Epiros (parêzgeh)

Herêmeke rêveberiyî ya Yûnanistanê
(Ji Epirus (parêzgeh) hat beralîkirin)

Epiros (bi yewnanî: Ήπειρος, lat. Ípiros, bi yewnaniya kevn: Ἤπειρος, lat. Ḗpeiros; bi latînî: Epirus), yek ji sêzdeh herêmên îdarî yên Yewnanistanê ye. Herêm li bakurê rojavayê Yewnanistanê cihwar bûye û herêmek kevneşopî ya Yewnanistanê ye. Ji aliyê rojhilat ve bi herêmên Makedonyaya Rojava û Tesalya, aliyê başûr ve Yewnanistana Rojava, li aliyê rojava ve deryaya Yonî û giravên Yonî, û ji aliyê bakûr ve bi Albanyayê ve sînor e.

Epiros
Ήπειρος
Rûerd
 • Giştî9,203,22 km2 (355,338 sq mi)
Gelhe
 (2011)
336,856
Dem
  • UTC+2 (EET)
  • UTC+3 (EEST) (Havîn)
Malperphp.gov.gr
biguhêreBelge

Erdnîgarî biguhêre

 
Dîmenek ji seyrangeha neteweyî ya bakûr

Epirosa Yewnan, bi giştî herêmek, bi kevir û çiyayî ye. Axa herêmê ji molosî û tesprotîyên kevnar pêk tê û beşekî biçûk ji axa Xaonian sparteya ku beşa herî mezin li Başûrê Albanyayê ye, pêk tê. Herêm bi piranî ji zozanên çiyayî ye û beşek ji Alperên Dînarî, pêk tê. Cihê herî bilind ê herêmê li Çiyayê Smolîkasê ye û bilindahiya ya çiya 2.637 mêtro ji asta deryayê bilind e. Li rojhilat Çiyayên Pîndos ên ku qonaxa Yewnanistana sereke pêk tîne û herêmê ji Makedonya û Tesselyê vetiqetîne, ciwar bûye.

Bajarên herêmê biguhêre

 
Nexşeya dabeşkirin a rêveberiya herêmê

Bajarên herêmê

Wêne biguhêre

Parêzgehên Yewnanistanê biguhêre

 

  1. Atîka / Αττική
  2. Yewnanistana Navîn / Στερεά Ελλάδα
  3. Makedonyaya Navîn / Κεντρική Μακεδονία
  4. Krît / Κρήτη
  5. Makedonyaya Rojhilat û Trakya / Ανατολική Μακεδονία και Θράκη
  6. Epiros / Ήπειρος
  7. Giravên Yonî / Ιόνια νησιά
  8. Egeya Bakur / Βόρειο Αιγαίο
  9. Peloponês / Πελοπόννησος
  10. Egeya Başûr / Νότιο Αιγαίο
  11. Tesalya / Θεσσαλία
  12. Yewnanistana Rojava / Δυτική Ελλάδα
  13. Makedonyaya Rojava / Δυτική Μακεδονία
  14. Dewleta monastîk a xweser a Çiyayê Pîroz ê Atos / Άγιον Όρος
Nexşeya parêzgehên Yewnanistana îro

Çavkanî biguhêre