Fujian (çînî: 福建, Fújiàn) parêzgeheke Çînê ye. Li ser peravê başûr-rojhilatê Çînê ye. Li rojhilatê parêzgehê tengava Taywanê û Taywan heye. Navê Fujian ji navên du bajarên vê parêzgehê, Fuzhou û Jian'ou pêk tê. Nav ji dema xanedana Tang tê. Rûerdê parêzgehê 121.400 km² ye, di 2004an de hejmara niştecîhên parêzgehê digihe 35.110.000 kesî.

Fujian
Parêzgeha Çînê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
福建省 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Fujian li ser nexşeyê
Map
Fujian li ser nexşeya Çîn nîşan dide
Fujian
Fujian
Koordînat: 25°54′Bk 118°18′Rh / 25.900°Bk 118.300°Rh / 25.900; 118.300
DewletÇîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Merkeza îdarî
Îdarî
 • ŞaredarSu Shulin (2011–2015), Zhao Long (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî121400 km2 (46.900 sq mi)
Nifûs
41.540.086 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Malperwww.fujian.gov.cn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Fujian

Beşek mezin a Fujian ji hêla Komara Gel a Çînê ve tê rêvekirin. Lêbelê, du girav, Kinmen û Matsu, di bin rêveberiya Komara Çînê (Taywan) de ne. Ji ber vê yekê, di dabeşkirina îdarî ya Komara Çînê de jî parêzgeheke bi navê Fujian heye.

Bajarên sereke biguhêre

Çavkanî biguhêre


Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.