Elaedîn Keyqubadê Selcûqî

Elaedîn Keyqubadê Selcûqî yan Elaedîn Keyqubadê pisê Keykawîsî yan jî Keyqubadê I (bi farisî: علاء الدين كيقباد بن كيكاوس‎; bi tirkî: I. Alâeddin Keykûbad) (z. 1188 - m. 1237) siltanê 11em ji siltanên selcûqî yên Romê anko Anatolyayê bû. Wî ji 1220î heta 1237an desthilatdarî kir. Wî li ser hisaba hevsiyên xwe, nemaze li ser mengûjekiyan û eyûbiyan, axa jêr desthilata xwe berfireh kir. Wî bi girtina benderê Kalon Orosê desthilata wî selcûqiyan gehişt Deryaya Spî ya Navîn. Paştir ji ber wî navê wî benderî bû "Elaîye". Wî êrîş kir ser benderê Sûdakê li ser Deryaya Reş û ji bo heyameka kurt nîvgizirta Qirimê jî êxist bin destê xwe.

Elaedîn Keyqubadê Selcûqî
Jidayikbûn1190 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1237 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • Siltanê Romê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Hunat Hatun Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Kaykhusraw II Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Kaykhusraw I Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
MalbatSeljuk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ev siltan ku gelek caran wekî "Keyqubadê Mezin" tê binavkirin, ji ber avahiyên zêde ku li paş xwe hiştine tê bibîranîn. Desthilatdariya wî wekî kopîtka herî dawîn ya desthilata selcûqiyan li Anatolyayê tê niyasîn. Piştî êrîşa Mexolan li nîva sedsala 13an, xelkê herêmê wekî dema zêrrîn li dema desthilatdariya wî dinihêrrî û gelek ji xûnkarên piştî wî bizav dikir ku ji bo rewakirina desthilata xwe neseba xwe bigehînin wî.

Çavkanî biguhêre