Erîdû an Erîdo (bi sumerî: 𒉣𒆠, eridug; bi akadî: irîtu; bi erebiya îro: Tell Abu Shahrain), cihwarekî arkeolojîkê li başûrê Mezopotamyayê ye ku li gorî delîlên arkeolojîkên îro wekî bajarê herî kevnê Mezopotamyayê hatiye pejirandin. (cihwarê arkeolojîk li parêzgeha Zîqar a îro ya Iraqê ye). Erîdû bi awayekî demdirêj ve wekî bajarê herî pêşîn ê başûrê Mezopotamyayê hatiye pejirandin û di roja îro de jibo bajarê herî kevnê cihanê nîqaşek li ser vê cihwarê arkeolojîk de heye.[1] Bajêr 12ê kîlomêtre li başûrê rojavayê bajarê Urê ye. Erîdû yek ji bajarên herî başûrê Mezopotamyayê ye û komek bajarên sumeran e ku li dora perestgehan, bi awayekî ku ji hev re xûya dibin berfireh bûye. Avahiyên bajêr ji heriyê hatine çêkirin û li ser hev hatine avakirin. Bi mezinbûna perestgehan re û mezinbûna gund li derve, bajarekî mezintir hatiye avakirin. Perestgeh bi navê E-Abzu hatiye binavkirin û tê bawer kirin ku Enkî li Abzu jiyan kiriye ku perestgeh xwedî avhewayeke wisa ye ku tê bawer kirin ku hemî jiyana Enkî jê vî avhewayê çêbûye.

Eridû
Tableta Çîroka Tofana Sumeran (yan Erîdû Genesis). Nippur, sedsala 17an ê b.z.
Erîdû li ser nexşeya Rojhilata Nêzîk nîşan dide
Erîdû
Erîdû (Rojhilata Nêzîk)
Erîdû li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Erîdû
Erîdû (Iraq)
Map
CihTell Abu Shahrain, Zîqar, Iraq
HerêmMezopotamya
Koordînat30°48′57″Bk 45°59′46″Rh / 30.81583°Bk 45.99611°Rh / 30.81583; 45.99611
Dîrok
AvakirinTexmînî 5400 b.z.
TerikandinTexmînî 600 b.z.

Dîroka lêkolînê biguhêre

Di qada lêkolînê de 8 girên arkeolojîk hene.

  • Girê 1 - Qada Pîroz a Ziggurat
  • Girê 2 - Qesra Xanedaniya Destpêkê
  • Girê 3 - 300 × 150 mêtre li herêmê, 2.5 mêtre bilind, 2.2 kîlometre NSW ji Ebû Šahreyn, kûşxaneyên Isin-Larsayê hatin dîtin.
  • Girê 4 - 600 × 300 mêtre li herêmê, 2.5 kîlomêtran li başûrê rojavayê Ebû Şehreynê, kelûpelên Kasît hatin dîtin.
  • Girê 5 - 500 × 300 mêtre li herêmê, 3 mêtre bilind, 1.5 kîlomêtre li rojhilatê Ebû Şehreyn, serdema Nû-Babilî û Axamenîsiyan.
  • Girê 6 - 300 × 200 metre li herêmê, 2 mêtre bilind, 2.5 li kîlomêtre başûrê rojavayê Ebû Şehreyn e.
  • Girê 7 - 400 × 200 mêtre li herêmê, 1.5 mêtre bilind, 3 kîlomêtre li rojhilatê Ebû Šehrayî ye.
  • Girê 8 - Usalla
 
Sêwirana Perestgeha E-abzu ya Erîdû
 
Nexşeya bajarên Mezopotamyaya kevnar. Bajarên Eridu û Ur li herî başûrê herêmê ye.

