Edgar Allan Poe (jdb. 19ê kanûna paşîn a 1809an li Bostonê - m. 7ê çiriya pêşîn a 1849an li Baltimoreyê) helbestvan, nivîskar, weşanger û rexnegirê wêjeyîamerîkî bû.

Edgar Allan Poe
Jidayikbûn19 kanûna paşîn 1809 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin7 çiriya pêşîn 1849 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Baltimore Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêNayê zanîn li ser wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêWestminster Hall and Burying Ground Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Vîrjînyayê
  • Akademiya Leşkerî ya Dewletên Yekbûyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • The Black Cat
  • The Pit and the Pendulum
  • The Murders in the Rue Morgue
  • The Oval Portrait
  • The Tell-Tale Heart Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • midûrê karê weşanê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Virginia Eliza Clemm Poe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • David Poe, Jr. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Eliza Poe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di nava salên 1815 û 1825an de bi malbata xwe ya dêmarî re diçe Înglistanê û li Londonê xwendina xwe didomîne. Di 1827an de dikeve artêşê; xwe li Dibistana Leşkerî ya West Pointê qeyd dike, lê ji ber bêdîsîplîniyê di sala 1931ê de jê dihê avêtin. Ji bo ku xeyalên xwe yên dewlemendiyê pêk bîne diçe New Yorkê. Li cem metika xwe ya xizan û jinbî bi cî dibe.

Di sala 1836an de bi xwarzaya (yan jî birazaya) xwe Virginia Clemm a ku hîn 14 salî bûye re dizewice. Di 1837an de diçin li New Yorkê bi cih dibin. Çîroka The Narrative of Arthur Gordon Pym wê salê, di sala 1840an de jî cîlda yekem a Çîrokên Nebihîstî weşand.

Di sala 1845an de helbesta wî ya nav Qelareşk ("The Raven") weşand.

Di sala 1847an de jina wî ya ciwan mir. Ew bi xwe jî nexweş û bêhêvî bû, tim taya delirium tremens derbas dikir. Dema li ber zewaca bi pîrekeke extiyar û dewlemend re bû, şeveqekê li Baltimoreyê li devê deriyê meyxaneyekê li ber sikratan dihê dîtin.

Helbesta wî ya ku navê wê Annabel Lee ye gelek navdar e.

Berhem biguhêre

Çavkanî biguhêre