Farabî

Fîlozofê fars

Farabî, an jî Ebû Nesr Muhemmed ibn el-Ferex el-Farabî (farisî û erebî: Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi) fîlozof û stêrnasê fars e.

Farabî
Navê rastî
Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi
Jidayikbûn872
Mirin950
Şam
EsilFars
HevwelatîTirkmenistan
PîşeFîlozof, Stêrnas û Muzîkvan
SerdemSerdema Zêrîn a Îslamê
BandorbarArîstotelês, Platon, Betlemyûs
BandorkerŞihabedînê Suhrewerdî, Îbn Sîna, Kîndî, Îbnî Ruşd, Îbn Bace, Ehmedê Xanî
biguhêreBelge

Di sala 872'an li Farabê (Otrar) ya Tirkmenistanê ji dayîk bûye û di sala 950'an de li Şamê jiyana xwe ji dest daye. Navê wî yê rastî Muhemmedê kûrê Tahran kûrê Uzlug e û li rojava jî ew bi navê Alpharabius, Alfarabi û Abunaser tê naskirin. Ji bona ku ew li bajarê Farabê yê Qazaxistanê hatiyê dinê jê re dibêjin Farabî. Wî perwerdeya xwe ya serata li Farabê dest pê kir û bi şûnde jî li Rey û li Bexdayê xwend.

Dema ku wî li Haranê lêkolîn li ser felsefê dikir wî Yûhana bin Haylan naskir û rêgezên dibistana nepen fêr bû. Li Helebê ew bû mêvanê hukûmdarê Hamedanan Seyfûdewlet. Digel pir zimanên ku baş bi wan dizanibû; ji suryanî, erebî, farisî û tirkî û baş bi kurdî jî dizanibû.[1]

Berhem û ramanên Farabî biguhêre

Farabî di dema piştî mirina Pêxember Muhemmed û rewşa polîtîk a ku piştî wî re di navbera xelîfeyande derketiye jiyaye û ev rewş çavdêrî kirye. Ew bi giranî li ser têkiliyên olî û polîtîk sekiniye û ji bona ku şîroveyekî li vê rewşê bîne, ew li ser nivîsên Platon û Arîstotelês xebitiye. Gerek mirov vê rewşê bîne ber çavên xwe û nivîsên Farabî li gor vê yekê şîrove bike.

Farabî wek mijîyekî ensîklopedîk, bi taybetê bala xwe daye birêvebiriya polîtîk. Ji ber vê yekê gelek nivîsên wî şîrove û sentezên şexsî li ser felsefa Platon û Arîstotelês in.

Wî pirtukek bi navê "Lihevhatina fîlozofan Arîstotelês û Platon" nivîsand. Ev pirtuk bahsa "ramanên şêniyên siteya dilpak" dike. Wekî din wî kurtebirek li ser zagonên Platon jî nivîstiye.

  • At-Ta’lim As Sanî wa İhsâu all-Ulûm
  • El-Madinat al-Fazila
  • As-Siyasah-al Madaniyyah
  • Risalah fi Ma'ani all Akl
  • Ihsa Al-Ulm Musiki Al-Kabir
  • Ketāb al-Musiqā al-Kābir
  • Ketâb Fi al-Musiqā
  • Al Moodhal Fi al-Musiqā
  • Ketâb Ustukesat
  • Alm Al-Musiqā
  • Ehsa al-Alm
  • Ketab Fi al-lhsâ al-Ikâ
  • Ketab al-Musiqā
  • Ketâb Ad-Advar
  • Ketab al-Farab

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Muhammed Ronî El-Meranî, M . (2016). Alfabeya Kurdî Ya Herî Kevn. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 2 (4), 105-125. http://dergipark.gov.tr/buydd/issue/33403/371689 Girêdana arşîvê 2018-11-05 li ser Wayback Machine

Girêdanên derve biguhêre