Cihê li Tel Ebû Şehreyn ku li nêzîkî Besrayê ye, çar caran hatiye kolandin. Wargeh di destpêkê de ji aliyê John George Taylor ve di sala 1855an de, ji aliyê R. Campbell Thompson ve di sala 1918an de û ji aliyê H. R. Hall ve di 1919an de hatiye kolandin. Vedîtinek balkêş ji hêla Hall ve perçeyek ji cama şîn a çêkirî bû ku serdema wî li dora sala 2000ên b.z.ê bû. Rengê şînê ku bi kobaltê hatiye çêkirin, sedsal beriya ku ev teknîk li Misirê hatiye bikaranîn, bi dest ketiye.[2] Kolandinên li wir ji sala 1946an heta 1949an ji nû ve ji aliyê Fuad Safar û Seton Lloyd ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Îraqî ya Kevnar û Mîrateyê ve destpêkir. Bi van kolandinan rêzek ji 14e perestgehên li ser hev û goristanek Serdema Ubaid bi 1000 gorên ji kerpîçan ber bi başûrrojhilat ve hatine dîtin. Li gorî A. Leo Oppenheim, ev vekolînên arkeolojîk destnîşan dikin ku "di dawiyê de tevahiya başûr ket nav rawestandinê û dest ji înîsiyatîfa siyasî berdaye ji serwerên bajarên bakur re". Dibe ku ji ber zêdebûna şorbûna domdara ava avdaniya hilberandina çandiniyê û bajar di sala 600ê b.z.ê de hatiye terikandin. Di cotmeha sal 2014an de Franco D'Agostino ji bo amadekariyên ji nû ve destpêkirina kolandinê de seredana wargehê kir û bal kişand li ser hejmarek perçeyên kerpîç ên Amar-Sin ên li ser rûkalê hatine nivîsandin. Di sala 2019an de, kolandinên li Erîdûyê bi xebateke hevpar ên Îtalya, Fransa û Îraqê, ji nû ve da destpêkirin.

Efsaneyên Erîdûyê biguhêre

Di hinek guhertoyên Lîsteya Keyên Sumeran de, berî ku lehiyek bi ser axê de were, Eridu yekem ji pênc bajarên ku qeraltî lê hatiye lê hatiye pejirandin.[3] Lîsteya Keyên Sumeran behsa du keyaniyên Erîdû dike: Alulim, 28.800 sal serweriyê kiriye û Alalngar, 36.000 serweriyê kiriye.[4] Adapa, ku kesekî ji Erîdû ye, wekî lehengek çanda pêşîn tê destnîşan kirin. Tê pêşbînîkirin ku di dema Keyaniya Alulimê de şaristanî hatiye bajêr.

Di mîtolojiya Sumeran de, Erîdû mala perestgeha Abzu ya xwedawend Enkî bû ku hevtayê sumeriyê xwedawendê akadî Ea ye ku xwedayê avên kûr, aqil û efsûnê ye. Wekî hemû xwedawendên Sumer û Babîl, Enkî/Ea jî wekî xwedawendekî herêmî dest pê kir ku li gorî kozmolojiya paşerojê, bi Anu û Enlîl re desthilatdariya kozmosê parve kiriye. Padîşahiya wî avên şîrîn ên li binê erdê bûn (Sumerî ab=av; zu=dûr).

Çîrokên Înanna, xwedawenda Urûkê, diyar dikin ji bo ku diyariyên şaristaniyê werbigire, wê çawa biçî Erîdûyê. Di destpêkê de Enkî, xwedawendê Erîdû, hewl da ku van çavkaniyên hêza xwe vegerîne lê paşê bi dilxwazî ​​qebûl kir ku Urûk niha navenda axê ye. Wisa dixuye ku ev referansekî efsaneyî ye ji bo veguheztina hêzê ber bi bakur ve.

Nivîsarên Babîlî behsa damezrandina Erîdûyê ji aliyê xwedawend Marduk ve wekî bajarê yekem, "bajarê pîroz, rûniştina kêfa wan [xwedayên din]" dikin.

Li dîwana Asuriyan, nojdarên taybetî yên ku li ser edetên kevnar Erîdû, li başûr, hatine perwerde kirin, ji nîşan û nîşaneyên li ser laşê nexweş pêşbîniya nexweşiyê kirin û şîretên guncav û çavkaniyên efsûnî wekî derman pêşkêş kirin.

