Gay Liberation Front (“Eniya Azadiya Gêy”; GLF) Navê rêxistina siyasî ya gêyan bû ku li hemberî serhildana Stonewallê[1] di meha hezîranê ya sala 1969an de li New Yorkê hat damezirandin.[2] Navê wê ji navê Mặt trận Giải phóng Quốc gia Việt Nam (Bereya Rizgariya Neteweyî ya Viyetnamê) hatiye şibandin.

Gay Liberation Front
  • Advocacy group Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Gay Liberation Front
DewletDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1969 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

GLF yekemîn rêxistin e ku xwestiye têkeve şerekî vekirî ji bo mafên LGBT. Lê armancê GLF bi ber antî-kapîtalîzmê, antî-emperyalîzmê (bi taybetî Şerê Viyetnamê), li dijî nijadperestî û pederşahî ve fireh bû.[2]

Destpêka rizgariya gey biguhêre

Di 1969an de li rojnameya kevnoşopî ya bi navê San Francisco Examiner gotarek li dijî hevzayedan hat weşandin. Li hemberî vê gotarê çend hevzayend ji 31ê îlonê şûn ve li ber avahiya rojnameyê xwepêşandan li dar xistin. Karkerên bo rojnameyê dixebitin, li ser xwepêşandaneran ji pacê hibir rijandin. Xwepêşandaneran jî hibir bi deste xwe dan û şopa deste xwe li ser dîwêrên avahiyê derxistin. A soxîn Purple Hand (Destê Binefşî) ku guhartokek li ser navê çeteya mafyayê ya bi navê “Black Hand” e, bu nîşaneya rizgariya gey û lezbiyenan.

Pêşketina GLF ya li New Yorkê biguhêre

GLF ji serî de nîqaşên ji bo piştevanîkirina partiyên çepgir a mîna Black Panther Party dikir[2] û gelek nakokî li navbera endamên wê hebû. Di 1970an de Jim Owles û Marty Robinson ji rêxistinê veqetiyan û Gay Activists Alliance(GAA) damezrandin. GAA xwe wekî “rêxistinek militan bo mafên sivîl ên hevzayendan (lê ne bi tundiyê)” pênaskir û li hemberî GLF xwestin ku xwe ji çalakiyên ku têkiliyên wan bi hevzayendîtî re tunene, dûr bixin. Piştî çalakvanên devnerm ji rêxistinê derketin GLF bi aşkere xwe wekî rêxistinek şoreşger pênaskir.

Pasajek bersiva GLFyê ji bo pirsa “Gay Liberation Front çi ye?” ya San Francisco Pressê dane:

"Em komek ji mêr û jinên şoreşger pêktên (…) Em red li pênas û rolên zayendiyê ya civakê dikin. Em ji van rol û mîtab derdikevin. Her ku em kî ne, emê wê/wî bin. Di heman deme de em şikl û têkiliyên nû ya civakî ango têkiliyên ku li ser xweh û biratî, hevkarî û zayendîtiyekî bêsînorî ava dikin."[2]

Piştî salekî ya damezrandinê li nav GLFê di her yekşemê de civînên giştiyê hat lidarxistin ku li her carê 70-80 kes tevlî civînê dibûn. 19 komên çalakiyê, 12 komên bîrewerkirinê, 3 komunên jiyan û koma xebatên radîkal avakiribûn. Ji xêndî vana li her çarşemê mêran û her yekşemê berî cîvîna giştî jinan civîn lidardixist. Jê cihê GLF rojnameya Come Out! û komuna GLF ya li 17th Streetê kovarekî bi navê Gay Flames derdixistin.

GLF li bajarên din biguhêre

Wekî rêxistina New Yorkê li San Francisco, Londra, Köln û Montrealê[3] rêxistinên bi navê Gay Liberation Front hat damezirandin. Aubrey Walter û Bob Mellors rêxistina Londrayê xûrt kirin û li Brîtanya belavkirin.[4] Gay Liberation Frontê bajarê Kölnê ku di sala 1972an de hat sazkirin, komeleya gey û lezbiyenan a herî kevn ê Almanyayê ye û îro hîn jî karên xwe ya qala rizgariya dimeşînin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Office of Relevancy, Diversity and Inclusion (U.S. National Park Service)". www.nps.gov (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ a b c d Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 10 îlon 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 tebax 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ Warner, Tom (2002). Never going back : a history of queer activism in Canada. Toronto, Ontario: University of Toronto Press. pp. 66–67. ISBN 978-0-8020-8460-6.
  4. ^ Lucas, Ian (1998), OutRage!: an oral history, Cassell, ISBN 978-0-304-33358-5