Ekrem İmamoğlu
Ekrem İmamoğlu, (jdb. 4 hezîrana 1970, Cevizli, Akçaabat, Trebzon) siyasetmedar, mirovê karsaziyê û şaredarê Bajarê Mezin ya Stembolê ye.
Şaredarê Stembolê (d) | |
---|---|
dp. | |
Ali Yerlikaya (en) | |
Şaredarê Stembolê (d) | |
- | |
Mevlüt Uysal (en) Ali Yerlikaya (en) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Cîwar |
Beylikdüzü (dp. ) |
Perwerde |
İstanbul University School of Business (d) Zanîngeha Stembolê |
Pîşe | |
Hevjîn |
Dilek İmamoğlu (d) (dp. ) |
Partiyên siyasî |
Partiya Welatê Dayikê () Partiya Komara Gel (dp. ) |
Malper |
Ekrem İmamoglu di navbera 2014 û 2019an de şaredarê navçêya Stenbol ya Beylikdüzü yê bû. Di hilbijartina gelemperî ya sala 2019an de bû namzetên partîya siyasî ya çep a Tirk ya CHPê. Di vê hilbijartinê de Ekrem İmamoğlu wek Şaredariya Bajarê Mezin hatin hilbijartin û di 17ê nîsana 2019an de dest bi şaredarî yê kir. Hilbijartina yekem ya 17ê nîsanê ji aliyê hikûmeta AKPê ve di 6ê gulana 2019an de hate betal kirin û biryara ku hilbijartin bê dûbare kirin, hate dayîn.[1] İmamoğlu, di hilbijartina duyemîn ya 23ê hezîranê de bi ferqek mezin dîsa hate hilbijartin û piştê hilbijartina duyem, di 27ê hezîrana 2019an de careke din dîsa bû şaredarê bajarê mezin ya Stembolê.
Jiyan û perwerde biguhêre
Ekrem İmamoğlu di 4ê hezîrana 1970an de li gundê Cevizli ya bi ser parêzgeha Trebzonê ya navçeya Akçaabatê hatiye dinyaye. Ekrem İmamoğlu kurê dê û bavê Hava û Hasan İmamoğlu ye. İmamoğlu di temenê çar saliyê xwe de di demsalên havînan de perwerdeya xwendina Quranê wergirtiye û beriya dibistana seretayî de hînê xwendina Quranê bûye.
Piştî ku dibistana navîn a Trebzonê xilas dike ji bo perwerdeya xwe yê zanîngehê pêşî li Zanîngeha Rojhilata Navîn a Endezyariya Avahiyê qezenc dike lê neçe wî zanîngehê. Piştre jî li Beşa Rêveberiya Karsaziyê ya Zanîngeha Gîrneyê ya Amerîkayê de dest bi perwerdehiya xwe yê zanîngehê kiriye. Piştî du salan ku malbata wî di sala 1987an de koçê bajarê Stembolê bûye qeyda xwe yê zanîngehê tîne Zanîngeha Stembolê û li wir perwerdehiya xwe ya zanîngehê diqedîne.
Kariyera siyasî biguhêre
Ekrem İmamoğlu di sala 2000'de wek nêrînek siyasî beşdarî partiya CHPê bû. Di sala 2004an de dibe namzetê CHPê û di hilbijartina yekem de Şaredariya navçeya bajarê Stenbol ya Beylikdüzü yê bidestxistiye.
Dema ku ew serokê navçeyê yê CHP Beylikdüzü bû malên hevbendiyê damezrand û danûstendina partiya xwe li gel xelkê navçeyê zêdekir. Li navçeyê şahîyên wek konser û pêşangeha li darxist, alîkariya civakî pêşkêşî gel kir , rêxistinên civakî û jinan ya partîya xwe berfireh kir û dibistanên navçeyê da nûkirin. Di vê heyamê de, cara yekem tecrûbeya hilbijartin wergirt û di referandûma 2010 de ji ber ku welatîyên navçeyê bi xebatên Ekrem İmamoğlu bi bandor bû, navçê li dijî jibo guherîna yasaya li Tirkiyê ji sedê 54, degê xwe ya "Na" bikaranîn.
Ew dem li Stenbol, rêveberiya şaredariyê Beylikdüzü di destê AKPê de bû, lê Beylikdüzü di wî demê de bi tenê navçê ya wekem bû ku encama referandûmê de dengê "na" bikaranî. Di sala 2011 de hilbijartinên giştî li Tirkiyê, CHP li gorî hilbijartinê yên berê dengê xwe li navçeyê 8 xal zêdekir û di navçeyê de bû partiya yekemîn. İmamoglu carek nûve dîsa bû serokê rêxistina CHP ya navçeyê Beylikdûzû yê.
Çavkanî biguhêre
- ^ "İBB Başkanı Ekrem İmamoğlu göreve başladı: 'Demokrasiyi hiçe sayanları milletçe yok saydık'". birgun.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2020.