Gaîa (bi yewnaniya kevn: Γαῖα, lat. Gaîa; bi latînî: Gaea) an (bi yewnaniya kevn: Γῆ, lat.  "Erd") di mîtolojiya yewnanî de xwedawenda Dinyayê ye ku erd û axê re hatiye têkildar kirin. Navekî wê jî Dayika Ax e.[1] Mêrê Gaîayê Ûranos e. Pir zarokên wan hene yek ji wan Kronos e. Zarokên Gaîayê Tîtan in.

Gaîa
  • Γαῖα
  • Gaea
Perestvandînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya romayî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • Xaos (Gaius Julius Hyginus), Etêr (Gaius Julius Hyginus) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Hêmera (Gaius Julius Hyginus), Kalîgo (Gaius Julius Hyginus) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xwişk û bira
Hevjîn
Zarok
XanedanÛranos, Tartaros Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Terra, Mat Zemlya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mîtolojiya Gaîayê biguhêre

Ew piştî Xaosê çêbû. Sembola erdê bû çêbûna wê heman demê afirandina ewil ya cihekî madî bû. Ew mêrê xwe Ûranosê (esmanê) çêkir, çîyayên bilind, behrê çêkir. Pontosê çêkir. Piştre mêrê xwe re hembez bû Okeanosê, Koîosê, Hîperîonê, Iapetosê, Theiayê, Reayê, Temîsê, Mnêmosînêyê, Febêyê, Kronosê û Têtîsê bi hev re çêkirin.[2]

Piştre Gaîayê her sê Kîklopan za. Ji xeynî wan jî zarokên Ûranos û Gêyê çêbû: Ew sê zarokên dijwar bûn navê wan Kottos, Briareus, Gyes bû.

Çaxê Gaîayê zarokên xwe anîn dinê vêga pirsgirêka desthelatdariyê derket holê. Ji bo hikûmraniya xwe Ûranos zarokên xwe dewisande zikê diya wan heman demê wan binax kir. [3] Lê kurê dawî Kronos gunên bavê xwe jêkir Gaîa jî Pontosê re ket tekiliyên cinsî. Zarokên wan bi navê Forkîs Kêto Taumas Eurîbîa û Nêreûs çêbû.

Gaîa dîsa têr nebû ji zarokên xwe jî zarokan çêkir. Hinek ji wan tiştên erdê, behrê an jî yên hewayê bûn.

Gaîa bi Tartarosê re jî tekiliyên cinsî kir. Tîfon û Exîdnayê ji dayik bûn. Binemaliyên her du mexlukatan gelek canewarên dijvar peyda bû.

Ûranos bi alîkariya Gaîayê têk çûbû. Rêya filitandina Zeusê, Gaîa nîşanê Reayê kir. Bi saya wê Kronosê jî li hemberê kurê xwe têk çû. Her dû şoreşa nifşên xwedawendan jî bi alîkariya Gaîayê ser ket.

Hebandina Gaîayê biguhêre

Gaîa xwedawenda nifşa yekem bû. Ev di dînê Yewnanistana kevnare de jî wisa tesîr dike. Encamê yekembûna wê wateyekê kozmîk dide wê. Tenê wek semboleke dimîne. Taybetiyên wê hêdî hêdi dikevin destê xwedawendên bereketê Dêmêtêr û yên Kîbelêyê. Qedrê Gaîayê jî hingî diçe kêm dibe. Lê disa em gelek cihan de cihê perestinê wê dibînin, wek perestgeha Apolonê yên Delfîyê.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Theogony ( pp. ).
  2. ^ Theogony ( pp. ).
  3. ^ (154) Teogonîa - Hêsîodos