Famîleya sosinên înka

Famîleya sosinên înka (Alstroemeriaceae) navê famîleyeke riwekan e, di desteya sosiweran (sosinkî) Lilialesê de cih digire. Du şax, çar cins (celeb), 170 cureyên vê malbatê hene.

Alstroemeria aurea

Ji ber ku bi vedîtina parzemîna Amerîkayê re gelek cureyên wê derbasê Ewropa bûne, hin riweknasan bi navê înka bi nav kirine. Hin cureyên vê malbatê, ketine xetereya tunebûnê. Li Kurdistanê kîjan cureyên wê tên naskirin an çandin ne diyar e.

Sîstematîka sosinên înka biguhêre

Barthélemy Charles Joseph Dumortier sala 1829ê famîleya Alstroemeriaceae wekî binekomekê Iridarieae tomar kiriye. Bi Alstroemeria salsilla sala 1762yê, cinsê Alstroemeria ji aliyê Carl von Linné ve di bin navê Planta Alströmeria hatiye rêzkirin û ji bo bîranîna Claus Alstroemer (1736–1794), navê wê di riweknasiyê de Alstroemeriaceae maye.

Du şax û çar cinsên îro hene û winda nebûne biguhêre

  • Şaxa Alstroemerieae bernhardi: Du cins 165 cureyên vê şaxê hene û di deh salên dawiyê de hebûna wan jî ketiye xetereyê:
    • Sosina înka (Alstroemeria L.): Bi qasî 65 cureyan.
    • Bomarea (Bomarea Mirb.): Bi qasî 100 heya 110 cureyan.
  • Şaxa Luzuriageae Bentham & Hooker (Syn.: Luzuriagaceae Lotsy): Du celebên wê hene:
    • Drymophila R.Br.: Du cureyên wê hene.
    • Luzuriaga Ruiz & Pav. (Syn.: Enargea Banks ex Gaertn.): Sê cureyên xwe hene.

Çavkanî biguhêre