Digimon (japonî デジモン Dejimon an jî デジタルモンスター Dejitaru Monsutā, „Digital Monster“ bi wateya Cinawirên Dijîtal) sernavê tiştên bazirganî pargîdaniya Bandai ne û li ser wê sernavê de 6 rêzefîlm, 11 Fîlmên Anîmeyê, sirayeke lîstikên xêvjimêrê ji bo platformên têvel, pir manga û kartên berhevok yê leystinê hatine hilberandin.

Digimon
デジモン Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Media franchise Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welat
Çêker
  • Akiyoshi Hongo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweRêzefîlma komediyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê çîrokê
  • Digital World Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jê çêbûyî
  • Digimon: Digital Monsters Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Digimon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperdigimon.net/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Lîstok biguhêre

 
Mini Digimon Versiyon 2.0

Di hezîrana 1997an de li Japonya versiyonên yekemînê Digimon Virtual Pets ji wek pêşketina Tamagotchiyê xuyandin bûn. Kesên lîstoka karebayî dikar bûn virtûel li hemberê hev re şer bikin. Ew alavan pir biserkeftî bûn û di kanûna pêşîn de nifşa duyemînê ya wan kesên virtûell hatibûn firotinê. Di wana de gelek versiyon hene Digimon-Pendulum-, Pendulum-Progress-, Pendulum-X, Accel-, Twin-, Digivice ic û ya Mini-rêze. Her wiha versiyonên ji bo Alava destê ( bi înglîzî handheld) jî hene.

Manga biguhêre

Di Havîna 1997an de li Japonya de Mangaya Oneshot bi sernavê C’mon Digimon weşandî bû û ew pêşhatiya siraya mangaya Digimon Adventure V-Tamer 01 bû.

Digimon Adventure V-Tamer 01

Rêzeya Digimon Adventure V-Tamer 01 wê ji aliyê xêzkar Tenya Yabuno û nivîskar Hiroshi Izawa ve di sala 1998 heta 2003 di kovara V-Jump ji aliyê weşanxaneya Shueisha weşandî bû.

Digimon Chronicle

Digimon Chronicle mangaya duyemînê Digimonê ye.

Digimon D-Cyber

Digimon D-Cyber xêzeromaneke çîn ( bi Çînî Manhua ) ya Digimon e.

Digimon Next

Digimon Next mangaya Digimonê ya seyemîne.

Lîstikên xêvjimêrê biguhêre

Digital Monster Ver. S: Digimon Tamers biguhêre

Platforma : Sega Saturn

Dîroka eyanbûnê : 23ê îlon 1998 ( Japonya )

Digital Monsters wek lîstika yekemîn di sals 1998 ji bo konsola Sega Saturnê eyan bû. Ew lîstik hinek wek Tamagotchi ye. Ema bi grafîkeke tûje û meriv dikare pir Digimon perwerde ke. Di lîstikê de lîstikvan gereke Digimona xwe ji hêkê heta levela Şampiyonê an jî Ultrayê perîsandî ke û gereka li File Island de hûrde( perê hesin ) bicivîne. Lîstikvan lîstikvanên din bi navê Hacker dibîne û ew jî Dîgimonên xwe dişînin tekoşîne û dixazin hûrde bistînen.

Digimon Adventure: Anode Tamer biguhêre

Plattform:WonderSwan

Dîroka eyanbûnê : 15ê kanûna pêşîn 1999

Ew lîstik derbarê zarokê bijarte ne wê li cîhanekê dijîtal tên li ku ew cengên Digimonan dikin. Digimona bed Milleniamon zarokan ji cîhana rastî direvîne û dixwaze cîhana Digiwelt dixe di binê ferwerdariya xwe. Augumon Digimoneke baş dikare bireve û ew lehenge lîstikê Ryou bi xwe re dibe li cîhana dijîtal. Armana wê ewne li ku gereke hemberê Digimonên bed şer bike, wana bigirên û perwerde ke ji bo artêşeke bi Digimonan çê ke û paşê hemberê Milleniamon hilweşîn bikin û wisa hevalên xwe rizgar bikin.

