Gebola kundirê mîranî û savarê

Gebola kundirê mîranî û savarê, gebola pîrê, çavzerka kundir û savarê ya bimast xwarineke ji kundirê ye. Gebolek (gevol, çavzerk) ji pêjgeha kurd e.

Ferhengok biguhêre

  • Gebol, gevol, çavzerk, ji xwarinên wekî mehîr, masteve yên ku rûnê qijilandî tê ser tê wekirin re dibêjin. Li hin deveran çavzerk û gebol wekî navê xwarinê tê bikaranîn. Ji ber ku xebateke zanistî li ser xwarinên kurdî nehatiye kirin, gelek têgînên pêjgeha kurd standard nebûne. Bi rastî zimanzanên kurd ti bala xwe nedane pêjgeha kurd.
  • Gevzol, ji heman kokê ye lê di wateya porên tevlîhev de ye, gijik.
  • Kulindê mîran, kundirê mîranî, kundirê zer, kundirê qerewe, kundirê şamî (Cucurbita moschata), kundirê şîrîn hevwate ne.
  • Dolmik (Cucurbita) cure kundirek e
  • Leter an lêter, cure kundirek e, kundira herî bitehm e
  • Kulind, kundira biçûk bo dolmehan
  • Kulindir, hevwate ye bi kundir re
  • Kundir (ji bo zebeş û petêxên kal û temesarkî)
  • Kundir (kesê serût û zelût)
  • Serkundir, serût, sermezin
  • Xirtik (berên vê riwekê)

Berkeliya (melzemeyê) vê gebolê biguhêre

  • 1 kg kundirê mîranî
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê xwê (solin)
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) savar (girar)
  • 3 SA av
  • 2 KX şekirê toz

Bo sosa wê:

  • 4 dd (dendik) sîr
  • 1 SA av
  • 1 SA mast
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) xwê
  • 50-60 gr rûnê nivîşkî

Çêkirin biguhêre

Kundiran di dirûvê zarê de (kûbîkî) tîke bikin. Nîvê wê berdin beroş an quşxaneyekê. Nîvê savarê berdin navê. Viya dubare bikin. Ango nîvê din ê kundirê û paşê jî savarê berdin quşxaneyê. Xwê û şekirê pê werbikin, avê berdin ser û derxûnê bigirin. Berê di agirê gurr, paşê jî di yê nizm de her carê bi qasî 15-20 deqeyan bikelînin. Kel bidawî bû, hema derxûnê venekin, 5-6 deqe bidin sekinandin. Xwarina xwê tevbidin, berdin badî ya binikeke mezin.

Îcar dora sosê ye. Sîr û xwê bikutin. Av û mastê jî tevbikin, biçelpînin. Rûn biqijilînin, orteya xwarinê qul (kun) bikin, rûnê qijilandî û paşê jî dewsîrê (dew û sîr) berdin ser. Li ser daxwazê hûn dikarin îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî) jî pê werbikin.