Entax

Gundekî Lîceya Diyarbekirê

Entax an Entaq (bi tirkî: Kabakaya), gundekî girêdayî navçeya Amedê Lîceyê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin.

Entax
Kabakaya
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir
Navçe Licê
Nahiye Licê (navend)
Demografî
Gelhe (2012) 283[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 38°21′12″Bk 40°43′57″Rh / 38.35333°Bk 40.73250°Rh / 38.35333; 40.73250
Bilindayî 870 m
Koda postayê 21700
Koda telefonê (+90) 412
Entax li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Entax
Entax
Entax (Tirkiye)
Map

Li herêma Licê wek bajar ciyê herî kevn û dîrokî yek jê jî Entax e. Di dîrokê de navê wê Atax, Ataq û Hetax derbas dibe. Entax îro gundekî Licê ye. Ew dikeve başûrê rojhilatê Licê û bi qasî 15–20 km yî ji Licê dûr e. Ne awayekî dîrokî û zanyarî lê li gor gotinên bav û kalên liciyan, licî ji Entaxê koçkirine û hatine li ciyê Licêya îroyîn bi cî bûne. Ji ber vê yekê jî tukes nizane kîjan sal û dem ji Entaxê hatine û Licê ya îroyîn avakirine. Lê bi awayekî dîrokî û zanyarî nayê zanîn ku dema Entax sancaxa (qezaya) Farqînê bûye, gelo wê demê rewşa Licê çi bûye. Dibe ku Licê wê demê gund be û bi Entaxê ve girêdayî be. Li ser Licê dokumenta herî kevn a nivîskî ya ku li ser camiya Mezin a Licê ye di sala 1540î hatiye nivîsin, e.

Di derheqê Entaxê de du çavkaniyên dîrokî hene: Dîroka Kurdên Merwanî û Şerefname. Li gor dîroka Kurdên Merwanî di navbera salên 985-1086 an de paytextê Dewleta Merwanî Farqîn bûye û Entax jî sancaxa wê bûye. Entax ciyê havîngeh û seyrangeha serokê dewleta Merwniyan bûye. Padîşahên Merwaniyan li Entaxê qesr û qonaxên bedew lêkirine. Di mehên bihar û havînan de çûne li wir kêyf û seyranê, xwarine û vedixwarine, guhdariya saz û stranan kirine. Li govend, reqs û dîlanan temaşe kirine û carnan jî çûne nêçîrê. Mirov dikare bêje ku Entax havîngeh û evîngeha padîşayên Merwaniyan bûye. Nivîskarê pirtûka Dîroka Kurdên Merwanî Îbnul-Erzak, 990 sal berî îro, li Entaxê behsa serpêhatiyeke padîşah û wezîrên Merwanî dike. Serpêhatî weha ye:

