Ji bo maneyên din li Eylo binêre.

Eylo komstêreka li bakura nîvkada bakur e.

Komstêra Eylo

Komstêra Eylo çend dereceyan li bakura ekwatora ezmên dimîne. Stêra [Teyr (stêr)| Teyr]], serê sêgoşeya havînê ye û vê lomê ew bi hêsanî li ezmên dikare bê dîtin. Ew di rêya Kadizan de ye û tewrê çêtir di demsala havînê de tê temaşekirin. Ew bi gelemperî wek qertelekî tê nexşandin. Sê stêrên li ser rêzeka rast baskên qertelê temsîl dikin. Stêra li orteya wan û ya tewrî geş stêra Teyr e.

Dîrok biguhêre

Eylo yek ji 48 komstêrên ku Batlamyûs qal kiribû û ew yek 88 komstêrên îroyîn e.

Stêr biguhêre

  • Teyr (Alfaya Eylo, α Aquilae): ew yek ji stêrên htewrî nêzik a ku 17 salên roniyê ye. Ew ji gotina erebî "el-nesr el-teyr", ango "firîna eylo" hatiye. Qedra wê ya zahirî 0.76 e.
  • El şayn (Betaya Eylo, β Aquilae): stêraka gelekmezin a bi Qedra zahîrî 3.7 ye û ew 45 salên roniyê dûra dinê ye. Navê wê ji yê wê yê erebî Şahînî terazû tê.
  • Terezî: stêreka gelek mezin a bi qedra zahirî ya 2,7 û ew 460 salên roniyê dûra dinê ye. Navê wê yê ji wê yê erebî Terezî ye.
  • ζ Aquilae: stêreka bi qedra zahîrî ya 3,0 e û 83 salên roniyê dûra dinê ye.
  • η Aquilae: stêreka gelekmezina 1200 salên roniyê dûra dinê ye. Qedra wê ya zahîrî guherbar e û di peryoda 7,2 rojan navbera 4,4-3,5'a de diguhere.