Ferhat Tunç

hunermendê kurd-zaza

Ferhat Tunç Yoslun an bi navê te naskirin Ferhat Tunç (jdb. 14ê adarê 1964 li bajerê Havigê Paxi, Pulur, Dersîm) siyasetmedar, aktîvîst û muzîkjenekî kurd-zaza e. Ferhat Tunç yek ji hunermendên kurd e ku li sirgûnê dijî û niha hemwelatiyê Almanyayê ye.

Ferhat Tunç
Tunç di konsera Osloyê de (2012)
Jiyan
Navê jidayikbûnêFerhat Tunç Yoslun
Jidayikbûn14ê adara 1964an (60 salî)
Havigê Paxi, Pulur, Dersîm
NeteweKurd, Zaza
Cureyê muzîkêFolklorîk, Muzîka kurdî, Muzîka zazakî
PîşeHunermend, Siyasetmedar
AmûrTembûr, Saz
Salên çalak1986-salî
Etîketa qeydêRoyem Müzik
Çalakiyên têkildarAhmet Kaya, Yusuf Hayaloğlu
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Yoslun di 14ê adara sala 1964an de li gundê Havigê Paxî yê navçeya Pulurê ya bi ser parêzgeha Dêrsimê a Bakurê Kurdistanê wekî endamek malbateke kurdên zaza ji dayik bû.

Sala 1979an dibistana amadehî bidawî dike, diçe Almanyayê. Li Zanîngeheke Mainzê perwerdeya muzîkê dibîne. Yekemîn albûma wî bi navê Kizilirmak (Rûbara Sor) dertê. Di muzîka xwe de tahde û êşkenceyan bi forma muzîka tirkî ya nû Özgün Müzik, ango Muzîka Taybet, distrê.

Sala 1985an vedigere Tirkiyeyê. Di nava komên çepgiran de gelek hez ji stranên wî tê kirin. Konsertên mezin lidarxistiye. Sala 2011yê bû endamê parlamenteriya BDPê ya Dêrsimê lê biserneket. Ew herwiha tevlî xebatên demokratîk, mafên mirov jî dibe. Zimanê jiyan û muzîka wî bi giranî tirkî ye.

Tunç ku bi gelemperî bi tirkî stranan dibêje, bi kurdî û zazakî jî distirê.

Di sala 2016’an de ji ber dozên ku der barê wî de hatibûn vekirin, li Elmanyayê bi cih bû. Niha jî li Almanya dijî.

Di sala 2023’an de dewleta Tirk nameyek ji Înterpolê re şandibû û xwestibû ku li Tunç bi “Belgeya Sor” lê bê lêgerîn. Tunç li ser şermezarkirina dewleta Tirk ji DW Tirkî re wiha got;

"Bi rastî ez vê yekê bi tundî şermezar dikim. 5 sal in ez li Almanyayê me. Yekser piştî bidawîbûna serdema Pêvajoya Çareseriyê, li pey hev doz hatin vekirin. Ji ber cezayên hepsê ez neçar bûm ku welatê xwe biterikînim. Ez texmîn dikim ku wan hîn jî aqil nekirine û nameyek ji Înterpolê re neşandine û xwestine ku ez bi "Belgeya Sor" li min bigerim. Tiştek ku di vegerandinê de bixwaze tune. Min berê îfadeya xwe li Almanyayê da. Jixwe ez bi hêviyeke mezin difikirîm ku vegerim welêt."

Dîskografî biguhêre

  • Kızılırmak - Rûbara Sor (Almanya 1982)
  • Bu Yürek Bu Sevda Var İken - Heya ev dil ev evîn hebe (Almanya-1984)
  • Vurgunum Hasretine - Dilketiyê hesreta te (1986)
  • Ay Işığı Yana Yana - Bi şewata tîrêja heyvê re (1987)
  • Yaşamak Direnmektir - Jiyan berxwedan e (1988)
  • İstanbul Konserleri-1 - Konsertên Stembolê 1 (1988)
  • Vuruldu - Hat kujtin/lêdan (1989)
  • Gül Vatan - Gul welat (1990)
  • Ateş Gibi - Wekî agirê (1991)
  • İstanbul Konserleri-2 Kosertên Stembolê 2 (1992)
  • Firari Sevdam - Evîne mişextî (1993)
  • Özlemin Dağ Rüzgarı - Bayê çiyayî yê bêriyê (1994)
  • Kanı Susturun - Xwînê rawestînin (1995)
  • Bu Yürek Bu Sevda Var Iken - Heya ev dil ev evîndarî hebe (1996)
  • Kayıp - Winda (1997)
  • Kavgamın Çiçeği - Kulîlka têkoşîna min (1999)
  • Her Mevsim Bahardır - Her werz (demsal) bihar e (2000)
  • Şarkılarım Tanıktır - Stranên min şahîd in (2002)
  • Nerdesin Ey Kardeşlik - Li kû yî biratî (2003)
  • Sevmek Bir Eylemdir - Hezkirin çalakiyek e (2005)
  • Ateşte Sınandık - Di agir de hatin ceribandin (2006)
  • Çığlıklar Ülkesi - Welatê qîrînan (2009)
  • Kobanî (2016)

Girêdanên derve biguhêre