Deq hunereke xemilandinê ye ku ji wêne yan nivîsên ku li ser laşê tê çêkirin pêk tê.

Deq, li ser laşê jinike kurd

Ev edetê xemilandinê heta mirinê dimîne û bi gelemperî ji aliyê jinan ve tê lêkirin. Deq bi teknîkên curbecur tê çekirin û edetekê pir kevn e. Li Mezopotamyayê, bi hezar salane, bi taybetî li Kurdistanê ji aliyê jin û mêran ve vî edetê deqê tê bikaranîn.

Deq ji rengên kû ji alî çermê îsên ve nayê avêtin û di bin çerm de disekîne, tê bikaranîn. Ji bo kû reng di binî yê cerm bigehê, bi acetekî tûj tê qûlkirin ya jî tê birîn û bi erzîyekê reng tê bicîhkirin. Piştî xerc tê çêkirin, bi derziyeke ku berê hatiye dezenfektekirin motîfên ku tên xwestin tên çêkirin. Bi taybetî piştî şewitandina çerm şunda, rengên ku di jîyanê de qet dernekevin, wek rengê kesik û keskîrêş û keskîvekirî xuya dike.