Emily Elizabeth Dickinson (jdb. 10ê kanûna pêşîn a 1830an − m. 15ê gulana 1886an), helbestvana amerîkan e. Emily Dickinson li navçeya Massachusettsê, bajara Amherstê ji dayik bû. Malbata Dickinson bi çalakiyên polîtîk û perwerdehî re gelek navdar bûn. Bavê wê parêzer û li kolejeke herêmî berisgerek bû û ji aliyek din li Kongre da kar dikir. Diya Dickinson, a ku navê wê jî Emily bû, jinek xwînsar, gelek dîndar bû û karê wê kevanîtî bû. Diya wê zehf ji nexweşiyê giyanî kişand û bi piranî di depresyonê de bû. Dibe ku ji bandora ew nexweşiyê be, têkîliya wê bi qîza xwe gelek sar bû. Ew jî Dickinson di nameyeke xwe de wisa aniye ziman û digot ‘’Xwedî dayîkek qet nebûm.’’

Emily Dickinson
Jidayikbûn
Emily Elizabeth Dickinson Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

10 kanûna pêşîn 1830 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Amherst Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin15 gulan 1886 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Amherst Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêBright's disease li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêAmherst West Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Mount Holyoke College (1847–1848)
  • Amherst Academy (1840–1847)
  • Wilbraham & Monson Academy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Bandorbar
Dê û bav
  • Edward Dickinson Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Emily Norcross Dickinson Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Martha Dickinson Bianchi (niece) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • National Women's Hall of Fame (1973) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.emilydickinson.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dickinson li Akademiya Amherstê (1834-1847) û koleja Mount Holyoke (1847-1848) perwerdehiya xwe qedand. Dora 1850yî, ew dest bi pêk anîna helbestan kir, helbesta wê ya yekemîn di rojnameya Springfield Daily Republican de di sala 1852an de hatiye weşandin.

Stîla hewl û xebatên wê ya pêşî bi rêkî vetûrî bû lê salên bi ceribandinê pêşketinek bi vî karî bû xuyakirin. Bi piranî, bi awa kî lawij helbest nivîsand û helbestên wê li ser mijarên bawerî, bêdawîtî, xweza û giringiya malbatê bûn.

Ezmanek din heye

Ezmanek din heye,
Her tim aram û rewşen,
Û tevî tarîtiyê
Tavekî cûda heye li vêderê;
Qet guhnede ji daristanên çilmisî,
Xem neke zeviyên bêdeng –
Pelên wê her tim şîn,
Daristanek biçûk heye;
Eve baxçeyek ronîtir, xûsik
Û cemed qet pêk nehatiye;
Li nav kulîlkên neçilmisî
Dengên mozan dibihîzim:
Ez gorî, brêmin,
Keremke were baxça min !

— Emily E. Dickinson

Ji îngilîzî wergêr: Baran Acis