Ebdulxefûr Husên hunermend û wênesazekî kurd e ku di sala 1968an de li gundê Çaxirbazar, Rojavaya Kurdistanê, ji dayika xwe bûye.[1]

Ebdulxefûr Husên
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ebdulxefûr Husên wênesazekî xwegihandî ye. Ew gelek çîrok û destanên kurdî (wekî Siyabend û Xecê, Mem û Zînê, Kawayê Hesinker, Derwêşê Evdî û hwd) di kevalên xwe de bi awayekî tund û bedew bi kar tîne. Di kevalên wî de kartêkirina surrealîzma Salvador Dalí jî xuya ye.

Wênesaz xwediyê zêdeyî 25 pêşaneyan e, yên bi tekane û yên hevbeş, li bajarên Hesîçe, Heleb, Reqa û Qamişlokê. Wî di 25ê kanûna mezin a 2008an de li Pêşangeha Şaredariya Mezin a Amedê 38 wêneyên xwe yên bi navê "Xewnên Zarokan" pêşkêş kirine[2].

Ebdulxefûr Husên wekî yek ji damezirînerên surrealîzma hunerî ya kurdî tê hesibandin.

Çavkanî biguhêre

  • Kovara Zevî, 10.