Şîna ji bo Erîdû biguhêre

Hilweşîna bajar û împeratoriyên Mezopotamya yên destpêkê bi gelemperî tê bawer kirin ku jiber encama têkçûna xwedawendan qewimiye. Cureyek bi navê Şînên Bajêr di serdema Îsîn-Larsayê de pêşketiye ku şîna herî navdar Şîna ji bo Ûrê ye. Di van girînan de çend beş (kirugu) hebûn ku tenê perçeyên wan hatine bidestxistin. Berevajî Ur yan Akad, baş nayê zanîn ka Erîdû çawa têk çûye yan jî kengê, ji xeynî serdema xanedaniya destpêkê. Lîsteya Keyanê Sumeran bi tenê dibêje: "Piştre Erîdûg ket û key birin Bad-tibira.[5][6]

"Key li derveyî bajarê xwe ma, mîna ku bajarekî xerîb be. Bi hêsirên xemgîn girî. Bav Enkî wek bajarekî biyaniyan li derveyî bajarê xwe ma. Bi hêsirên xemgîn girî. Ji bo xatirê bajarê xwe yê zerardîtî, bi hêsirê xemgîn girî. Hevjîna wî, wek ku çivîkekî difire, bajarê xwe terikand. Dayika E-maḫ, Damgalnuna pîroz, ji bajarê xwe derket. Hêzên xwedayî yên bajarê hêzên xwedayiyên herî pîroz hatin hilweşandin. Bi awayekî tevlêhev li Erîdûgê her tişt wêran bûn."

Dîrok biguhêre

Erîdû yek ji niştecîhên pêşîn ên li herêma Mezopotamyayê ye ku 5400 sal berî zayînê, nêzîkî Kendava Besra, li nêzîkî devê çemê Firatê ye. Ji ber kombûna aluvyonên li peravê bi hezar salan, bermahiyên Erîdû niha hinek dûrî kendava Ebû Şehreyn li Iraqê ye. Di kolandinan de derketiye holê ku bajar li ser deverek qûmê berê kes ku ti niştecîh li wê derê tinebune hatiye damezrandin. Piotr Steinkeller hîpotez kiriye ku xwedatiya herî pêşîn li Erîdû Xwedawendek bû ku paşê wekî xwedawenda erdê Ninhursag derketiye holê, (Nîn=Xanim, Hur=Çiya, Sag=Pîroz), bi paşerojê re Ea de wekî xwedawendiya mêran, encama hieros gamos, bi xwedawendiyek mêr yan karmendê perestgehê mezin bû.

Li gorî Gwendolyn Leick, Erîdû li navenda sê ekosîstemên cihê ku piştgirîya sê şêwazên jiyanê yên cihêreng ên ku bi gihîştina ava şirînê li hawîrdora çolê de digihîjin hev, hatiye avakirin. Wisa dixuye ku niştecîhiya çandiniyê ya herî kevn, li ser bingeha çandiniya avdaniyê ku ji çanda Samarra ber bi bakur ve hatiye wergirtin bi avakirina cihûkên avê û avahiyên ji kerpîçan, hatiye avakirin. Çandên nêçîrvan-masîgir ên peravên ereban berpirsiyarê naverokên berfireh ên li ser peravê ereban bûn û dibe ku sumeriyên resen bin. Çanda sêyemînê ku beşdarî avakirina Erîdûyê bûye, koçerên Semîtî ye ku xwedî keriyên pez û bizinan bûn û di konan de li herêmên nîv-çolê jiyan kirine. Her sê çand bandorê li avakirinên pêşîn ên bajêr kirine. Niştecihbûna bajarî li ser kompleksek perestgehek mezin a ku ji heriyê hatiye çêkirin û di hundurê depreşek piçûk de bû ku av li dorê perestgehê dorpêç dike.

Kate Fielden radigihîne ku "niştecihbûna gundê herî pêşîn (5000 sal berê zayînê) di derdora salên 2900 bz de bûye bajarekî girîng ê ji malên heriyê û qamîşan ku 8–10 hektar û 20–25 hektar rûerd digire." Mallowan di nivîsên xwe de diyar kiriye ku di heyama Ubaid de bajêr wekî "bajarek ne asayî mezin" bajêr xwedî qadek bi kêmerdî bû. Rûerda bajêr 20–25 hektar bû "4 hezar niştecihên bajêr" hebûn. Her çend cihwar ji aliyê Xanedaniya Destpêkê II ve hatibe vegerandin jî, Jacobsen diyar dike ku "Eridu ji bo hemî armancên pratîkî piştî serdema Ubaid de hatiye terikandin." Ruth Whitehouse Erîdû wekê "Bajarek Destpêka Xanedaniya Mezin" diyar kiriye. Hijdeh perestgehên li ser hev li cîhê Zîgurat a neqediyayî ya Amar-Sin ku serdema 2047 û 2039 salên b.z. de ne hatine dîtin. Zîgurat li ser nivîsa ku li ser kerpîçekî hatiye nivîsandin, dîroka wî bi dîroka Amar-Sîn re hatiye tomarkirin.

