Eyaz Zaxoyî

hunermendê kurd

Eyaz Zaxoyî (yan Eyaz Zaxolî, bi navê xwe yê resen Eyaz Yûsif Ehmed, 1961 - 1986) stranbêjekî naskirî yê herêma Behdînan e. Di mawê jiyan xwe de Xebateke berçav di warê muzîka kurdî û kurmancî dike.

Eyaz Zaxoyî
Jiyan
Jidayikbûn1961
Zaxo
Mirin1986 (bi 25 salan)
Cureyê muzîkêDengbêj
PîşeSolîst
biguhêreBelge

Jiyan û xebat biguhêre

Eyaz Zaxoyî li sala 1961ê li bajarê Zaxo ji dayik bûye. Her ji zarokatiya xwe heza wî ji hunerê re hebû û hemû dema xwe di dîwanên dengbêjan de derbaz dikir û guhdarî dengê wan dikir.

Eyaz xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyiya çandinê li Zaxo temam kiriye. Her di dema xwendinê de, di ahengên xwendingehan de stran digotin. Pişt re Eyazê nemir seredana Radioya Kurdî dike li Bexda û li wir gelek stranan tomar dike û hin stranan jî digel Tîpa Duhok ya Hunerî. Herwisan digel hunermend Erdewan Zaxoyî jî hinek stranan tomar dike. Yekemîn kaseta wî li sala 1982 derket û bi wê kasetê navûdengiya xwe diyar kir, piştre li salên 1983, 1984 û 1985an jî kaset çêkirin. Anku di jiyana xwe ya hunerî de wî tenê çar kaset çêki-rin.

Strana herî naskirî ya Eyaz Zaxoyî Newroz hat bi gul û rihan e.

Eyazê nemir di temenê 25-saliyê de li roja 20/01/1986an çû ser dilovaniya xwe. Eyazê nemir digel keçeke endama Tîpa Hunerî ya Duhok peywendiyek evîndarî hebû û peywendiyê tesîr liser jiyana wî ya hunerî jî dikir, loma di warê strana evîndarî de, gelekî serketî bû. Eyaz bi berhemê xwe yê kêm jî şiya bala xelkê bikîşîne û ta niha xelk ji hunera wî hez dikin.

Gelek mamoste û helbestvanan helbestên xwe dane wî û alîkariya wî û Erdewan kirine. Ji wana Ebdulezîz Silêman, Bedirxan Sindî, Beşar Mihemed û gelek din.

Bêtiriya xelkê dibêjin ku Eyaz bi rêya jehrê ji aliyê rijîma Bees ve hatibû kuştin.

Çavkanî biguhêre

Kawe Alîxan: Peyama Kurd, hj. 73, sal 2006