Evîna Mêrxasekî (pirtûk)

Evîna Mêrxasekî romaneke kurdî ya dîrokî û evînî ye. Yekemîn romana Îbrahîm Osman e. Roman bi zaravaya kurmancî hatiye çapkirin.

Evîna Mêrxasekî
Nivîskar Îbrahîm Osman
Şêwe Roman
Ziman Kurdî
Dîrok Gulan 2008
Weşanxane Lîs
Rûpel 381
ISBN ISBN 9789756179574

Mijar biguhêre

Bûyera ku bûye mijara vê romanê ji çîrokekê hatiye hûnandin. Bûyer serpêhatiya destana lehengiyê ye û qewimiye. Encama gelek lêkolînên ku nivîskar gihiştiyê, bûyera ku bûye sedema strana Dewrêşê Evdî, li derdorê salên 1784an qewimiye. Wê heyamê, li herêma Wêranşarê, navçeya Rihayê, eşîra Milan gelekî mezin e. Hewil dide serbixwe bijî. Lewma bac û qemçûrê nade dewletê û di navbera wî, Erebên Gêsan û Turkmenan de nakokî hene. Sultanê dewleta Osmanî Ebdulhemîd I wê demê li ser text e. Siltan Ebdilhemîd ji Temir Paşayê Milî bi tirs û fikar e. Sedemeke din jî ev e ku Osmaniyan hêza xwe ya li Ewropayê winda kiribû, di destên wan de bi tenê gel û eşîrên Rojhilat mabûn. Siltan, ji bo ku berjewendiyên dewletê bigire binê demanê, destekê dide Ereb û Tirkmenan, yekîtiya wan ava dike, êrîşî terş û talanên eşîra Milan dikin. Ji sedema êrîş û talanan serweriya Temir Paşa dikeve metirsiyê. Dewrêş evîndarê Edûlê ye û ji sedema bend û astengiyên olî û eşayirî nikare bigihîje destgirtiya xwe. Lewma, ji bo xatirê ku bighîje hezkiriya xwe Edûlê, Dewrêş li gel yanzdeh hevalê xwe dadikeve qada şer û dibe cangoriyê evîna xwe.

Girêdanên Derve biguhêre