El País ("Welat") rojnameya herî mezin û navneteweyî ya Spanyayê ye.

El País
El País Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Rojnameya rojane Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya El País
Welat
DewletSpanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanSpanî û inglîzî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 4 gulan 1976 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 4 gulan 1976 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • José Ortega Spottorno
  • Jesús de Polanco
  • Juan Luis Cebrián Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Weşanxane
  • Grupo PRISA Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê weşandinêMadrîd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Princess of Asturias Award for Communications and Humanities
  • Out d'or
  • Four Freedoms Award – Freedom of Speech Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.elpais.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sala 1976'î, piştî mirina dîktator Francisco Francos hatiye damezrandin. Ji bo bipêşxistina demokrasiyê li Spanyayê û pêşîlêgirtina darbeyên leşkerî vê rojnameyê roleke mezin lîstiye. Di çapa 23ê sibata 1981ê rojnameyê wekî sernivîs hişyariya darbeyeke leşkerî ya nû kiriye û pêşî li darbeyê daye girtin.

Nêrîna rojnameyê mirov dikare wekî çepa lîberal binavbike. Nêzîkayiya rojnameyê bo sosyalîstên Spanyayê heye. Gelek nivîskar û kesayetiyên navdar ên Spanyolî jî ji vê rojnameyê re dinivîsînin. El Paisê gelek caran cih daye pirsgirêka Kurdan û rewşa li Kurdistanê jî.

Malpera wî jî heye û weşana dijîtal dike. Gelek kovar û bernameyên TV yan jî amade dike. Rojname ji aliyê fîrmaya grûba medyayê PRISA ve tê derxistin. Tîraja rojnameyê (ji xeynî kovaran) li dora 500.000î ye.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre