Dirêjan

Gundekî Çirmika Meletiyê

Dirêjan (bi tirkî: uzun, uzunlar, eskiden gelenler) gundekî bi ser Çirmika Meletiyê ve ye û li Bakurê Kurdistanê ye. 32 km li rojavayê navçeyê dikeve.

Ji ber ku ev gund di dema osmaniyan de di lîsteya "gundên dijmin" de bû, li wan gelek zilm hatibû kirin. Bi damezrandina dewletê ve jî heman pêkutî berdewam kir. Wekî heqaret dewleta tirkî navê gund kir Budalausağı, "gundê bêhişan". Gundî ji eşîra kurd a dirêjan in. Di salên 70'î de dewletê navê gund kir Isıklı. Aborî pirranî li ser xwedîkirina ajalan e. Pirraniya gundiyan ji gund barkirin. Dewleta tirkî dixwaze kurd birevin û axa wê bidin kirkên koçber.