Fraşokeretî, frehîtî, firehketî, di pirtûka pîroz a Zerdeştîtîyê Avestayê de, ji encama herî dawî ya dîn û jiyanê re tê gotin. Di kurdî de ev bêje hêj jî heye: Frehîtî, firehiyê ketin.

Fraşokeretî yan fraşo ketî, di îraniya kevn de dihatiye bikaranîn. Piştdawî, axretî, felatî, bicihanîna peywirdariyan e. Her dîn hedefeke wê heye. Di îslamê de bawermend gorê emelên xwe tên bixelatkirin an cezakirin. Heger gunehên wan pirr bin, diçin dojeh, xêr pirr bin, diçin pardêzê (bihuşt).

Zerdeştî beriya cihûtî, xrîstiyanî û îslamê ye û bandoreke mezin li van dînan kiriye. Bo mînak têgînên dojeh, pira siratê, bihuşt, yekxwedayîtî hwd beriya van dînan, di Zerdeştiyê de hebûn.

"Xwedê gerdûn têkûz afirandibû lê nebaşî û xirabî har bû" biguhêre

Gorî baweriya Zerdeştîtiyê, Xwedê gerdûn têkûz û baş afirandibû. Ti xirabî, pisrgirêk nebû. Ji bo qîmeta xêr û başiyê bê fêhmkirin, Xwedê nebaşî û xirabî jî afirand, daku mirov bikaribin bidin berhev, ji başiyê fêhm bikin, cudatiya xêr-bedê bizanibin. Xwedê vîna, îradeya mirovan azad kir. Mirov jî, milyaket jî gorî emelê xwe muameleyê dibînin.

Dawî firehî ye, başî biserdikeve biguhêre

Mirov bi îradeya xwe, îradeya mirovan jî bi gerdûnê ve girêdayî ye. Ango zagonên biçûk, girêdayî zagonên mezin in. Sînorên wan hene. Zagonên jiyan û gerdûnê hene. Di dawiyê de başî biserdikexe, xirabî ji holê radibe. Kê tevlî vê karwana têkoşîna biserxistina başiyê bû, ruhê wê tê bixelatkirin, ebedî dijî.

Babeta qiyametê di Zerdeştiyê de biguhêre

Şerê başî û nebaşiyê de, ango di şerê nava hêz û ruhên Hurmuz û Ehrîman de, asteke bilind û dijwar tê. Di dawiya dema sêyemîn de qiyamet pêk tê. Lajwerd û çiya dihelin. Agirên binê erdê diteqin. Rûbarên têr bi agir, pêt û metalan diherikin. Mirovên baş dîsa jî dikarin xwe xilas bikin, bo wan ev rûbar wekî ku şîr biherike ye.

Ev rûbar paşê berî bi binê erdê diherikin. Bi agir û germiya xwe binê erdê dişewitîninm pakij dikin. Ruhê xirabiyê jî, Ehrîman jî ji holê radikin. Baş û başî biserdikeve. Zaoşan (Zajiyan, Saoshyant) tê jiyanê. Zaoşan felatker e. Ahûra Mazda herkesê vedixwîne îbadeta dawî. Bo vexwarinê Homa (vexurk) tê belavkirin.

Jiyana bêdawî destpê dike biguhêre

Her kes digihê ebediyetê (abadinî, demandeyî, cawîdanî). Êdî pêwîstiya wan bi xwarin, vexwarinê namîne. Ew êdî dikarin bêî her tiştê, bêî nexweşî û qezayan, heya heyayê di nava bextewariyê de bijîn. Dê laşê wan wisa sivik û bextewar be ku siya wan jî nexûyê.

Her kes bi yek zimanekê diaxive. Tevahiya cudatiyên berê radibin. Ji laşê wan re ti sînor namînin. Armanca wan dibe yek. Ti tişt wekî berê namîne. Ango, mirov jiyana berê êdî nabîne. Berê jiyan ji cureyek ajalê, cure giyayek, cure mirovek bi navê Keymir (Keyomerd, Kaya Mereta, bi îngilîzî Gayomarth, ango keyê-mîrê bi mirinê) destpê kiribû. Jiyan dîsa venagere wê formê. Heya bigire xwedayî û milyaketên Xwedê afirandibû jî, nayên ser form û wezîfeyên xwe yên berê, lê ebedî dijîn.

Çavkanî biguhêre