Ez Kurdî Hîn Dibim - Pratik Kürtçe Dersleri

Ez Kurdî Hîn Dibim - Pratik Kürtçe Dersleri pirtûkeke hînbûna kurdî a Abdullah İncekan e.

CD ya pirtûkê
Berga pirtûkê

Kitêb ji aliyê Abdullah İncekan ku li Almanyayê wek mamosteyê ziman û edebîyatê dixebite hatiyê amadekirin. Şêwirmendiya wê jî mamosteya zimannasî û dîdaktîka modern ji Universiya Duisburg-Essenê Dr. Rosemarie Neumann kirîye.

Pirtûk ji 19 beşan pêk tê û li gor metod û didaktîkên modern hatîye amadekirin. Ji ber ku li Tirkiyê hê perwerdeya kurdî nîne di amadekirina wê de otodîdakt jî (yên xwe bi xwe hîndibin) li ber çavan hatine girtin. Wêneyên Armin Wollnitza him kitêbê dixemilînin, him jî dikin ku dîyalog û metin bi hêsanî werin fêm kirin.

Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri bi van xalan bala xwendevanan dikşîne:

  • Metnên otantîk
  • Di binê her metnî de: me’neya kelîmeyan bi tirkî (kelîmeyên nû)
  • Gramer: Sîstematîk û gav bi gav (îzah bi tirkî)
  • Gramer: Li hinin ciyan danliberhevdana bi tirkî, almanî û îngilîzî
  • Xebatên devkî û nivîskî
  • Îzahên li ser rastnivîsînê (îmla)
  • Îmkana gudarîkirina her metnî ji CDyê

Îlawe:

  • Mifteya xebatên nivîskî
  • Ferhengoka kurdî-tirkî
  • Ferhengoka tirkî-kurdî
  • Herdu kokên fiîlan
  • Îndeks
  • Çavkanî

Girêdanên derve biguhêre