”…Hukimdariya Mumehidîdewle dewam dikir. Şêro jî wezîrê wî bû. Hukimdar ji Şêro gelek bawer dikir. Şêro birêvebiriya hemû karûbarî girtibû destê xwe. Bi navê Înbî Felyus kurekî Şêro hebû. Şêro gelek ji kurê xwe hez dikir û ew kiribû serokê parastinê ya giştî. Lê hukimdarê Merwaniyan Mumehidîdewle ji kurê wî Înbî Fulyas hez nedikir. Ji aliyê din ve hukimdar keleya Hetaxê dabû Şêro. Kela Hetaxê gelek saxlem bû. Axa wê fireh, bi xêr û ber bû. Xwediyê çêrgeheke mezin bû. Edeteke Şêro hebû, di rojên biharê de padîşah dibir wir û herduyan rojên xwe yên biharê li wir derbas dikir. Şêro di wê demê de ziyafet û şahiyên mezin çêdikir. Di bihara 1010 an de, dîsa çûn Hetaxê. Bi roj xwarin, vexwarin, kêfkirin û çûn nêçîrê. Îbnê Felyus ji wan re xwarin û vexwarinên xweş û tehmdar amade kir. Rojên xweş û geş derbas kirin.
Şêro ji lawê xwe re emîr dike û dibêje, ku divê çend pêwan (nobedar) bikevin deriyê keleyê bila nehêlin tu mirovên padîşah bikevin hundir. Ew jî dest bi xwarin, vexwarin û şahiyê dikin. Padîşah dixwe, vedixwe û emîr dike û Şêro jî rûne. Lêbelê li pêş padîşah xwar dibe erdê radimîse û dîsa rûnane û her car şûşe tijî dike û pêşkêşî padîşah dike. Padîşah baş mest û serxweş dibe. Pismamên padîşa yek bi yek radibin û Şêro jî wek ku wan bi rê bike, yek bi yek dibe der û her yekê di malekê de hefs dike. Û ew dibêje ku vî karî bi emîrê padîşah kiriye. Heta ku ew kesên meclisê diqedin vê plana xwe weha didomîne. Di dawiyê de ji derî sê stranbêjan tukes li ba padîşa namîne. Yek jê jî bi navê Muşrîk xizmetkarekî padîşahê yê taybetî ye. Şêro dema dibîne ku di rûyê padîşah de şopên serxweşiyê xuya dikin weha dibêje:
”Heger padîşahê min bixwaze raze nivîn amade ne!”
Padîşa weha bersiv dide:
”Belê, ez ê razim lê divê ez vê qedexa di destê xwe de jî vala bikim. De were ji bo jiyana min, em bi hev re qedeheke mey vexwin.”
Şêro, ” bi ser ser û çavên min” dibêje û bi hev re dest bi vexwarinê dikin. Piştre padîşah radibe û diçe wetaqa xwe û di nav ciyê xwe de dirêj dibe. Xizmetkarê wî yê taybetî jî, lingên wî digire hembêza xwe û miz dide.
Wê demê Îbnî Felyus ji Şêro re weha dibêje:
”De haydê tam dema wê ye! Fersend ket destê te.”
Şêro jê re weha dibêje:
”Welahî, ji bo vê yekê wijdana min bi min re îtaet nake.”
Îbn Felyus bi heyecan û tirs:
”Divê em vî îşî bibin serî an em hemû tên kuştin.”
Şêro weha bersiv dide:
”Wele ez nikarim vî karî bikim, dixwazî tu bi xwe bike!”
Li ser vê yekê Îbnî Felyus şûrê tazî di dest de û dikeve odeya Padîşah. Dema padîşah ew dibîne bi awayekî sert jê dipirse:
”Di vê saetê de tu ji bo çi hatî vê derê?”
Îbnî Felyus dibêje ku ji bo xizmetê hatiye. Padîşa bi awirekî sert:
”Derkeve, here û carekê din jî mewe!”
Lê Îbnî Felyus dernakeve. Padîşah bi hêz û heybet ji nav nivînên xwe derdikeve û di hemleyekê de wî davêje erdê û li ser rûdine. Gaziyê Şêro dike ku şûrê wî bîne. Şûrê padîşa tim pê re bûye lê wê demê dibin nivînên wî de maye. Şêro şûrê wî ji bên nivînên wî digire û di nav milên wî de lê dixe. Wê demê padîşah ji Şêro re dibêje:
”Ax Şêro tu bi gotina Îbnî Felyus xapiyayî. Lê bi Xwedê dê tu ji vir û bi şûn ve îflah nebî.”
Piştre Şêro bi eskerên ku bawer dike, ji xewê radike û rewşê ji wan re dibêje. Pismam û mirovên padîşah jî davêje zîndanê. Şêro bi kurê xwe Îbnî Felyus ve diçin Farqînê û ew li wir hukimdariya xwe elan dikin.”

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2012 283
2000 65
1990 965
1985 880

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 15 hezîran 2014
  2. ^ Yerelnet, Kabakaya, ji orîjînalê di 5 tebax 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 hezîran 2014