Emel Mathlouthi yan jî navê ku pê hatiye naskirin Emel (bi erebî:آمال المثلوثي, Amal al-Mathluthi; jdb. 11ê rêbenana 1982an) stranbêj-sitrannivîs, muzîkjen, aranjer û hilberînereke tûnisî-amerîkî ye ku bi strana xwe yê protestoyî ya bi navê Kelmti Horr (Gotina min azad e) ku ev sitran bûye sirûda Şoreşa Tûnisê û Bihara Erebî, bi navûdeng bûye. Emel Mathlouthi albuma xwe ya yekem a studyoyê ya bi navê Kelmti Horra di sala 2012an de weşandiye ku ev album ji çaraliyê cîhanê bertekên erênî werdigire. Albuma xwe ya duyem jî bi navê Ensen ku muzîka elektronîk bi muzîka klasîk re tevlihev kiriye di sala 2017an de weşandiye.

Emel Mathlouthi
Emel Mathlouthi li ser dikê, wêneyek ji mîhrîcana "Cabaret Frappé", li Fransayê (2012)
Jiyan
Jidayikbûn11ê kanûna paşîn a 1982an (42 salî)
Tûnis, Tûnis
Cureyê muzîkêmuzîka cîhanê
Pîşebestekar, gîtarîst
Amûrgîtar
Malperemelmathlouthi.com
biguhêreBelge

Emel Mathlouthi li Amedê beşdarê pîrozbahiya Newrozê ya sala 2024an bûye û li Newroza Amedê sitranên bi kurdî û bi erebî gotiye.[1]

Kurtejiyan biguhêre

Emel Mathlouthi di dema xwendekariya xwe de dest bi nivîsandina stranan kiriye û di sala 2006an de tevlî yekem bernameya pêşbaziya muzîkê ya erebî dibe û di pêşbaziyê de dibe sêyem.[2]

Di çarçoveya şoreşa tûnîsî ya di salên 2010-2011an de ew li Tûnîsê bû û bi rêya konserdayînê tevlî xwepêşandanan dibe. Piştre diçe Fransayê û li wir piştgirî dide şoreşê û li Fransayê gelek stranên berxwedan û azadiyê diweşîne.

Di sala 2012an de wê yekem albuma xwe ya studyoyê ya bi navê "Kelmti Horra" (peyvên min azad in) dide weşandin.

Emel Mathlouthi bi şîrovekirina stranên bi zimanên din jî tê nasîn: Wê kilama spanyolî ya Nací en Alamo (Li Alamo ji dayik bûm) ji nu ve şîrove kir, wergerande erebî û weke stranek li ser Filistînê xwend (Nací en Palestina, Li Filistînê ji dayik bûm).

Di nava kurdan de Emel Mathlouthi bi şîrovekirina sitrana Ehmedo bi nav û deng bûye. Balkêş e ku dengê hunermendê pir li stranê tê û xwediyê xortbûn û kûrahiyeke bêhempa ye. Herwiha, bi vê stranê Emel Mathlouthi him bala guhdarvanên xwe kişande ser rewşa gelê kurd, him jî ya kurdan kişande ser xwe. Ji wê rojê pê ve ew tevlî çend mîhrîcanên kurdî bûye û rastî gelek ecibandina kurdan tê.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Hunermendê Tûnisî Mathlouthi li Newroza Amedê de ye". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 21 adar 2024.[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Biographie d'Emel Mathlouthi (Concerts.fr), ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2012