Fatime Loreya Goranî

Fatime Loreya Goranî helbestvaneke kurd bû. Ew di sedsala 11an de jiyaye.[1] Helbestên xwe de awayeke mîstîk bikaraniye. Berhemên xwe di bin banê holdariya “Yarî” de nivîsiye. Holdariya Yarî; holdariyek wêjeya kurdî bû û ji hêla Behlûlê Mahî ve di sedsala 8 de hatibû saz kirin. Ev holdarî nêzîkî 400 salan jiya. Ev holdarî bi zarava Lurî berhemên xwe dinivisandin. Endamên vê holdariyê bi piranî jin bûn.16 wêjevanê jinikê kurd derxistiye.Armanca vê holdariyê serbilindkirina olê Zerdeştî ye. Hin ji wan helbestvanan ev in:Berhemên xwe di bin banê holdariya “Yarî” de amade kiriye. Derbarê wê de, agahiyên bi teqez vê gavê destê me de tune ne. Di gelek lêkolînên wêjeyî de, navê Goranî derbas dibe, lê mixabin, agahiyên berfireh, çi çavkaniyan de nayê pêş me. Navê vê helbestvanê , di pirtûka Selîm Temo ya “Antolojiya Helbestvanên Kurd” de derbas bûye. Lê vê pirtûkê de jî, derbarê Fatimê Loreya Goranî de çi agahiyên berfireh tune ne.[1]

Fatime Loreya Goranî
Jidayikbûnsedsala 11an 
PîşeHelbestvan
biguhêreBelge

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Wanî, Bedreddînê. "Sê wêjevanên kurd ên nehatî nasîn". edebiyatdefteri.com. Roja gihiştinê 11 hezîran 2022.