Geliyê Zîlan 1930

(Ji Geliyê Zîlan hat beralîkirin)

Geliyê Zîlan geliyekî ku dikeve bakurê deşta Erdîşê ber bi çiyayên Eledaxê ve. Li derûdora 15-20 km dûrî bajarê Erdîşê, di navbera Erdîş û Giyadînê de ye. Li parêzgeha Wanê ye.

Di meha tîrmeha 1930î de leşkerê tirk ketiye ser gundên Zîlan û komkujiyeke mezin çêbûye. Ji vê bûyerê re dibêjin Komkujiya Geliyê Zîlan. Li gorî rojnameya tirkî ya Cumhuriyet a roja 16ê tîrmeha 1930î, li Geliyê Zîlan 15.000 kes hatin kuştin [1]. Lê belê li gorî nivîskarê kurd Hesen Hişyar miriyên komkujiyê digihêje 47.000 kesan. Dibêje, ji nav eşîrên Ademan, Sipkî, Zîlan û Hesenan, ji 180 gundî, 47.000 jin, zarok, kal û pîr hatine berhevkirin, birin li çemê Zîlan, newala Dêrê, û tevde dane ber tiving û mîtralyozan bi ser hev kuştin û esker li nav laşan digeriyan ên birîndar jî singû dikirin[2].

Gundên Geliyê Zîlan (1928)[3] biguhêre

Bendava Qoçkopriyê biguhêre

Li ser çemê Zîlan di navbera salên 1978 û 1992an de bendava Qoçkopriyê hat avakirin 39°7′17″Bk 43°19′44″Rh / 39.12139°Bk 43.32889°Rh / 39.12139; 43.32889 (Bendava Qoçkopriyê) [4].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ http://en.wikipedia.org/wiki/Zilan_massacre
  2. ^ Hesen Hişyar (1993). Dîtin û bîrhatinên min (1907-1985) I. Çapxaneya Emîral, Bêrût.
  3. ^ a b c d e f g Köylerimiz, 1928
  4. ^ http://www.dsi.gov.tr/baraj/detayeng.cfm?BarajID=150[girêdan daimî miriye]