Digimon World biguhêre

Platform: Playstation

Dîroka eyanbûnê: 28ê kanûna paşîn 1999 (li Japona), 23ê gulan 2000 ( li DYA), 6ê tîrmeh 2000 ( li Ewropa)

Lîstikvanê lîstikê rola laweke dileyze wê lîstika Digimon pir hez dike. Wexta ew bi êvarek tê malê û lîstik destpê dike ew bi xwe bi hindirê lîstik ve dikeve di cîhana dijîtal.Di

Di pey hatina xwe re ew xwe li vir xwe li File Island dibîne û ew kesê xwe Digimon û rêber Jijimon nas dike. Jijimon wê rê behsa krîzê dike. Hêzên nerind armoniya cîhana dijîtal xirab kirine û Digimonan wê li File Island dijîn jihevcuda û hov bûne. Armanca lîstikvan ew ew gereka File Island vebibîne, rûniştvanên bajarê îzan bike û wana gêrî bîne bajarê. Peywira girîngtirîn yê listîkvan li ku ew Digimona xwe gereka wek Tamagotchi perwerde ke li ku meriv wê têr dike, hêz dike, lê mez dike û him jî dibe daşirê ( tuwaletê ) û seva ew peresîneke hêz biserkeve.

Digimon Digital Card Battle biguhêre

Platform : Playstation

Dîroka eyanbûnê: 22ê kanûna pêşîn 1999

Naveroka lîstikê kartên berhevok yê Digimnon ne. Lîstikvan ji cîhanê de xwe tomar dikin û li cîhana dijîtalê de kart dicîvînin ji bo bi hev re lîstika kartan bileyzin. Meriv wek xwe re qatek bi 30 kart tevlihev dike wê bi kartên Digimon û kartên Opsiyona Taybet ne. Lîstikvanê wê lîstik qezenc dike 3 kart distîne.

Digimon Adventure: Cathode Tamer biguhêre

Platform:WonderSwan

Dîroka eyanbûnê: 20ê kanûna paşîn 2000 ( Japonya)

Ew lîstika duyemine yê rêzeya Digimon Adventure û wek ferehkirina Digimon Adventure: Anode Tamer, ye .Naveroka lîstikê bi qasî wekî lîstika yekemîne. Belam gelek Digimonên nû he ne û meriv cêngên nû bi dijvanên nû ve şer dike. Ji bo berhevoka xwe ya Digimonan komplet be meriv re lîstika yekemîn jî pewîste.

Digimon Adventure 02: Tag Tamers biguhêre

Platform:WonderSwan

Dîroka eyanbûnê: 3 tebaxa 2000

Ev lîstok guhartoyek guhêrbar e ku ji berê de lîstikên Digimon Adventure weşandî bûn. Herdu lîstikvan Ryou û Ken ( gengaz e ku ji karakterên sereke yên Capcom Street Fighter re ilham bûn) derbasî cîhana dîjîtal dibin da ku dijê Milleniamonê vejandî û çokarê wî Diablomon şer bikin.


Digimon Adventure 02: Tag Tamers biguhêre

Platform: WonderSwan Color

Dîroka eyanbûnê: 8ê kanûna pêşîn a 2000

D1 Tamers berdewamiya lîstika Tag Tamers e. Piştî ku Millenniamonê xirab têk çû, serlehengê lîstikê Ryou dîsa di cîhana rastîn de vedigere. Lêbelê, ew dîsa ji hêla Digimonan ve tê gazî kirin ku beşdarî Tûrnûvaya Şerê Cinawiran a D1 bibe. Ew ku diyar dibe, Milleniamon hîn jî zindî ye û dixwaze tol hilde .