Epîdemîolojî, (bi îngilîzî epidemiology) zanisteke bijîşkî ye ku lêkolîne li ser berbelavîya nexweşiyên di civakê de dike. Pirbûna dîtina nexweşî yê û faktorên ku nexweşîyê zêde dikin, lêkolîn dike û analîza tevgerên nexweşîyan dertînê holê.

Armanca vê şaxê zanistî ew e ku agahdariya tenduristiyê kom bikin, planên tenduristiyê li hemberê nexweşîyan pêşbixin, tenduristî baştir bikin û nexweşî yê kêm bikin.

Etîmolojiya peyvê biguhêre

Di zimanê yewnanî a kevnar de peyva "epî" (liser) "demos" (gel) "logos" (gotin) di nav peyvê de di derbarê tenduristiyê de tu wateyek tine ye lê dîsa ev peyv di şaxek zanistîya tenduristiyê de tê bikaranîn.

Xeyn ji van epîdemîolojiya ajalan , epîdemîolojiya nebatan, epîdemîolojiya mîkrobiyolojî, epîdemîolojiya ceribandinkar, epîdemîolojiya klînîk, epîdemîolojiya karsazî û hawîrdor ku şaxên zanistiyê bi navê epîdemîolojiyê heye.

Jêderkên derva biguhêre