Kajû
Kajûya gihayî ji Hindistanê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Rosids
Kom: Sapindales
Famîle: Anacardiaceae
Cins: Anacardium
Cure: A. occidentale
Navê zanistî yê latînî
Anacardium occidentale
L.

Kajû an jî Kajo (Anacardium occidentale), riwekeke dara ya fêkiyan e ji famîleya kizwan/darbenîşt tê hesibandin. Hinek jê re dibêjin “gûz” hinek jî dibêjin “fistiq”. Fêkiyek di welatên tropîkal de hêşîn tê. Dara wê 10-12 m bilind dibe û bi qasî 30 salan temenê wê heye. Dara wê pelên xwe naweşîne. Hinekî dişibe dara pirteqalan. Pelên wê ji aliyê derve keskê biriqok, di hindûr de hinekî mat û kulîlkên wê zer in. Fêkiya wê wek sêvek sor û sernişîv e, di binê fêkiya wê de fistiqek heye. Ango darek du fêkî ye. Li welatên ku hêşîn dibe ji dara wê fêkiya wek sêvê, fistiqa binê wê bi gelek cûreyan tê xebitandin.

Welatê fistiqa kajû Brezîlya ye. Ji wir derbasî welatên din yên tropîkal bûye. Dîroka wê baş nayê zanîn, lê bi hezaran salane ji aliyê rûniştevanên xwecihî wek fêkî, derman û çerez dihat xebitandin. Tiştê tê zanîn Spanyol û Portekîzan di sedsala 16'an de bi xwe re birine Afrîka rojava û Hindistanê û li wan deveran jî derbasî welatên din bûye. Welatên ku herî zêde lê tên çandin Hindistan, Brezîlya, Angola, Mozambîk in.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre