Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts

Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (bi inglîzî: Massachusetts Institute of Technology) an jî bi kurtasî MIT, zanîngeheke teknîk e ku li DYAyê di sînorên federedewleta Massachusetts de dimîne. Bi taybetî ji ber ku di warên zanist, endezyarî û ekonomiyê de bi ser ketiye, pir tê nasîn. Di warê endezyarî û teknolojiyê de wek zanîngeha teknîk a herî baş a dinyayê tê qebûlkirin[1].Heta vê gavê di navbera xwendekar, destûrdar û endamên perwerdehî yên MITê de 72 kes xelata nobelê qezenc kirine û 15ê van xelatan di nav pênc salên dawî de hatine kesibandin. Di zanîngehê de 11.192 xwendekar û 998 personelên akademîk hene[2].

Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts
Cih Cambridge,Massachusetts
Hejmar 11.301
Zimanê perwerdehiyê Îngilîzî
Dîrok 1861
Cure Taybet
Rektor L. Rafael Reif
Malper mit.edu
Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts li ser nexşeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan dide
Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts
Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê)

Dîrok biguhêre

 
Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts

MIT di sala 1861an de hate damezrandin û di sala 1865an de li navenda şarê Bostonê di avahiyeke bikirê de dest pê perwerdehiye bûye. Di sala 1916an de derbasê kampusa xwe ya anayîn ya ku li taxeya Cambridge de ye bû. Di sala 1900an de hate ramandin ku bi Zanîngeha Harvardê ya ku di heman bajar de ye bê tevîhevkirin. Lê destûrdarên (mezûn) MITê bizivîn û paşî jî ev pêşniyaz çê nebû.   

Girîngiya zanîngehê bi taybetî di dema şerê cîhanî yê duyem de ji ber îcadên leşkerî û zanistî zêde bû.  

Beşên wê biguhêre

MIT di nav xwe de wekî pênc fakulteyê ku xwediyê 26 beş e û bi kolejek dibe du beşek mezin. 

  • Fakûlteya Avahîsaziyê 
  • Fakûlteya Endezyariyê 
  • Fakûlteya Wêjeyê 
  • Fakûlteya Karsaziyê 
  • Fakûlteya Fenê 
  • Koleja Zanistên Tenduristî

World Wide Web biguhêre

Navenda World Wide Web Consortium di kampusa MITê de ye.

Mirovên navdar biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre