Ermenistana rojava gotineke siyasî ye ku ermenî ji bo herêmên li rojhilata Împaratoriya Osmanî bi kar tînin. Ermeniyên bi vê gotinê çend wilayetên osmanî (bi taybetî Wan, Erzirom, Mamuretülaziz/Xarpêt, Bêdlîs, Diyarbekir û Sêwas) bi nav dikin û dibêjin heta sedsala 20'emîn nifûseke mezin a ermenî li wan deran dijiya.

Îro jimara ermeniyan a li wan deran ji ber pêkhatina komkujiya ermeniyan pir biçûk e.