bi zivistanên sar derbas dibe. Di demsala payîzê de avhewaya sar bi gelemperî li Geverê û li Colemêrgê serdest e.

Navdarên navçeyê biguhêre

Herêm û gundên Geverê biguhêre

Bajarokên girêdayî Geverê: Xirwate, Bajêrga Mezin

Gundên Geverê
Gundên navendî Mezre (gundên girêdayî)
Aved Dedîn, Tirdêne
Alekanan -
Anûr -
Bajêrga Biçûk -
Bilindbasan -
Befircan Badava, Gewrik, Xirwateng, Member
Babanis Birîcan, Zîve, Deris, Sîsar, Sûyink, Simehîlk
Bêsitkî Zevîsora Jêrî, Zevîsora Jorî, Gipe
Bîyan -
Bolûk Arinc, Kelê
Civyan -
Çilik -
Darê -
Dêlezî Dêrîşk, Bîrbila, Xurekana Jêrî, Xurekana Jorî, Banî
Dirbêsan Dotkan
Elver -
Gagewran -
Gilord -
Herînk -
Hês -
Hacîyan Mêrgan, Rezkê
Hirmîn Alyava, Kendalok, Mitirban, Meşkan, Wargenima, Derav, Serişkevtê
Heleyîs Herekîsa Jêrî, Koşkê, Sûlik
Kampa Ertoşê -
Kûnerûvî Şatax, Nêrdan, Mezrayê Kûnerûvî, Hirçgûza Jêrî, Hirçgûza Jorî
Kinyaniş Sêvê, Rêzûk
Kerpêl -
Kaport Kûçe
Kertinîs -
Kiyat -
Kokeb -
Metolanis Axespî, Mekanis, Dêrik, Erdal, Helîşik, Niziran, Kevlê Melebayî, Veriskî, Kevlê Merebayî, Sekran
Memkan -
Memkava Yekmala Jêrî, Kilban, Mûşan, Yekmala Jorî
Manîs Dizberan, Gove
Mexsûdava -
Miçîç -
Niziran Xûlan, Bazîdan, Kanîreş, Şimte
Oremar Aqar, Avetir, Çeman, Firavînk, Çemparêzan, Zêrê, Xiyarte
Orşe -
Pagê -
Peranîs Silord, Gove, Hîsark, Zêvkan
Pîrzalan Çardîwar
Piştqesr Berbînî, Xanîxecê, Pagê, Erbaş
Peylan Nêbar
Qadyan Xalidava, Manûnan
Sat Berkevî, Mela Yasîn, Rezûk, Gundê Jorî
Soryan Zêrêl, Rezûk, Birdik, Avyan, Basan, Okçular, Gulepîr
Silîvana -
Sûsyan -
Serdeşt -
Sêgûzan -
Sekran Navdiyan
Sorê -
Şahê -
Sînava -
Şitazin Serpêl
Şakîtan -
Şîşemzîn Mîranava, Xûrekana Jorî
Şavûte Şervan
Şahgilord Gundê Jîr, Gove, Memişte, Veregoz, Berdereş, Serangêl
Şûke Birye, Şêxmeman
Tilorana Jêrî Tilorana Jorî, Taxa Nû
Tekûrava Kalanis
Talane Elsan, Mate, Midî, Zêrenî, Birîxan
Tivanî -
Wezîrava -
Xelkan Ayîr, Baştazin, Mêrg
Xalane -
Xilxês Pîlonk, Gulank
Zîzan -

Herêma Pinyanîşiyan biguhêre

Herêma Oremariyan(Doskî jorî) biguhêre

Herêma Doskiyan biguhêre

Herêma Diriyan (Gelyê Diriyan) biguhêre

Herêma Ertoşiyan biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "tuik, 2008". Ji orîjînalê di 17 îlon 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2010.
  2. ^ "Davutoglu: Navendên bajarên Colemêrg û Şirnexê dê derbasî Gever û Cizîrê bibin". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 sibat 2024.