Avakarî biguhêre

 
Avahiya navendî ya hikûmeta Erîdûyê

Navenda bajarî ya Erîdû perestgeha Eayê ye ku jê re Xaniya Avhewayê dihate gotin. Navê perestgehê bi sumerî: 𒂍𒍪 𒀊 E2.ZU.AB, e2-abzu; bi akadî: bītu apsû) ye. Piştre jî ku di dîroka paşerojê de bi navê Mala Avê hatiye binavkirin, bi sumerî: 𒂍𒇉, E2.LAGAB×HAL; e2-engur; bi akadî: bītu engurru) ye.

Di serdema Ur III de li Ur-Nammu zîguratek li ser bermayiyên perestgehên berê hatiye çêkirin.

Ji xeynî Enmerkarê Urukê (wek ku di destanên Aratta de tê gotin), çend keyên Sumer ên paşerojê yên dîrokî, di nivîsarên ku li vir hatine dîtin de têne behskirin ku ev qeral li ser perestgeha e-abzu xebitîne yan jî perestgehê nû kirine. Di nav keyan de Elîliyê Ur; Ur-Nammu, Shulgi û Amar-Sin ên Ur-III, û Nur-Adad ên Larsa heye.

Mala Avhewayê (E-Abzu) biguhêre

Serrast Dîrok (BZ) Serdem Pîvan (m) Nîşe
XVIII 5300 - 3×0.3 Dîwarên xewê
XVII 5300–5000 - 2.8×2.8 Cella yekem
XVI 5300–4500 Early Ubaid 3.5×3.5
XV 5000–4500 Early Ubaid 7.3×8.4
XIV 5000–4500 Early Ubaid - Tu avahî nehatine dîtin
XIII 5000–4500 Early Ubaid - Tu avahî nehatine dîtin
XII 5000–4500 Early Ubaid - Tu avahî nehatine dîtin
XI 4500–4000 Ubaid 4.5×12.6 Platforma yekem
X 4500–4000 Ubaid 5×13
IX 4500–4000 Ubaid 4×10
VIII 4500–4000 Ubaid 18×11
VII 4000–3800 Ubaid 17×12
VI 4000–3800 Ubaid 22×9
V 3800–3500 Early Uruk - Tenê platform dimîne
IV 3800–3500 Early Uruk - Tenê platform dimîne
III 3800–3500 Early Uruk - Tenê platform dimîne
II 3500–3200 Early Uruk - Tenê platform dimîne
I 3200 Early Uruk - Tenê platform dimîne

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Leick, Gwendolyn (29 tebax 2002). Mesopotamia: The Invention of the City (bi îngilîzî). Penguin UK. ISBN 978-0-14-192711-4.
  2. ^ Garner, Harry (1956). "An Early Piece of Glass from Eridu". Iraq. 18 (2): 147–149. doi:10.2307/4199608. ISSN 0021-0889.
  3. ^ Marchesi, Gianni (1 kanûna paşîn 2010). "The Sumerian King List and the Early History of Mesopotamia". in M. G. Biga - M. Liverani (eds.), ana turri gimilli: Studi dedicati al Padre Werner R. Mayer, S. J., da amici e allievi (Vicino Oriente - Quaderno 5; Roma), pp. 231-248.
  4. ^ "The Sumerian king list: translation". etcsl.orinst.ox.ac.uk. Ji orîjînalê di 8 çiriya paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 hezîran 2022.
  5. ^ Vincente, Claudine-Adrienne (1 kanûna paşîn 1995). "The Tall Leilãn Recension of the Sumerian King List" (bi almanî). 85 (2): 234–270. doi:10.1515/zava.1995.85.2.234. ISSN 1613-1150. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  6. ^ Peled, Ilan (1 kanûna paşîn 2015). "A New Manuscript of the Lament for Eridu". Journal of Cuneiform Studies. 67: 39–43. doi:10.5615/jcunestud.67.2015.0039. ISSN 0022-0256.