Dibistana Kurdî malpereke kurdî ye.

Armanc û Danasîn biguhêre

Dibistana Kurdî beşek ji malpera Dayreya Karûbarên Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê (Myndigheten för skolutveckling) ye û xwediyê wê Şaredariya Vesteros (Västeråsê) bû.

Armanca sereke ya malperê, hînbûn û pêşvebirina zimanê kurdî ye. Di pêvajoya perwerdeya kurdî de rola peywendiyên mamoste, şagird û malbatên kurd girîng e. Lewma ji vê projeyê hêvî ew e ku peywendiyên van aliyan hêsantir bike.

Ji bo pêşxistina vê projeyê, di sala 2001ê û bi vir de ye ku grûbeke xebatê hatiye avakirin:

Ev grûb berpirsiyara naverok û pêşxistina malperê ye. Grûb, karûbarên xwe li gor protokola ku di navbera Şaredariya Vesterosê (Västerås) û Dayreya Karûbarên Peşvebirina Dibistanan de hatîye morkirin dimeşîne. Dayreya Karûbarên Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê vê projeyê fînanse dike.

Mamosteyên kurdî bi şagirdên xwe re dikarin di dersxaneyan de, malbat li malê bi zarokên xwe re, zarok li ser komputerên xwe, xwe bi xwe û komeleyên kurdan li komeleyan li gel endamên xwe yên biçûk û mezin dikarin ji malpera Dibistana Kurdî sûdê werbigirin.

Paşbingeh biguhêre

Malpera Dibistana Kurdî di sala 2000î de ji aliyê Haydar Diljen ve bi navê “DILJEN-Dibistana Kurdî” hat amadekirin. Paşê Dayreya Karûbarên Dibistanan ya Swêdê (Skolverket) ev proje wek projeyeke pîlot pejirand û biryara geşkirina wê da. Şaredariya bajarê Vesteros (Västeråsê) jî xwedîtiya vê projeyê girt ser xwe. Bi vî awayî projeya “Dibistana kurdî” bû bingeha projeya “Temaya Zimanê Zikmakî” (Tema Modersmål) ku projeyeke girîng ya Dayreya Karûbarên Pêşvebirina Dibistanan e û ji malperên 29 ziman û zaraveyan pêk tê.

Di destpêka avakirina malperê de, di warê teknîka înternetê de, Mehdî Çilgin alîkarîyeka gelek hêja kir. Mehdî Çilgin, piştî demeke kin, dev ji webmasteriyê berda bi şûn de, Kamal Mavane ev kar hilgirt ser xwe û heta niha dimeşîne. Kamal Mavane, bi taybetî di warê desing de, rengekî gelek bedew da malperê. Lê niha êdî hin endamên grûbê yên din jî gelek xebatên malperê yên teknîkî bi cih tînin. Malper di navbera 2000-2005an de çar caran “design”a malperê guhert.

Dibistana Kurdî di tebaxa 2003an de teknîka malperê guhert û derbasî teknîka "php" bû. Xebatkarên projeyê ji sîstema "php" versiyoneka ku bi kêrî bikarhênerên malpera Dibistana Kurdî tê afirandin. Bi sîstema “php” peywendiyên malperê yên bi endam û mêvanan re, bi awayekî înteraktîf ango dualî û pir bi lez dimeşin.

Girêdanên Derve biguhêre

Dibistana Kurdî