Enstîtuya Kurdî ya Amedê


Enstîtuya Kurdî ya Amedê, ango Peymangeha Kurdî ya Amedê, di sibata 2004’a li Amedê hatiye avakirin û dest bi xebatên xwe kiriye. Bi vebûna kursên zimanê kurdî re ji raya giştî re hatiye diyarkirin. Ji wê rojê vir ve li ser ziman û wêjeya kurdî xebatên xwe didomîne. Serokê enstîtuyê heta 2006a Nesip Gültekin bû. Jê bişûn de Ebûbekîr Çelebî bû. Piştî civîna giştî ya dawîn biryarê ji nû ve birêxistinê hatiye girtin û Înstîtût wekî Lijneya Rêveberiyê xwe birêxistin kiriye.

Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Çalakiyên enstîtuyê biguhêre

Heta niha çendek panel û atolyeyên ziman ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hatine lidarxistine. Di çiriya paşîn a 2005’a de bi hevkariya şaredariya bajarê mezin a Amedê bi tevlîbûna pispor û zimannasên kurd yên her hêlên cihanê Konferansa Standartkirina Zimanê Kurdî hatiye lidarxistin. Encamên wê konferansê wekî pirtûk hatine weşandin.

Organa enstîtûyê biguhêre

Ji gulana 2007a şûn de Kovara W ketiye bin banê Enstîtuya Kurdî ya Amedê, wekî weşana enstîtuyê di riya weşangeriyê de jiyana xwe didomîne.

Xebata berhevkariya zargotinê û berhemên wêjeya klasîk a enstîtûyê biguhêre

  • 1- DESTPÊK

Li her herêmek, li her bajarek, li her navçeyek, li her gundek, li her newalek, li her geliyek, di her şikeftek de, li ser her kaniyek, di binê her kevirek de, di her malek de, di bîra her mirovek de zimanek, dîrokek, çavkaniyeke civakê heye. Di bin axa vî welatî de gencîneyeke dîrokî, zimanî û çandî û zargotinî heye.Li ser her bihusteke vê erdnîgariyê çavkaniyek heye.Her keseke kurd hem delîl û hem jî şahidê vê çavkaniyê ye. Çima em xwe negihîjînin van çavkaniyan û em têr û tije xwe xwedî nekin? Qad qada me ye, çavkanî li ber me ne û em çima ne amade ne? Destpêkeke baş encameke baş bi xwe re tîne û fermo, em dest pê bikin.

  • 2- ARMANC

Berhevkirina berhemên zargotinî û wêjeya devkî ya gel:

Destan

Çîrok

Xeberoşk

Pêkenok

Gotinên pêşiyan

Biwêj

Tiştanok / mamik û hwd.

Berhevkirina berhemên nivîskî yên kevn û yên wêjeya klasîk:

Dîwan

Helbest

Destnivîs

Pirtûkên kevnare û hwd.

  • 3- RÊBAZ

Berhevkariya bi hevdîtinên rûbirû.

Berhevkariya bi amûrên deng-girtinê, dîmengirtinê û nîşegirtinê.

Bi rêbaza dîroka devkî.

  • 4- PÊVAJO

Pêvajoya demdirêj 5 sal e.

  • 5- ATOLYEYA ZARGOTINÊ

Amadekirina bingehên xebata atolyeyê

5 roj perwerdehî

Roja 6’an panela bi navê “Di bîra her kurdekî/ê de ziman, çand û dîrok veşarî ye”.

Diyarkirina 15 beşdaran.

Diyarkirina cî.

Temînkirin û amadekirina fînansmanê, lêçûnên xwarin û vexwarinê

Encamên xebata atolyeyê:

Di encama xebata atolyeyê de dê beşdarname bê dayîn.

Bi taybetî ji bo xebatên bi vî rengî yên Enstîtuya Kurdî ya Amedê dê destûrname bê dayîn.

  • 6- XEBATA BERHEVKARIYÊ

Berhevkariya zargotinî:

Kêm zêde 50 jin û mêrên çîrokbêj ku temenê wan ji 65 salî mezintir e çavkaniya berhevkariyê ne. Hemû hevdîtin bi sê awayî dê bêne qeydkirin.

Kamera

Wênekêş

Amûra deng-girtinê

Pênûs û perawî

Berhevkar ango kesê ku hevdîtinê pêk bîne ew ê bi tevahî li gorî rê û rêçikên berhevkariyê tev bigere û nîşeyên ku girtine, wêneyên ku kişandine û bi kamerayê dîmenên ku kişandine wekî 3 kopye tomar bike û radestê koordînatoriyê xebatê bike.

Hemû hevdîtin dê li ser destûra kes û malbata çîrokbêjan be û dê zelal û vekirî be. Tercîha me li ciyê ku çîrokbêj dijî hevdîtin pêk bê; lê ku derfet tune bin dibe ku çîrokbêj bê anîn ciyeke guncaw jî.

Di nava xebata berhevkariyê de zêdeyê pirsên pêwist û di derveyê mijarê de bi tu awayî berhevkar pirs û axaftinên cûda bi çîrokbêj re nake.

Berhevkarên ku di derveyê rêgez û rêzikan de tev bigerin, yên ku bêamûr û bêpergal xebatê bimeşînin xebatên wan dê neyên qebûlkirin.

Berhevkariya çavkaniyên wêjeya klasîk ya nivîskî:

Bi hemû seyda û melayên ku li herêmê ne re hevdîtin.

Çavkaniyên ku li cem wan hebin dê bi temînat bêne wergirtin û bi 3 awayan bêne arşîvkirin.

Li ser bidestxistin û kevnbûn û naveroka berheman dê hevdîtin bêne kirin û bêne qeydkirin.

Berhem dê bêne kopîkirin û dîsa li xwediyê wan bêne vegerandin.

Destûra mafên li ser berheman ji xwediyê wan dê bê standin.

Berhemên ku bêne berhevkirin dê wekî 3 kopy bêne arşîvkirin.

Tasnîfa berheman dê bê kirin û di nava xebatên wêjeya klasîk de dê bibin mijara lêkolînê.   Dem û demsala karê berhevkariyê:

Xebata berhevkariyê di her demên salê de dibe. Piştî xebata atolyeyê hemû beşdarên xebata atolyeyê dikarin bi domdarî vî karî bimeşînin.

Bi taybetî demsala zivistanê ji bo karê berhevkariyê guncawtir e.

Xebata Atolyeyê di navbera 20 û 25ê tîrmeha 2009an de pêk hat û beşdarname hatin dayîn.

Pirtûk û weşînekên Enstîtuya Kurdî ya Amedê biguhêre

Enstîtuya Kurdî ya Amedê digel xebatên akademîk yên li ser ziman, wêje, çand û hûnera Kurdî weşangeriyê jî dike. Heta niha curbecur 12 pirtûk û du hejmaran bultena bi navê ZIMAN ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hatine weşandin.

Ji bo agahiyên zêdetir di derbarê berhemên ku aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê de hatine çapkirin, li vir binêra: Lîsteya Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê

Girêdanên derve biguhêre