Erdheja Ezirganê 1939

Erdheja Ezirganê 1939 yek ji erdhejên li Kurdistanê bûne ye. Di 26-27ê kanûna pêşîn 1939ê de rûdide.

Erdheja Ezirganê 1939
39°46′Bk 39°32′Rh / 39.77°Bk 39.53°Rh / 39.77; 39.53
Hejmara miriyan
  • 32.968 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Erdheja Ezirganê 1939 li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Erdheja Ezirganê 1939
Erdheja Ezirganê 1939

Hêza wê 7,2 richter bûye. Di dîroka nêzîk a Kurdistanê de erdheja herî mezin ev e. 32.962 kes jiyana xwe jidest didin, zêdetirî 100.000 kes jî birîndar dibin.

Gorî tomarkirinên fermî 116.720 avahî ziyan dîtine. Dewletê alîkariyekê nedaye gel. Piştî vê erdhejê aboriya herêmê xirab bûye, gelê herêmê koçber bûne. Bi dehhezaran kes ji bo jiyana xwe bidomînin diçin bajarên mezin ên Tirkiyeyê.

Xizanî û koçberî biguhêre

İsmet İnönü ji berê de dixwest sînorên Kurdistanê ji kurdan bên valakirin. Wî digot bila li Erdêxan, Erzîrom, Ezirgan, Meledî, Gurgum û Eskenderûnê nifûsa kurdan bê kêmkirin, heger nikarin jî kurdên van deveran bilez bên asîmîlekirin.

Erdheja Ezirganê rê dide ku bi hezaran romî (tirk) û misilmanên Qefqas, Azerbaycan, Gurcistan ûêd bînin li parêzgeha Ezirganê bicih bikin.

Bi salan şûnde Tirkiye ji bo koçberên tirk ên nû hatine, avahiyan, gundan çêdike, axa bikêr dide wan.

Li ser vê erdhejê gelek stran hatine çêkirin. Bandora wê bi dehsalan li ser gel maye. Kurdên xizan dema dixwazin ji koçberiyê vegerin, rastî astengiyan tên.

Binêrin biguhêre