Eminem (di jdb. 17ê çiriya pêşîn a 1972an de wek Marshall Bruce Mathers III ji dayika xwe bûye) stranvanekî amerîkî ye. Ew pêştir rapvanekî bi nav û deng bû, û paşê jî bi karê xwe yê aktorbûnê serkeftî bû[çavkanî hewce ye].

Eminem
Marshall Bruce Mathers III
Performasa Eminem ya di Hezîrana 2009an
Jiyan
BernavM&M
Jidayikbûn17ê çiriya pêşîn a 1972an (51 salî)
St. Joseph, Missouri, DYA
Malpereminem.com
biguhêreBelge

Ew li Saint Joseph, Missouri (DYA) çêbûye û li Detroitê mezin bûye.

Jiyana wî biguhêre

Li gorî zehfên agahdariyan, malbata Mathers pir hejar bû. Têkiliya Eminem bi diya w' re pir zext bû, mîna ew di stranê xwe 'Cleaning Out My Closet' ('Dolabê xwe paqij bikim') de dibêje, û Eminem jî terkî xwendegeha paşîn kir li emrê 17 (berî vê ew jî 3 caran di sala xwendegehê ya 9êmîn de mabû). Lê piştî 12 salan piştî strana 'Cleaning Out My Closet' lê borîn ji diya xwe xwestiye di strana 'Headlights' ya u di albûma The Marshall Mathers LP 2 li sala 2013 an de.

Bûyerek ku jî pir bandorî wî kir, mirina xalê wî Ronald Dean 'Ronnie' Polkingharn, ku tenê jê 3 mehên meztir bû. Eminem di stranên xwe de carina behsa wî dike. Mînak di strana d-12 a 'How Come' ('Çawa dibe') de, ew li ser têkiliya xwe bi hevalekî xwe ya kevn re diaxive, û ew li ser xalê xwe wilo dibêje : 'Dema Ronnie mirîye, tu li kêleka min bû, bi milekî ji bona ku ez li ser wî bigrîm û desmalek ji bo çavên min zuha bike, û satilek ji bo têde bigre her hêstir min girîye'.

Di salên xwe yên xwendegehê de jî, wî li emrê 15 hevala xwe ya kevn û diya keça wan Kimberly Ann 'Kim' Scott naskir. Kimberly Scott keçika wan ya navê wê Hailie Jade Scott e li 25 Cila Navîna 1995 anî dinê, û Marshall û Kim li 14ê hezîranê 1999 zewicîn. Eminem jî stranên xwe de pir behsa keçika xwe dike, û çend stranan mîna '97 Bonnie & Clyde', 'Hailie's Song' ('Strana Hailie'), 'Mockingbird' ('Çûka qerfê'), û 'When I'm Gone' ('Dema ez çûme') bi tevahî li ser û ji bo Hailie ne.

Pîşe û berhemên wî biguhêre

Ji emrekî genc bala wî dabû muzîka rap, û kinga 13 salî bû dest bi rapkirinê kir, li nav grubekî bi navê 'Soul Intent'. Paşê, li sala 1996, wî albuma xwe ya pêşîn derxist, navê vê albumê 'Infinite' ('Bêdawî') bû. Teva ku albûm rastî serfirazî nehatibû, Eminem karê xwe berdewam kir û li sala 1997, wî demo-cd xwe 'The Slim Shady EP' derxist. Xelk dibêjin ku hunermendê mezin ê rap, endamê kevn ê NWA û hilberîner Dr.Dre vê cdê li garajê Jimmy Iovine (patronê Interscope Records) bihîst û biryar da ku bi Eminem re kontrayekê navîş ke, Eminem jegraway Tupac w ba dewam rappery amrica ye.

Serfiraziya wî biguhêre

Bi vê kontraya Interscopê, Eminem albûma xwe ya didyan, 'The Slim Shady LP' sala 1999 derxist. Ev albûm rastî serfirazîyeke pir mezin hat, û Eminem pir zû bû stareke pir mezin li her aliyê cîhanê. Strana albumê ya herî navdar, straneke bi navê 'My Name Is' ('Navê min e'), têde Eminem bi awayekî biken xwe dide naskirin.

Tenê saleke paşê, li gulanê 2000, Eminem albuma wî ya sêyem jî derxist, 'The Marshall Mathers LP'. Strana albûmê ku single ya pêşîn bûbû, 'The Real Slim Shady', bû pir nav û deng û çend stranên dîn, mîna 'The Way I Am' ('Ez çawa me') û 'Stan' jî hêj pir navdar in.

Paşê jî Eminem sê albumên dîn derxist, 'The Eminem Show' (2002), '8 Mile Soundtrack' (muzîka fîlmê '8 Mile', 2002) û 'Encore' (2004).

Projeyên wî ên dîn biguhêre

Ji bilî albumên xwe, Eminem jî bi pir tiştên dîn mijul bûbû. Ew endamekî gruba rap D-12 e, ku heta vîsta du albûm derxistin. Ew jî di fîlmê 8 Mile de aferînekî sereke dilîst, ku navê wî 'Jimmy Rabbit' bû. Wî jî muzika vê fîlmê çêkir, û jiboy vê êk Academy Awards a 'Best Song' ('Strana Herî Baş') jî li sala 2003 girt.

Dîskografî biguhêre

Fîlmnîgarî biguhêre

Sal Sernav Rol Nîşe
2000 Da Hip Hop Witch Ew bi xwe
2000 Up in Smoke Tour Ew bi xwe Konser
2000 The Slim Shady Show Various (deng)
2001 The Wash Chris Xuyakirina kurt
2002 8 Mile Jimmy "B-Rabbit" Smith, Jr. Xelat:
2003 50 Cent: The New Breed Ew bi xwe Belgenameyî
2004 Crank Yankers Billy Fletcher Sezona 2, Beşa 21
2005 50 Cent: Bulletproof Detective McVicar Lîstok, deng û hevrû[1]
2009 Funny People Ew bi xwe Xuyakirina kurt[2]
2010 Entourage Ew bi xwe Sezon a 7, Beşa 10: "Lose Yourself"
2012 Something from Nothing: The Art of Rap Ew bi xwe Belgenameyî
2012 How to Make Money Selling Drugs Ew bi xwe[3] Belgenameyî
2013 Detroit Rubber Ew bi xwe Xeleka Torrê, Beşa 1, Herwiha Hilberîner [4]
2014 The Interview Ew bi xwe Xuyakirina kurt
2015 Motor City Ew bi xwe Hilberîner

Pirtûk biguhêre

Sernav Sal Rûpel
Angry Blonde 2000 148
Whatever You Say I Am: The Life and Times of Eminem 2003 278
The Way I Am 2008 208

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "50 Cent: Bulletproof". IGN.com. Ji orîjînalê di 26 hezîran 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tîrmeh 2015.
  2. ^ "Eminem In New Judd Apatow "Funny People" Movie". Rap Basement. 16 gulan 2009. Ji orîjînalê di 16 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 gulan 2009.
  3. ^ "How to Make Money Selling Drugs (2012)". Internet Movie Database. Roja gihiştinê 18 tebax 2013.
  4. ^ Yohance Kyles (31 kanûna paşîn 2013). "Eminem Produced Series 'Detroit Rubber' Debuts Online". AllHipHop.com. Roja gihiştinê 10 sibat 2013.