Famîleya botavan, famîleya talikan, famîleya kazilan (Hypericaceae) famîleyeke riwekan e. Navê vê famîleyê ji botavê tê. Navên din ên botavê, talik, darzil, dezîzer in lê di rastiyê her yek, cureyek e. Kulîlka botavê bo derkirina bêhna eyarê bikardianîn. Lê îro li Kurdistanê eyar (çermê ajalan ê bêpirç), post, meşk ûêd kêm in, nivşên nû nizanin.

Talika belek (Hypericum maculatum)

Sîstematîk biguhêre

Famîleya Hypericaceae sala 1789'ê ji aliyê Antoine Laurent de Jussieu ve, di Genera Plantarum, r. 254'ê de hatiye binavkirin. Navê din ên vê famîleyê Ascyraceae Plenck e. Demekê celebên vê malbatê dikirin endamê Clusiaceaeyê, bi taybetî Wurdack at al. Lê ev ji aliyê navendên riweknasiyê ve nehat pejirandin.

Neh heya deh cins, bi qasî 560 cureyên vê malbatê hene:

Binêrin biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • [1] di APWebsite. (Agahiyên berfireh) (ne bi kurdî)
  • Kenneth J. Wurdack & Charles C. Davis: Malpighiales phylogenetics: Gaining ground on one of the most recalcitrant clades in the angiosperm tree of life, in American Journal of Botany, 96 (8), 2009, S. 1551–1570. (îngilîzî)