Fistiqên çaman, fisdeqa qajê, gangnûz (pinus pinea) ji gûzikên (gangnûz) darûkê (dara çamê) re dibêjin ku ji viya biharbêhn (biharat) jî heye. Gangnûzên (gûzik) hişk tên şikênandin, hundirê wê tê bikaranîn. Li gelek welatan çandiniya wê tê kirin.

Dendikên gûzika darûkê (dara çamê) ji Îtalyayê
Gûzika yan gangnûza darûkê

Li Kurdistanê bi taybetî li Erdêxan, Qers, Erzîrom, Îdirê daristanên çaman hene. Lê pirraniya wan di bin kontrola dewletê de ne. Ji dema osmanîyan ve heya niha darên xetên telefon û elektrîkê ji daristanên Kurdistanê tên birrîn. Li aliyê romiyan (tirkan) daristan tên parastin û daristanvan hene. Lê li Kurdistanê ev nîne û Tirkiyeyê pirraniya daristanên bakurê Kurdistanê di salên 1990'î de şewitand. Ji ber wê çandiniya gûzikan (gangnûz) nîne.

Biharata gûzika darûkê (dara çamê) di gelek xwarinan de tê bikaranîn, di pêjgeha kurd de cihê wê heye. Bikaranîna vê biharatê ya zêde ne baş e, dikare ziyanê jî bide.

Girêdanên derve biguhêre