Emrah Erdoğan İpek, Küçük Emrah an jî Emrah (z. 1ê kanûna paşîn 1971, li Erxenî ya Amedê) yek ji stranbêj û aktorên navdar e.

Muzîka erebî, kurdî û cureyên afirandî bi zimanê tirkî îcra dike. Di dehan fîlmên ku xizanî û nakokiyên civakî tînin ziman de lîstiye. Bo TVan gelek rêzefîlm çêkiriye. Herwiha karsazek e, bazirganiyê dike.

Bi dehan xelatên Tirkiyeyê wergirtiye lê di qad navneteweyî de nayê naskirin.

Ew di 13 saliya xwe de bi navê "Küçük Emrah - Piçûk Emrah" derketiye pêşberî kamerayan û fîlm çêkiriye.

Albûm biguhêre

  • 1983 Ağam Ağam (Axê Min, Axê Min)
  • 1984 Gülom (Gulê'm)
  • 1985 Yaralı (Brîndar)
  • 1986 Boynu Bükükler (Stûxwaran)
  • 1987 Ayrılamam (Nikarim Biqetiyam)
  • 1988 Selam Sevdiklerime (Silav Bo Dostan)
  • 1988 Neşeliyim (Dilxweşim)
  • 1989 Sevdim (Min Hez Kir)
  • 1990 Hoşgeldin Gülüm (Xêr Hatî Gulê'm)
  • 1991 Sen Gülünce (Gava Tu Dikenî)
  • 1992 Bahar Konseri (Konsera Biharê)
  • 1993 Haydi Şimdi (Haydê Niha)
  • 1994 Sevdim Mi Tam Severim
  • 1996 Narin Yarim (Yara Narîn)
  • 1998 Dura Dura
  • 2000 Ya Hey
  • 2002 Arı
  • 2004 Kusursuzsun (Tu Bêqisurî)
  • 2005 Dön (Vegere)
  • 2006 Adın Ne Senin (Navê Te Çî Ye)
  • 2007 Best Of Emrah
  • 2008 Yelpaze (Baweşîn)
  • 2011 Terzinin Oğlu (Lawê Xeyat)

Girêdanên derve biguhêre