Emîn Fewzî

Zanistvanê kurd

Emîn Fewzî an Emîn Feyzî Beg (jdb. 1862, Silêmaniye - m. 1928 Stembol) zanistvanê kurd yê sedsala 19an û 20an e ku li ser felsefe, matematîk û fizîk xebitiye.[1]

Emîn Fewzî Beg
Jidayikbûn1862
Mirin1928
Stembol, Tirkiye
EsilKurd
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî
PîşeFelsefe, Kîmya, Fizîk û Wêje
SerdemSedsala 19an û 20an
BandorkerŞêx Rizayê Talebanî
DînÎslam
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Emîn Fewzî sala 1862an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Demek di Artêşa Osmaniyan de jî xebitiye. Zanistvanek pir mezin bû li ser matematîk, fizik, kimya, felsefe û wêjeyê gelek berhem nivîsand. Bi fikr û ramanên xwe yên li ser fen û wêjeyê gelek ateîstan kerr kiriye. Ji bo heca xwe çûye Mekeyê jî, û ji wêderê çûye Hindistanê jî geriyaye. Piştî wextan çûye Viyana û Parîsê jî geriyaye. Emîn Fewzî di sala 1928an de nexweş dikeve û li Stembolê wefat dike.[2]

Şêx Rizayê Talebanî di helbestek xwe de besna wî daye.

Pirtûk biguhêre

  • Encumenî Edebiyatî Kurd
  • Îcmalû Ennea
  • Hawayî Nesîmî
  • Tefrîkatûn Riyaziye
  • Şecerat

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Mihemed Emîn Zekî, Meşahirê Kurd û Kurdistan
  2. ^ Mehmet Çağlayan, Şark Uleması, r. 147